Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, December 11, 2018

Ji bo Serxwebûnê em bi te re ne Kek Mesûd! 

Serokê Kurdistanê ji hêzên Başûrê Kurdistan dibêje ku “Heger hûn bi min re bin û piştgiriyê bikin, pirsgirêkên navbera xwe çareser bikin, ez amade me ku serxwebûnê îlan bikim.”

Ne tenê hêzên Başûrê Kurdistanê, divê em hemû Kurd vê pirsê bigrin ser xwe û bersîfê bidin Kek Mesûd.

Ferasetek hebe ku Kurd dewleta xwe avabikin û vêya nekin berêberê neyartîyê bi xwe re û dûvre bi hemû Kurdan re dikin.

Çimkî him dewlet û him jî neteweyên ku serdestîyê li Kurdan dikin, ne di asta lênerîn û şaristanîya ku mafê neteweya Kurd qebûl bike û bi gelê Kurd re demokratîk û wekhev bijîn.

Di rizgarkirin û avakirina van dewletan çi ji destê Kurdan hatîye kirîye. Herî di dawîn de jî avakirina Komara Îslamî ya Îran û dewleta Iraq bi hevkarî û alîkarîya gelê Kurd pêkhatîye.

Lê ew çi dikin: gelê Kurd û welatê wî hêsîr û bindestê xwe dihesibînin. Îran wek ku tu mafê gelê Kurd nasnake, yê doza mafekî dike jî her roj çend xortê Kurd bi dar dadike. Iraq, tevlî hemû alozî û pirsgirêkên xwe gefan dixwe û Kurdan bi birçî hîştinê ceza dike.

Îro çar dewletê ku serdestîyê li gelê Kurd dikin, nikarin di nava pîvanên mirovî û demokratîk de ne gelê xwe ne jî gelê Kurd îdare bikin.

Dewleta Sûrîye, tevlî ku serwerîya xwe ya li ser hemû xaka Sûrîye wenda kirîye, hîna jî tu mafê gelê Kurd nasnekirîye û her roj li Kurdan gefan dixwe. Hêza dijbereya Sûrîye jî tu maf ji Kurdan re pesend nekirîye.

Dewleta Turkîye, ji bo xwe ji qeyrana herêmî, sîyasî û aborî rizgar bike, bi taktîkên awiqandinê hin mafên bêyî serastkirinên qanûnî wek nas dikin xwe rêdidin, lê sîyaseta xwe ya înkar, asîmîlasyon û herifandina cıvata Kurd berdewam dike.

Her rojek ku diçe, hêjayîyek cıvata Kurd û walatê wî Kurdistan wenda dibe. Zaravên Kurdî heta di lîsteya UNESCO ya zimanên li ber mirinê de cîh sitend. Hûn zanin bi mirina zimanekî re çi edebîyat, çand, folklor û huner jî dimirie!? Ev jî hêjayî û mîrata hemû mirovahîyê ye. Warên dîrokî kavil û wêran hatine hîştin û yên ji bo şaristanî û dîroka mirovîyê girîng jî di bin ava bendan tê hîştin.

Bala xwe bidin xwezaya welatên serdest, yên cîhanê û li ya Kurdistanê binêrin: ji bo ku dar û devî tune ne, ax û pincar jî ber avê de diçe, teyr û teba, gul û gîha jî namîne.

Ji bo ku aborîya welatê me li gelê me nayê xerckirin, gelê me xizan, nezan û welatê me di her warî de bi şûnde maye. Xizmetên jêravahî kevnar û siheta civatê tehdît dike.

Pêwîstîya gelê me ji nû de bi rêxistinbûn, azadî, perwerde û kar heye. Pêwîstîya welatê me bi avedanî û pêşvebirinê hey e.

Îro li cîhanê, ji bo civatekê û welatekî, ji dewletê moderntir, bilintir û bi rêkûpêktir rêxistinîyek tune ye.

Xwezî em mirov gehîştiba asta ku pêwîstî bi sînor û dewletên cuda cuda nemana; lê îro rastîya ku em dijîn, ya emê wek gelek gel û şaristanîyên tune bûne, tune bibin, yan jî emê jî bibin xwedî dewlet ji bo ku gel û welatê xwe biparêzin û pêşde bixin.

Helbet em dewletek mîna dewletên ku îro mêtinkarî, nîjadperestî û dîktatorîyê li gelê Kurd û gelê xwe dikin naxwazin. Lê dewleta me mîna yê dora xwe be jî wê bi şêweyekî gelê Kurd ji mirinê rizgar bike û bi yê dora xwe re derbasî qonaxên nuh bibe.

Kesên xwedî ûjdan bala xwe bidinê: nîv dewletek me li Başûrê welatê me çêbûye, ma ji dewletên dora xwe tevan ne demokratîktir e!? Tevlî ku civat û welatê me bi sed salan bindest e; bi zanîn ji alî mêtikaran ve xizan, nezan û bi şûnde hatîye hîştin, lê dîsa jî şarisatanî ye û xwedî hestê mirovîyek xurt e.

Em baş zanin ku ji bo em bindest û kolê wan bimînin, çi ji destê dewletên serdest were wê bike.

Ji bo Kurdistana Başûr, nebe dewletek federal, dewletên dorê bi taybet Îran bandora xwe ya li ser Iraq bi karanî û hêzên Kurd yên xayin xistin tevgerê, ne Iraq wek desthilata navendî, mercên fedaralîyê qebûl kir û pêkanî û ne jî hêzên Kurd xwe da ber yekîtîyek ku hîmê federalîyê xurt bike. Dewleta navendî ya Iraq, him mercên destûrî ku yek jê pêkanîna madeya 140 û refendûmê bû asteng kir, him dest danî ser petrolê û him jî dest danî ser para butçeya Kurdistanê û ew ceza kir.

Lê bextê Kurda başbû ku Kek Mesûd referandûm û dewletbûna Kurd anî rojevê û li hember vê biryarê dewletên serdest DÎIŞ derxistin peyasê alîkarîya wê kirin û bi rêya dewleta Iraq û Sûrîye ew bi çek kirin û şandin ser Kurdan.

Ji bo ku Amerîka û Ewropa vê lîstika bi tahlûke  ku bi salan li derên din ceribandibûn  û di ferqa zerara wê de bûn, bi lez helwest girtin û alîkarîya herêma Kurdistan kirin; tevlî helwesta Serok Berzanî ya mêrxasane vî planê mêtinkaran vala derxistin.

Piştî planê neyarên Kurd yên DÎIŞê jî vala derket, bi rêya beşekî YNK û PKK xwestin Kurdistana Başûr jî bi Kantonên derewîn parçe bikin û şerê navxweyî derxin. Lê Serok Barzanî pêşîya vêya jî girt; yekîtîya hêza pêşmerge û serxwebûna Kurdistan xist rojevê. Loma pêşî alîkarî ji hemû hêzên Kurdistanî xwest ku li hember perçekirina Kurdistan û şerê birakujîyê şîyar bin û dûvre bi şêwir û piştgirîya wan hêzan ji bo doza piştgirîya serxwebûnê berê xwe da Amerîka û Ewropa.

Bi qeneeta min, Amerîka ji bo serxwebûna Kurdistan lemba zer vêxist û got: “ji bo me hinek asteng hene, em nikarin eşkere bêjin dewleta xwe îlan bikin; lê mafê we yê ku hûn li ser çarenûsa xwe biryar bidin heye. Ger hûn biryara serxwebûnê bidin, emê ne li hember bin û piştî demekê, emê nas bikin. Lê divê berêberê hûn di nav xwe de yekbin û yek deng bin!”

Ewropa ji xwe li gor daxwîyanîya serokê Macarîstan û helwesta ku heta niha rêdide, amadeye ku dewleta Kurd pêşwazî bike.

Di vê rewşê de kîjan hêza Kurd ku li hemberî dewletbûna Kurdistan derê, li gorî min ji dijminê herî hov jî bêtir dijminê gelê Kurd e û wê lanetîyê drokê be!

Kek Mesûd, bi her awayî seroktîya gelê Kurd heq kirîye û wek nivîskarê Misrî dibê: `Kurd çiqas xwedî şens in ku îro serokekî wan yekî wek Mesûd Barzanî hey e!`

Nerîna te