Zêdetirî 900 hezar aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn

 Li dû amarên Navenda Hevpar a Hemahengiya Qeyranan, zêdetirî 900 hezar aware û penaberan li Herêma Kurdistanê dijîn û xerciyên wan ên her salekê 842 milyon dolar in.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 03.03.2024 ragehand ku, 900 hezar û 467 aware û penaber li Herêma Kurdistanê dijîn, ku ji wê hejmarê jî 631 hezar û 174 kes awareyên navxweya Îraqê ne û 269 hezar û 293 kes jî penaber in.

Di derheqa nasnameyên penaberan de jî diyar kiriye ku, piraniya penaberên Herêma Kurdistanê welatiyên Sûriyeyê ne ku hejmara wan dibe 251 hezar û 475 kesan, piştî wan jî penaberên welatê Îranê ne ku hejmara wan heşt hezar û 357 kes in û penaberên Tirkiyeyê jî li Herêma Kurdistanê heft hezar û 769 kes in, zêdebarî 652 penaberên Filistînî û hezar û 13 penaberên welatên din.

Her li dû amarên Navenda Hevpar a Hemahengiya Qeyranan, ji tevaya penaber û awareyên Herêma Kurdistanê, 30% li nav kempan dijîn û 70% jî li derveyê kempan dijîn, ku nêzî 110 hezar malbatên Îraqî jî di nav wê hejmarê de awareyên Herêma Kurdistanê ne.

Herwaha li Herêma Kurdistanê 33 kemp hene û rêjeya 41% ya penaber û awareyan li parêzgeha Hewlêrê, 40% li parêzgehan Dihokê û 19% jî li parêzgeha Silêmaniyê ne.

Fermangeha Medya û Zanyaran di derheqa vegeriyana penaber û awareyan ji bo welat û deverên wan de jî amaje da, “Heta dawiya sala borî, tenê çar hezar û 40 aware û penaber vegeriyane ser warên xwe, bi awayekî ku di nav wê hejmarê de, hezar û 944 kes aware bûn û du hezar û 97 kes jî penaber.

Xerciyên xizmetkariyan ji bo aware û penaberan li ser Hikumeta Herêma Kurdistanê her rojekê ji bo her kesekî 2.3 dolar in, ku li bernaberî nêzî yek milyon kesan ji bo her salekê dibin 842 milyon dolar.

BN

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *