Ummet, Enternasyonalizm, Dewletxwazî

Civata Kurd, li ser erda welatê xwe Kurdistan, bi sedê salan ji hevdeketî, perçebûyî û bindest maye.

Ji bo ku welatê me, di warê dewlemendîya sererd û binerd û di warê stratejîk de deverek girîng e, hertim bûye armanca êrîşên hêzên dagîrker, qada şerê împaratorî û hêzên barbar. Loma di her demên dîrokî de, gelê Kurd hatîye kuştin û hêsîrgirtin û warê wî hatîye talankirin û hilweşandin.

Di gelek demên dîrokî de gelê Kurd, împaratorî, dewletên biçûk û mezin û mîrîtîyên eşîrî û herêmî avakirine. Lê ji bo ku temamê civata Kurd û walatê wî Kurdistan, di bin sêwana yek dewletê de bi rêxistin nebûye, her hêz û îdareya Kurd, herdem têkçûye û hilweşîyaye. Di encama vêna de Kurdistan, ji alî hêzên dagîrker û mêtinkar ve di sala 1639an bûye du perçe û 1923an de jî bûye çar perçe.

Helbet, li hember her êrîş, dagîrî, rûxandin û zordarîyê, ji bo rizgarî û azadîyê bav û kalên Kurdan di her qonaxê de ketîye tevgerê, serî hildaye û li berxwe daye; lê her carê jî bi dijwarî têkçûye, hatine pelixandin û temirandin! Piştî her têkçûnê, rewşa civata Kurd xerabtir bûye.

Rewşa civata Kurd ewçend xirab ketîye ku hemû berhem, huner, rûmet û hêjayîyên gelê Kurd yên dîrokî, hunerî, edebî, çandî û folklorî ji alî serdestan hatîye rûxandin, vedizîn, şewitandin û qedexekirin. Dewlemendîya aborîya Kurdistan ya sererd û binerd misêwa hatîye şêlandin û talankirin. Keda civatê bi darê zorê hatîye xwarin û dewletên mêtinkar, ciwanên Kurd kirine koleyên leşker û di ber dagîrî û talankirnên xwe de daye kuştin. Îro jî vêya berdewam e: Kurdên leşker, bêtir li hember pêşmerge û şervanên Kurd bi kartînin.

Evan hêzên dagîrker, gava êrîşî gelê Kurd kirin yan ji bo wan di bin destê xwe de bigirin, vêya li ser navê, medenîyet, dîn, nîjad an îdeolojîyan rêdan. Xebitîn ku bi her rê û rêbazê gelê Kurd û Kurdistanê ji hev perçe bikin û berra ber hev bidin. Nakokî û cudahîyên nava mîrîtî, eşîret, dîn, mezheb, hûrgel, zarav û terîqetan cixirandin û pê wan ji hev perçe kirin. Piştî ku hêza van nakokîyan kêm bû, dest bi rêxistinkirina îdeolojîyan û ji nû de ya ol û mezheban kirin. Hin partî û rêxistin teşwîq kirin û dan avakirin. Armanc doza civat û neteweya Kurd û Kurdistan, daxin asta îdeolojîk û mezhebî.

Îdeolojî yan Enternasyonalîzm, pirs û gengeşîyek felsefî ye û di warê sîyasî de têkildarî şêweyê dewlet û hukumetê ya piştî sîstema kapîtalîzmê ku dewlet bixwe ji holê radibe. Dîn yan Ummet, bawerîyek Xwedayî û dîsa ji alî sîyasî ve têkildarî rêvebirina dewletê ya li gor huquqa serdema navîn e. Hinekên li dij rizgarî û azadîya neteweya Kurd dertên vana wek vatinîyek “Enternasyonal” yan vatinîyek “Ummetî” li Kurdan ferz dikin. Nabêjin demokratîze kirin yan guhertina rejîmên van dewletan ne karê Kurdan e, lê karê neteweya serdest bixwe ye; nabêjin karê gelê Kurd ji hêsîrtîyê rizgar bibe û dewletek ji vê an wê rejimê ava bike; dibên: “bila gelê Kurd di bin fermana me de, rejîma dewletên mêtinkar biguherîne!” Helbet, ji bo ku ev raman û rêxistin bixwe projeyek dewletên mêtinkar e, ne dewletên mêtinkar tên guhertin û ne jî Kurd ji bindestîyê rizgar dibin!

Dewletên serdest, bi rêxistinîya îdeolojîk û teng, hertim xwestine tevgera Kurd zorgayî îlegalîte û azînên şîdetê bike, ji bo ku piştgirîya rayagiştî ya xwe û ya cîhanê bistîne, tekoşîna gelê Kurd ne meşrû û terorîst rê bide, şîddet û terora xwe ya li hember gelê Kurd meşrû û hiqûqî rê bide.

Armanca gelê Kurd, sed sal berê çi bû, îro jî ew e. Armanc serxwebûn û yekîtîya Kurdistan e. Lê şêweyê tekoşînê li gorî helwesta dewletan, mercên civatê, rewşa herêmê û cîhanê tê guhertin. Heta neteweya Kurd û welatê wî Kurdistan rizgar nebe, divê em armanca xwe teng negirin. Ji bo ku doza me, dozek li dijî mêtinkarîyayê ye, doza serxwebûna neteweyî û rizgarkirina welat e, divê rêxistinî û tekoşîna me jî netewî û demokratîk be. Loma divê rêxistinî û tekoşîna me hemû çîn, ol, mezheb û hûrgelên civata Kurdistanê himbêz bike. Çi rêxistinek Kurd ku maf û statuyekê ji gelê Kurd re piparêze, divê xwe dost û hevkarê hev yê neteweyî bibîne û di yek rêxistinek pir deng û pir reng de, li ser prensîbên demokratîk yekîtî û hevkarîya netewî de cîh bigire.

Em Kurd, dewletê ji bo van armancan dixwazin:

ji bo em wek civat, gel an netewe serbixwe bibin.

Ji bo em bibin xwedîyê ziman, dirok, çand, huner, folklor, edebîyat, aborî, welat, ked û hemû dewlemdî û rûmetên xwe yên civatî û welatî.

Ji bo ku em sazîyên xwe yên perwerdê ava bikin û zarokên xwe perwerde bikin.

Ji bo em xizmeta welatê xwe ya jêrsazî û avadanîyê bikin.

Ji bo di warê sîyasî, leşkerî, aborî û dadwerî em xwe bi rêxistin bikin û rêve bibin.

Ji bo em bi destê xwe, li gor huqûqê navnetewî û mafê mirovan dewleta xwe ya demokratîk ava bikin.

Ji bo em sînor û dergehan ji nava civat û welatê xwe yê ji hevdeketî û perçebûyî rakin…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir