Tirkiyeyê Şêladizê bombebaran kir: Du sivîl hatin kuştin

Li nahiyeya Şêladizê ya Dihokê di bombebarana Tirkiyeyê de du sivîl hatin kuştin û sivîlek jî birîndar bû.

Temenên wan di navbera 35 û 40 salî de ne û ji gundê Dêwîkê yê Şêladizê ne.

Di vê bombebarana Tirkiyeyê de Seîd Mubarek Dêwîkî û Araz Ferec canê xwe ji dest daye û Salih Mubarek jî birîndar bûye.

Li gorî agahiyên ku xizmên wan dane, ew sivîl ji bo çinîna giyê çûne Çiyayê Girê lê bûne hedefa balafirên Tirkiyeyê.

Li hêla din, CPTyê ragihandibû ku Tirkiyeyê îsal 230 carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *