Tirkîyeyîbûn û Tirkbûn!

Șeyhmus ÖZZENGIN
Li ser hemahengîya armancên dewleta tirk a li ser kurdan; çepgirên tirkan û PKK/HDP, min pir tişt nivîsî û min xwest ku ez vê armanca ku kurdan bi mîsyon dibe berbi tirkbûnê de, derxim astek zanistîyê. Ku Kurd bi zanîn li henber vê pîlana malxerab rawestin û helwestek netewî deynin. Damara çepgirên tirkan, damara Îttîhat Terakî û Kemalîsta ye. Armanca wan, kontrolkirina tevgera Kurd û Kurdistanê ye.
Di pir nivîsên xwe de min; stratejîya dewletê li ser kurdan, a asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrekirina bi tirkîyê re (türkiyelileşme=Türkleşme) ku li ser kurdan dimeşe, bi istatîstîkan jî dan. Min di vê armanca dewleta tirk de, rolê PKK/tevgera wê a legal (HDP,DTP,YSP) û hemahengîya wan bi paramilîterên çepgirê tirkan re jî anî ziman. Min xwest bala akademîsyen û lêkolînerên Kurd bikişînim ser vê mijarê, ku derxin astek zanistîyê û Kurd tedbîrên xwe bistînin. Mixabin, em di vî warî de serkevtî nebûn û her ku çû li Bakurê Kurdistanê ev stratejî geştir bû di nav girseya Kurd de. Her ku diçe jî meşrû dibe û derketîye astek metirsîdar.
Di dema hilbijartinan de Reha Sûavîoglu di “Artı Gerçek”ê de îstatîstîkek belav kiribû. Îstatîstîk, pir balkêş bû. Ev îstatîstîk, di nav kurdan de li ser pirsa Tirkîyeyî bûnê meşîya bû.
1-“Türkîyelîleşme” çiye û hûn pişgirîyê didin vê an na?
Erê= % ji 42.6
Na= % ji 20.9
Di vî warî de fikrek min tineye= % 37.1
Dema yên ku Tirkîyeyî bûn (tirkbûn) red kirine û yên ku fikir beyan nekirine, em têxin ser hev (20.9+37.1) % ji 58 prosentan dike. Li henber vê prosentê % ji 42.6 bi şîveyek eşkere piştgirîyê dide sîyaseta PKK û tevgera wê a legal. Yanî piştgirîyê didin tirkîyeyîbûnê (Tirkbûnê). Ev jî tê wateya ku bi astek bilind bandora asîmîlasyonê, dejenerasyonê û entegrasyonê li ser kurdan, bi hêzek organîzekirî dimeşe. Di nava vê organîzasyonê de Dewleta tirkan, PKK û tevgera wê a legal û Çepgirên tirkan, demokrat û alewî hene. Ev hêz hemû, bi hemahengîyek mezin û organîzekirî, bi armanca “Tirkîyeyîbûn”ê kurdan dikişînin nav tirkbûnê.
Ev rewş, di hilbijartinên 14.05.2023 an de pir eşkere derket ber me. Ji Salahattîn Demirtaş bigire, heta giregirên PKK yên li Ewrûpa û Qendîlê, bi çepgirên tirkan re ji bona “tirkîyeyîbûnê” (tirkbûnê) gazî girseya Bakurê Kurdistanê kirin, ku dengê xwe “ji bona Tirkîyeyîbûnê bidin CHP”ê. Ji bona ku di nav vê hemahengîyê de bibin xwedî post, beşek ji wan partîyên kurdan û şexsîyetan jî serî li HDPê xistin ku wan jî bikin namzet.
Ev dihat çi wateyê?
Ji bona berjewendîyên xwe, ku postekî wekîltîya parlementoya dagirkar bidest bixin, ketin sirê û bûn piştgirê Turkbûna kurdan. Wate pir zelale: “Tirkîyelileşme” (Tirkîyeyîbûn) têt wateya tirkbûnê û ev prosentek mezin û organîzekirî, girseya Kurd xistîye bin bandora xwe.
Hêzên kurdistanî, ku di nav vê hemahengîyê de cîhê xwe negirtin, çiqa bi zanistî ev helwest girtin, ew jî ne dîyar bû. Ji ber xwestin “bi helwestek prensîban, ku li ser programekê bi HDPê re” lihevbikin û di nav vê hemahengîyê de cîhê xwe bigirin tevdegerîyan. Lê HDP nêzî vê nebû, an jî qîmet neda vê daxwazê. Lê ev nedihat wateya ku li dijî van armancên tevgera PKK û legal, çepgirên tirkan xwedî helwest bûn. Eger helwestek bi vî rengî, bi zelalî hebûna, daxwaza “di hilbijartinan de bihevre bi prensîp ji bo HDP”ê xebatê nedikirin.
Piştî hilbijartinan di nav tevgera legal a PKK de jî nerazîbûnek mezin derketîye holê. Dixwazin bi sûcdarkirina çend rêveberan ve ser vê nerazîbûnê bigirin. Ji hêla stratejîk de, redkirina stratejîya tevgera legal a PKK û sîyaseta PKK a Qandîl û baskê Ewrûpa ne mimkûne. Ji ber ku ev ji serkêşîya vê hareketê re di astek taşaronî de, li ser kurdan, bi statejî dimeşe. Di nava vê stratejîyê de hemû hêzên ku bi tevgera PKK a legal re di tifaqê de ne, bi mîsyon hatine cem hev û karê stratejîya dewleta tirk a li ser kurdan dimeşînin. Kurdan jî ji bona vê armancê bikar tînin. Ji xeynî zerarê, ti fêda vê hemahengîyê ji kurdan re tineye.
Hemû cûre çepgirên tirkan, ticarî di nav tirkan de ji bona piştgirîya doza Kurd û Kurdistanê xebat nemeşandine. Her tim hatine ku tevgera Kurd têxin bin kontra xwe û radestî dewleta xwe bikin, asîmîle bikin mîsyon girtine ser xwe û meşandine. Ev daxwaz jî a dewleta tirk bi xwe ye. Yên ku paramilîterên tirkan tîne Kurdistanê, cîh ji wan re di nav girseya Kurd e çêdike û van tirkan li ser serê kurdan dike efendî PKK û tevgera wê a legale.
Di sîyaseta PKK û tevgera wê a legal de hêvîya guhertina sîyasetê, ne hêvîyek raste. A rast ewe ku Kurd bi şîveyek zelal li henber vê sîyasetê, di astek redkirinê de helwestê bigirin. Vê sîyasetê teşhîr bikin û derxin astek sosretê.
Vê tevgerê, tirkbûna kurdan daye ber xwe û dimeşîne, divê her Kurd, xwe û malbata xwe, cînarên xwe ji vê sîyasetê û tehlûkên lipêş biparêze.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *