Weşanên Nûbiharê ‘Suhbeta Sed Eşîran’ çap kir

Weşanên Nûbuharê kitêba ‘Suhbeta Sed Eşîran’ çap û belav kir.

Kitêb ji alîyê Abdulkadir Kızılkaya ve hatîye nivîsîn. Kızılkaya yek ji neqqal û dîwangerên navdar yên kurdan e.

Abdulkadir Kızılkaya ji Colemêrgê ye, 83 salî ye, ew ji gundê Gûzereşê ye û ji eşîra Pinyanişîyan e. Ew derbarê dîrok, çand û folklora kurdan; malbat, kesayet, gund, coxrafya û dîroka Colemergê da xwedîyê gelek agahîyan e. Wî heta niha li çendîn bernameyên televîzyonan behsa wan mijaran û çendîn mijar din kirîye. Herwiha wî li koçk û dîwanan jî dîwan gêrane û behsa wan mijaran bo haziran kîrîye.

Abdulkadir Kızılkaya di vê pirtûka xwe da behsa bûyerên li herêma Colemergê qewimîne, mijarên dîrokî, folklor û kelepûra herêmê kirîye. Herwiha behsa gelek gundan û serokên eşîran kirîye.

Agahiyên xwe bi uslûba sohbete dide; di vê pirtûka xwe da, bi hin peyvên berzebûyî, yan jî hatine jibîrkirin zimanekî dewlemend bi kar tîne.

BT

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *