Tirsa Zayîna Dewleta Kurdistan!

Ji salên 1900 an vir de pirsgirêka Kurd û Kurdîstan, di nav dewletên dagîrker dan tirsekî mezin çêkir.. Roj bi roj metirsîyên wan agirê tirsa di nav wan de, geştir kir.

Tirk, Ecem û Ereb, di sala 1937 an de bi navê “Pakta Sadabad”ê li dijî gelê Kurd îtîfaqek dagîrkerî ava kirin. Ji bo Kurd nebin xwedî dewlet û sînorên wan hilneweşin peyman îmze kirin.

Piştî şoreşa 1961 an dijmînê gelê Kurd dest bi lîstîkan kirin: îran di sala 1966 an li ser axa Kurdîstanê tovê `kurmê darê` reşand. Dijmînê gelê Kurd baş zanibûn ku “Kurmê darê ne ji darê be, dar pûç nabe!”

Sala 1966 de şoreşa 1961 xançerek ji paş ve xwar. di salên 1970 an de, di sala 1975 de, di salên 1980 an de, di sala 1991 de, di sala 1995 de û di salên dawî de dewletên dagirker li dijî gelê Kurd şerekî hevpar meşandin.

Di hemû deman de, dewletên dagirker di nav gelê Kurd de ji xwe re hevalbend peyda kirin û wan bi kar anîn.

Hinek jê, îro li pey heyfa bavê xwe ketine! Şerê wan, dijîtîya wan ne li dijî dagîrkeran e, lê li dijî Kurd û Kurdîstanê ye.

îran, disa dixwaze Kurdîstanîyan dorpêç bike û rê li ber deshilatdarîya gelê Kurd bigire.

Îran, walîyekî kolonyal şandidîye Suleymanîyê. Navê wî Suleyman Qasim e, bang dike partî û rêxistinên Kurd, ferman dide wan ku `dewletek Kurdîstanî ya serbixwo ava nebe.`

`Kurmên darê`, li ser şopa bavê xwe xancer girtîye destê xwe û dibêje: “em naxwazin!!!”

Îran, nûnerê xwe dişîne parlementoya Kurdîstanê, weke berpirsîyarê dagîrker ferman dide ku gelê Kurd bila vîna xwe bi kar neyne û rê li ber serokê Kurdîstanê asê dikin. Hinek xwefiroş û keşmerên îranê li çepikan dixin û serkeftina xwe diyar dikin(!)

Îran destê xwe xistîye nav hemû partî û grûbên Kurdîstanê!..

Lê hinek partî û grubên heremî xwe tevayî spartine Îranê! Ji xwe re dibêjin çepgir, sosyalist, şoreşger, lê dest û lingên Ayettullahan maç dikin ku nasnama wan ya Şîa li pêşîya ya netewî ye. Carna dest û lingê Malîkî maç dikin, carna jî yên Ayettullahan. Li Enkera jî dest û lingê Kemalîstan maç dikin. Bi kurtayî dewleta Îranê, bi alîkarîya xulam û hevalbendên xwe bi agir dileyize..

Divê gelê Kurd rojek zûtirîn helwestek netewî bigire û lîstîkên dagirkeran pûç bike!

Bêdengî û bêhelwestbûn pesinandina şaşî û xeletîyan e..

Deng bidin dengê hev tirs û metirsîyên dijmin zêde bikin!

Sal, ne salên 1960’î an jî salên 1970 an e! Berçavkên îdeolojîk û gemarî dahatûya me ronî nake.

Her grubek, her partîyek, her mirovek temenekî (demekî) wî hey e. Her tişt li gor dema xwe rola xwe dilîze.

Sedemên êrîş û astengîyan, li ser xeta Kurdîstanî ye; bi ya min, tirsa nêzîkbûna zayîna dewleta Kurdîstanê ye!

Hêvîdarim li her çar perçên Kurdîstanê ev zayîn, wê di demek nêzîk de pêk bê!..

Silav û rêz ji hemû Kurdîstanîyan re…16/07/2015

Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *