Xesasiyeta Mamoste Beşikçi jibo zimanê kurdî û kilama Selahattin Demirtaş bi tirkî

Mamosteyê hêja Îsmail Beşikçi, roja 06.07.2018an, li ser sitrana ku Selahattin Demirtaş nivîsîye û gotîye, makaleyeke nirxandinê kirîye. Ji ber ku S. Demirtaş, bi rîya medya civakî ji guhdarvanan xwestîye ku sitrana wî ecibandine an na. Loma Beşikçi jî xwestîye ku di vî derbarî da nirxandinek bike. Makaleya Beşikçi, li ser giringîya zimanê Kurdî despêdike û di tarîxên cuda da ku ew bûye şahidê hin kesayetên kurd ku tirkî diaxifin, tirkî difikirin û ji zimanê siyaseta Tirkîyê ya asimilasyonê ra xizmetê dikin, radiweste, rexne dike û wd.

Bêguman van rexneyên Beşikçi, ne rexneyên taze û nû ne. Ew dema 1971an li Amedê digel girtîyên kurd di zindanê da bûye; bi îsrar û bi înat ji  dostên xwe yên kurd ra gotîye ku divê ew her tim bi kurdî biaxifin, sohbet û gengeşeyên xwe bi kurdî bikin, bi kurdî binivîsin, li dadgehan bi kurdî xwe biparêzin û giringîyeke mezin bidin zimanê xwe û di vî warî da li xwendekarên kurd, li nivîskar, rojnamevan û sîyasetmedarên kurd rexneyan xistîye û kêmasîyên wan daye zanîn. Bi gotineka dî Beşikçi, 50 sal e ku li ser van mijaran nirxandinên cuda dike, rexneyên xwe dinivîse, di semîner û konferansan da wan fikrên xwe bi awayeke piralî dide xuyakirin. 

Bêşikçiyê hêja ne tenê rexneyên xwe jibo kurdan gotîye; digel wan nirxandin û rexneyan çêkirîye; wî analizên abûrî, siyasi û civatîya civata kurd û sistema dewleta tirk kirîye û politika dewletê ya înkar, qedexe û asimilasyonê li ser kurdan jî çêkirîye û bi dehan kitêb di van derbaran da nivîsîye û jibo fikrên xwe û wan kitêbên xwe gelek caran hatîye hepiskirin, mehkemekirin û di encamên wan mehkemeyan da bi dehsalan cezayê hepsê xwarîye û derdora 17 sal li zindanên cuda maye. Ez kêfxweş im ku Beşikçiyekî kurdan û tirkan jî heye!   

Naveroka nivîsara mamoste Beşikçi, ez dikarim weha pêşkêşî we hêjayan bikim:

” Di vî derbarî da rewşa zanayên kurd, sîyasetmedarên kurd pir giring e. Gelek ji wan kurdî napeyîvin, nanivsînin, hîn nabin, hînê zarûkên xwe nakin, nakevin nav hewildanan ku şertên hînkirin  û axiftina Kurdî bo zarûkan çêbe, di her qadên jîyanê da dibin alîkar jibo karanîna tirkî û bi vî awayî ew dibin alîkarên politika dewletê ya asimilasyonê. Di vê pêvajoyê da deng û dîroka gel tê xirabkirin.

Heta nuha gelek çîrokên Selahattin Demirtaş hatin weşandin. Şiîrên (helbest) wî hatin weşandin. Çîrokên wî bi navê ”Seher” (Weşanxana Dipnot, 2007 Ankara) di kitêbek da kom bûn. Di dawîyê da jî wî bi navê ”Netirse” sitranek çêkir. Gotinên sitranê jî, muzîka wê jî, yên wî ne. Tevayîya van berheman bi tirkî ne. Sitrana Netirse jî, muzîka wê jî tirkî ne. Ez jî dixwazim hestên xwe, fikrên xwe di darbarê van berheman da bidim zanîn.

Gelek gotin û vegotin hene ku rewşa kurdan, zimanê kurdî û Kurdistanê didin xuyakirin.  Wek numûne, yek ji vana jî ”gelekê (xelkekê) ku dîrok û dengê wê hatîye xirabkirin (tunekirin)” e ku ev hevok (cumle) li paşîya qapaxa kitêba ”Xewa Ejman” hatîye nivîsîn. (Haydar Karataş,- Ejman´in Rüyası- Xewa Ejman- (Notebane, îlon 2017), wergêrvan Caroline Strckert)

Dîrok û dengê gelekê çawa tê xirabkirin? Ev, babeteke nirxandinê ye û pir tê zanîn. Wekî dî, hê jî divê ev babet were nirxandin. Di vê babetê da em ji nêzîk ve politikayên dewletên ecem (faris), ereb û tirk dizanin ku çawa ew hatine bikaranîn. Em dizanin ku esasê van politikan asimilasyon (kedîkirin- pişaftin) e û esasê karanîna politika asimilasyonê jî ev e: ”Ji kurdek ra, wek tirk her tişt, wek kurd çu (qet) tiştek…” Van dewletan, bi karanîna aletên tadayîyê yên ideolijik û aletên zorbirinê bi awayeke sistematik (daîmî) û bi biryardarî pêkanîne, yên ku hewil dane jibo berxwedana li hemberî asimilasyonê, bi metodên tunekirina fizikîyê, nefîkirinê (surgunkirin) ji cîûwarên wan, bi pêkanîna paqijkirina etnikî û wd. jibo tunekirinê xebitîne.

Helbet rewş û hewildanên siyasetmedarên kurd, rewşenbîrên kurd, yên kurdan pir giring e. Wek me li jor jî got, piranîya wan kurdî neaxifin, nanivsînin, hîn nabin, ji zarûkên xwe ra kurdî hîn nakin, naxebitin ku rewşek jibo hînkirin û perwerdekirina zarûkên wan xizmetê bike, di her warî da tirkî bikar tînin û bi vî awayî ji politika dewletê ra alîkarîyeka mezin pêşkêş dikin. Dîrok û dengê gelî jî di vê pêvajoyê da tê xirabkirin.

Gelek ronakbîr. nivîskar û siyasetmedarên tirk, ji ber helwesta Selahattin Demirtaş ku ji zimanê tirkî ra, ji kultûra tirkî ra xizmetê dike; kêfxweşîya xwe nîşan didin û pesnê wî didin. Mirov dikare vê rewşê fam bike. Lê jimareke mezin ji kurdan jî jibo S. Demirtaş çepik lêdixin ku famkirina wê ne mumkun e. Helwesta ku mirov S. Demirtaş rexne bike û jê ra, ”Çima tu bi zimanê dayîka xwe nanivsînî?” bêje, gelek giringtir e. Aha ev helwest, kûrahî û firehîya-mezinîya-asimilasyonê nîşan dide.

Hin kes dikarin bêjin, ”çima ziman pir girîng e?” Helbet pir girîng e. Eger hûn bêjin, ”ziman, hew qas ne girîng e”, jibo ku mirov bikaribe bibe tirkek di dereca duyemîn da, ji bedêla ku hew qas xwe nîşandana xebat û hewildanê, hûn dikarin teslîmê fikir û ideolojiya dewletê bibin û daxwazên dewletê bînin şûnê û bibin tirkeke dereca yekemîn.

Pêvajoya teslîmsitandinê ji alîyê dewletê ve ku ewil car dibêje, gotîye, bêguman wê di derbarê zimanê kurdî da be. Di vê pêvajoyê da dewletê ji kurdan ra; ”vî zimanê paşdamayî berdin, tirkî bipeyîvin, bibin alîkar ku zarûkên we tirkî bipeyîvin…” gotîye û dibîje. Dewlet, ji nêzîk ve dizane girîngîya zimên çîye. Ev rewşeke taze nîne ye, ji dema Îttîhat Terakkîyê vir ve, heta ji dema Osmanîyên Nû virve, ji dema Namik Kemal virve, ev weha ye. Înkarkirina kurdî, qedexeyên li ser kurdî, gotine ku perwerdeya bi kurdî ne mumkun e, van hemî tiştan girêdayê girîngîya zimên bi xwe ye. Rewşeke gelek ecêbmayî heye ku hê jî digel dayîna hew qas bedêl û têkoşînê, piranîya kurdan hê jî wê fam nekirine û di wê zanînê da nînin. Ev rewşeke ku mirov heyîr dimîne. 

Li jor hat gotin ku berhemên Selahattin Demirtaş wek sitran, helbest, çîrok hemî bi tirkî ne. Dîsa hat gotin ku ev xizmetek e jibo zimanê tirkî û kultûra tirkî. Dewlet jî ji vê pêvajoyê kêfxweş e. Lê ji ber ku dewlet dixwaze zêdetir kurd têkevin nav vê xizmetê, ew bi awayeke eşkera vê kêfxweşîya xwe nadin xuyakirin. Lê ev tişteke zelal e ku S. Demirtaş ji ber ku kurd e, li zindanê ye, ji ber ku ew rêvebirê partiyek e ku xwedêgiravî çareserîyê ji doza kurdî ra dixwaze, ew li zindanê didin rawestandin. Rewşa gelwekîlên dî jî ku li zindanan in, kêm zêde weha ne. 

Eger were dîqetkirin, mafê ku li vir tê xuyakirin, yanê bi karanîna kurdî û jîyandina wê jibo qadên têkilîyên siyasî û civatî, daxwazeka radikal nîne. Ev daxwazeka gelek xwezayî ye. Ji ber ku ev di nav kurdan da bûye problem, helbet divê li politika dewletê û karanîna wê, were rexnekirin, Lê di pilana yekemîn da tiştên were rexnekirrin, ev seqetîya kurdan di derbarê zimanê wan da ye ku rûdaye. Îro lazimîya qada rexneyê ya herî zêde jibo kurdan ev e …

Di bernameya Partiya Demokratik a Gelan (HDP) da pêşnîyarên xizmetê jibo kultûr û zimanê kurdî hene. Ez wek şexis nizamin ku ev xizmet pêk hatîye an na û çawa pêkhatîye. Lê, HDP hem li merkezê (navendê), hem li derên dî yên ku bi rêxistinî ye û bajarên kurdî ne, di her qadî da tirkî bikar tîne û her weha dibe alîkarê politika asimilasyonê ya dewletê, yanê kurdên ku bi asimilasyonê dibin tirk, ji wê ra xizmeteka mezintir dikin. Ev, pêvajoyeke vekirî tê dîtin.

Li Rojhilata Navîn, miqayesekirina têkoşîna kurdan û erebên Filistînî, jibo me di derbarê şolên (pirsên) erebî û kurdî da, di derbarê şola Filistinê da haydarîyên giring dide û zanîna me pirtir dike. Mesela, Pêşevayê FKO Yasser Arafat (1929-2004) ango rêvebirekî erebên Filistinî ku dev ji erebî berdabe û bi zimanê îbranî helbestan nivisîbe, sitran û melodîyan çêkiribe, bifikirin. Pêvajoyeke weha, wê di nav erebên Filistinî da tesîreke çawa bike?.. Divê ev, bi dirêjayî were fikirandin. Dikare were gotin ku şola kurdan pir cuda ye. Helbet pir cuda ye. Ferq (cudayî), di derbarê xirabkirina dîrok û dengê kurdan da ye. Di derbarê xirabkirina dîrok û dengê kurdan da politika dewletê û dewletan û hewildanên wan çi ne? Li hember van politika û hewildanan, helwestên kurdan çi ne? Nirxandina van pêvajoyan di nav wext û cîyan da divê giring be. ”Ji kurdan ra dewlet ne hewce ye!” were gotin û bi israr jibo erebên Filistinî dewleteka serbixwe were parastin, berberî û nakokîya vê dîtinê û sextekarîya wê, di vê çarçoveyê da baştir tê famkirin.     

”Di 2013an da li Amedê ”Civîna Çareserîyê” çêbûbû. Ji Weqfa Îsmail Beşikçi (WÎB) digel hevalek em jî beşdar bûbûn. Tişteke suruştî (tebîi) bû ku yên civînê amade kiribûn û yên beşdarvan kurd bûn. Dikare çend tirkên beşdarvan û axifvan hebin. Lê jimareke pir mezin kurd, ermenî, asurî, êzîdîyên kurd wd. bûn. Ji HDP hevalek, zulma ku li Roboskîyê qewimîbû, şikenceyê û wd. dabû zanîn. Ew dewletê sucdar dikir, rexneyan li zulm û teda dewletê dixist. Lê van tiştan bi zimanê tirkî dabû xuyakirin ku ev min gelek heyîrmayî hiştibû. 

Bi qeneeta min, hêvî û hest û fikrên dewletê ev e: ”…Tu çawa bixwazî min sucdar bike, rexne li min bixe… Lê tu bûyî kesê ku ez dixwazim. Ev pir baş e… Ez çi dibêjim, ”Dev ji vî zimanê xwe yê paşdamayî berdin, tirkî biaxifin, hûn tenê dikarin bi zimanê tirkî bi dinyayê ra bibin yek…”  Ez van tiştan dibêjim û tu jî wek ku ez dixwazim bi tirkî diaxifî… Li min rexne bixe, sucdar bike, ji wê tiştek dernakeve. Ya giring ew e ku tu bi tirkî diaxifî… Ez jî wê dixwazim…”

Hêvîya dewletê ji kesê ku li ser bûyera Roboskîyê bi tirkî axifî, weha ye: ”Te di despêka axiftina xwe da çend gotin bi zimanê xwe got, di pêşda zarûkên te wê wan çend gotinan jî nebêjin. Nebîyên te, nebîyên nebîyên te û wd. dê nizanibin ku ew kurd in, dê bêjin, ”bapîrên me kurd bûne…”     

”Dîsa di van salan da, di 2016an da li Dêrsimê, civînek pêkhatibû. Ji Ocaxa Aguçanê 22 Pîrên Dêrsimî di temuza 1938an da, li malên xwe hatibûn komkirin û şewitandin. Xênî digel însanan hatibûn şewitandin. Axifvan, nevîyên îroyîn ên Ocaxa Aguçan bûn, diaxifîn ku çawa ew pêvajo jîyaye. Di wan rojan da li Hozatê hewildan hebûn da ku gorên komî ku li Çîyayê Sekesorê hatibû dîtin, bên vekirin, hestîyên wan Pîran werin dîtin û jibo wan goristan werin çêkirin.  Ji Cizîrê jî çend jin beşdarî wê civînê bûbûn. Van jinan jî teda û zulma  ku di 2015an da di dema ”Şerê Xendekan” da li Cizîrê qewimîbû, dabûn xuyakirin. Xanimek ku wê zulmê jîyabû, axiftina xwe weha despêkiribû:

”Min bibexşînin ku ez nikarim bi tirkî xîtabê we bikim, ez şerm dikim ku mecbûr mame bi zimanê xwe bipeyîvim…”

Ev axiftin jî min gelek ecêbmayî hiştibû. Ji ber ku ji bil çend kesên guhdarvan ango axifvan, piranîya beşdarvanên civînê kurd bûn. Di HDP da hunandina Şaxên Jinê, Şaxên Cuwanîyê hene û xebatên wan ên perwerdeyê jî hene.  Ev xanima ku min behsa wê kir jî di Şaxa Jinê da dixebite. Gelo ev xanim perwerdeyeke çawa dît ku hew qas ji zimanê xwe ra xerîb bûye, dixwaze bi zimanê zalimên ku li wê zulûm kirîye, bipeyîve û ji ber ku nikare bi zimanê wan bipeyîve, doza lêborînê dike.

Loma fêde ye ku di vê çarçoveyê da nirxandin li ser Hilbijartinên Giştî yên 24ê hezîrana 2018an û ya Serokkomarîyê were kirin. Di encamên hilbijartinan da HDP li TBMM 76 Gelwekîl ve temsîl dibe. Ez di wê bawerîyê da me ku jibo xwendina pêşerojê van pirsan werin kirin. Çend ji wan gelwekîlan kurd in? Çend ji wan gelwekîlan dikarin kurdî bipeyîvin, binivsînin? Ji van pirsan jî girîngtir pirs ev e: Çend zarûkên van gelwekîlan dikarin kurdî bipeyîvin, binivsînin? Pirseka dî ya qasî wan girîng ev e: Çend ji wan gelwekîlan, dema êvarê tên mal, bi zarûkên xwe ra, bi jina xwe ra li ser sofra xwarinê, li salonê kurdî dipeyîve? Jibo pêşerojê, wê çi bi xwe ra bîne, pêwist e li ser van pirsan were rawestandin û fikirandin. 

Êdî ronakbîrên tirk jî hevoka ”xelkekî ku dîrok û dengê wê hatîye xirabkirin” dixebitînin. Lê piranîya ronakbîrên tirk, siyasetmedar û nivîskarên tirk, ji kurdan ra ”dengê xwe bibînin, dîroka xwe bi xwe binivîsin” nabêjin; ”wê enternasyonalizm her tiştî çareser bike” dibêjin û wê dîtinê bi kurdan didin pejirandin. Dewletên ecem, ereb û tirk, xwedîyê hemî îmkanan in; di vî derbarî da tu îmkanên kurdan tun in û ji alîyê wan dewletan ve hewildan çêdibin ku jibo kurdan ew îmkan çênebin, nirxandina kurdan di eynê pêvajoyê da tê wê maneyê ku kurd ji xwe dûr bikevin û di nav çerxa asimilasyonê ya van dewletan da bên helandin, ji bil wê tu encameke dî çênabe.

Bûyîna enternasyonalê, bi despêkirina xwe bi xwetîyê ve çêdibe. Şertê bingehê xwe bixwetîyê jî xwedîlêderketina li zimanê xwe ye, jîyandina bi zimanê dayîkê ve ye, bi hindikayî wendabûna wê, bi xwe ra kêmasîyeke mezin çêdike, di vê zanînê da divê xebat çêbe ku di wê amancê da bi serkeve. Berewajê wê ev e ku ji kurdîtîyê û têkoşîna wê dûrketin bi xwe ye. Tiştên ku divê kurd biparêzin, dîtinên ku dibêjin wek ”biratî”, ”biratîya gelan” ên sexte nîne ye. Divê kurd jibo wekhevîtîyê bixebitin. Wekhevîtî, digel wekhevîtîya huqûqî û civatî ve wekhevîtîya siyasî jî hembêz dike.

Kurdên ku zimanê kurdî najîn, zimanê kurdî naparêzin, hewildanên wan ên ku çepên tirk dibin TBMM: wek ku Mucahit Bilici û Adil Yalman dibêjin, ji bil hemalîyê tişteke dî nîne ye. Ji ber ku barê ku kurdan hildaye, ne barê wan e. Ew barê kesên dî ye. Çepê tirk, divê bînin bîra kurdan ku ew barê wan nîne ye.

Ez hîs dikim ku di vê nuqtayê da di derbarê neteweperestîyê da çend hevok binivîsim. Di salên 1960, 1970 û 1980 û wd. da dema kurdan kurdî dipeyîviyan, dixwestin ku kurdî bipeyîvin; çepên tirk jî, enternasyonalên ummetver jî, jibo wan ”divê em neteweperestîyê nekin” digotin û bala kurdan dikişandin ser bi tirkî axiftinê. Ev balkişandin li ser kurdan gelek tesir dikir. Ji ber ku kurd li hemberî rexneyên weha nemînin, hewil didan xwe ku ji kurdî dûr bikevin. Zimanê kurdan ku di bin teda û zulmê da bû, yên dixwestin wê derxînin ronahîyê, bi semedê neteweperestîyê li hemberî wê diketin nav hewildanan.

Îro jî rewş, ne cuda ye… Tişteke suruştî ye ku çepên tirk jî, rastên tirk jî tirkî dipeyîvin. Wê çaxê rastên tirk, çepên tirk, çima li hemberî daxwaza wekhevîyê jibo zimanê kurdî derdikevin û ”neteweperestî ye ev” dibêjin. Wekî dî, bêguman divê kurd neteweperwer bin. Ji ber ku zimanek heye ku di bin tedayê da ye, zimanek heye ku hatîye qedexekirin. Hewildanên ku wê derxînin ronahîyê, berewajê wê lêgerîneke azadîyê yê navdewletî ye, li dijî teda û zulmê berxwedanek e…  Lê piranîya rastên tirk jî, çepên tirk jî di wê zanînê da nînin ku cudayîya ku xwedîyê wê ne. Barış Ünlü, vê rewşê di di xebata xwe ya pir  hêja bi navê ”Türklük Sözleşmesî”yê da (Dipnot, 2018), bi awayeke pir vekirî, bi piralî eşkera dike.”

Wergêr ji tirkî bo kurmancî:    Siddîq Bozarslan  

Eger em wê rewşê bi gotina pêşîyan rêz bikin, dê baştir be:

”Pezê bê şivan, şivanê bê se; ew dibe malwêranî.” 

Jêrenot:

Di nivîsê da hin hevok ji alîyê min ve hatine çixêzkirin jibo balkişandinê.

Siddîq Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir