WÊNEYÊN RÛREŞÎYÊ

Sîyaseta bişavtin(asimlasyon)ê ya serdest, her diçe di sergoyê xwe de kurmên cûrbe cûr çêdike.

Sîyaseta bişavtin(asimlasyon)ê ya serdest, her diçe di sergoyê xwe de kurmên cûrbe cûr çêdike. Ev `kurmên ji darê`, ji bo rojane bijîn, berjewendîyên xwe yê şexsî û malbatî bidomînin, bi tevna civatê dilîzin. Bi zimanekî bê edeb, bi rûreşîyek mezin û li dijî pîvanên kevneşopîya civata Kurd tevdigerin, tovê neyartîyê di nav nivşê îroyîn de belav dikin.

Ez ji we dipirsim: gelo zîmanekî sînorên dagîrkeran diparêze, mêjîyekî hurmêtê ji ala dagirkeran re digire çiqas kurdewarî ye!?

Neyartî û bendavên di mêjîyê ciwanên kurd de tên avakirin ne helwestên rojane ne. Ev sîyaset û proje bi salan e, di quncikên tarî de, di bin çavdêrîya Kemalîstên çepgîr de tên amadekirin û bi zanyarî didin meşandin.

Yên dixwazin ew kesên tovê neyartîyê di nav gelê kurd de belav dikin baş nas bikin; divê li nasnameya ew kesên rêveberîya çapemenîya hêza serdest dikin binêrin!

Ev kesên hanê bi salan e, di nav gelê Kurd de zimanekî cûdaxwaz bikartînin; di navbera Bakûr û Başûrê Kurdîstanê de “hendekên” fikrî avadikin.

Ev kesên hanê, ji hêlînên Kemalîstan, derbasî nav refên hêza serdest bûne û hemû xwedîyê kevneşopîyek tarî ne. Sedema transferbûna wan jî gellek dîyar e, fesadî û dijminantîya gelê Kurd e!

Ev kesên hanê, nevîyên Enver paşa, Talat Paşa, Cemal Paşa û Mustafa Kemal in. Di dibîstanên nijadperestîyê de dersên fesadîyê girtine û bûne pisporên xerabîyê.

Ev paleyên xirabîyê li ber destê Şefik Hüsnü, Mihri Belli, Yalçin Kuçik, Doğu Perinçek û Ertuğrul Türkçü dîploma xwe girtine.

Ev kesên hebûna xwe li dijî mafê gelê kurd didin meşandin, bi tevna civata kurd dilîzin.

Di bin navê rexne û helwestan de lîstokên genî dilîzin. Pankart û nivîsên bê edep, wêneyên rûreşî û dûrî ehlaq didin destê kal û pîran; jin û zarokan.

Ev rûreşên dûrî mîrovahîyê pankart û nivîsên “em lezbîyen in” “em homeseksuel in” didin destê jinên Kurd. Wan, di xwepêşandan û meşînan de dihetikînin.

Di bin navê meşa baskê civanan de, pankart û nivîsên heqaret û bê edeb, li dijî serokê Kurdîstanê Birêz Mesûd Barzanî hatine nivîsandin, didin destê kalên 70 salî û di kolanan de êrîşên hovîyane diqîrin!

Xuyaye ku ji bo projeya Tirkîyeyîbûnê, berpirsîyar û rêveberîya BDP, bi zanatî wan êrîşên bê ehlaq û hovîyane organîze dikin an jî bêdeng dimînin.

Di sîyasetê de pîvanên rexnebûnê gelek eşkere ye. Pêwîst nake ku ji nû ve, em ji hev re pîvanan bêjin. Bi qasî hûn naxwazin li hemberê we zimanekî tûj û xirabtir bi kar bê divê li hemberî birayên xwe jî hûn rê nedin rûreşî û bê edebîyê! Ji bîr nekin bapîrên me gotine ku “Rî dibe bihost, lê dijmîn nabe dost!”

Xuyaye ku şekirê Şamê, Tahranê û Anqerê bi wan xweş tê!

Eyb e, şerm e, fedî ye divê kesên xwedî şexsîyet û bi xîret, divên rê nedin rûreşîyên ku birînan bixurînin.

Em hemû baş dizanin ku paletîya xirabîyê hêsan e, lê ya avakirinê zehmet e, ked û fedakarî dixwaze!

Birano, hevalno carek din dest bidin ser ûjdanê xwe û vegerin 30-40 sal berê û binhêrin çepgirên Tirk yên îro serokatîyê dikin çi digotin û çi dikirin…

Rêbazên xweparastina ji xirabîyê di destê me de ye.

Carek din, goh bidin ûjdanê xwe û rê nedin xêrnexwazan, da kû derîyê  xirabîyê vekin. Zimanê rexnekirinê û yê dijmînatîyê cûda ye!..

09/05/2014

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir