Şoreşa Gulanê

Şoreşa Gulanê, bi fermana Mele Mistefa Berzanîyê nemir û bi serperiştîya Serok Mesûd Berzanî di 26 Gulan 1976 an di bin navê Qîyada Muweqet dest bi tevgera rêxistinî, sîyasî û leşkerî kir.

Şoreşa Gulanê, berdewama Şoreşa Îlonê û peymana 11 Adarê 1970 ku ji alî Serok Mele Mistefa Berzanî bi Hukumeta Iraq re hatibû îmzekirin.

Lê hemû dewletên mêtinkar û nîjadperestên Ereb bi tundî li dij vê peymanê derketin; mêtinkaran li dij tevgera gelê kurd yekîtîya xwe sazkirin û hêzên emperyal yên navdewletî dan pişt xwe, Peymana Cezayir 6 Adar 1975 di navbêna Îran û Iraq dan çêkirin.

Mêtinkarên herêmê, bi vê peymanê zenkirin ku wê doza gelê Kurd bitemirînin. Lewre bi vê peymanê, tevgera Kurd derbek mezin xwar, hêza şoreşê tarûmar bû.

Lê ji bo ku şoreş têkneçe, gelê Kurd li her çar perçê Kurdistanê fedekarîyek mezin rê da. Ji bo ku nekevin destê dijminê hov, li pêşmergeyên qahreman û malbatên wan xwedî derketin.

Piştî 14 mehan, Serok Mistefa Berzanî, fermana vêxistina agirê şoreşê da Serok Mesûd Berzanî û rêvebirên PDK.

Her Kurdekî welatperwer yê her perçakî Kurdistan û bi taybet endam û rêvebirên PDK-T û PDK-S bi hemû îmkanên xwe alîkarîya Qîyada Muweqet kirin, daku agirê rizgarîya gelê Kurd ji nû de geş bibe.

Li Bakurê Kurdistanê jî meqerên Qiyadê hatin avakirin. Him pêşmergeyên Başûr mal û zaroyên xwe li cem birayên xwe yên Bakur hîştin û berê xwe dan meqeran û sengerên şer û him jî li Bakurê Kurdistanê gelek endamên PDK-T beşdarî birayên xwe bûn û bi artêşa hukumeta Baas ya nîjadperest re şer kirin.

Wê gavê me alîkarî ji hemû gel, axa, beg, şêx û maldarên Kurd yên welatperwer dicivand û dişand meqerên Qîyadê, da ku şoreşa me geş bibe. Em wek ciwanên PDK-T me belavok belav dikir, me li dîwarên bajaran dinivîsand: “Bijî Qîyada Muweqet!”, “Bijî Pêşmerge!”, “Bijî Şoreşa Me!”

Helbet di bin mercên gelek zor û zahmet de Qîyadê tekoşîna xwe meşand, lê derfetên ku îro gelê Kurd ji mêtinkaran rizgar bikin û dewla Kurd avabikin bi destanîn.

Îro ji gelê Kurd re şensek e ku Pêşmerge û Serokekî Pêşmerge yekî wek Kek Mesûd Serokê Kurdistanê ye. Ew baş zane ku heta Dewleta Kurd ava nebe, gelê Kurd bi temamî rizgar nabe; loma bi israr û bi lez dixwaze dewleta Kurd ava bike.

Hemû Kurdên welatperwer û dilsoz, bi dil, ruh û canê xwe bi vê daxwaza Serok re ne; lê neyarên mêtinkar, bi her îmkan û hemû hêza xwe li dij dewletbûna Kurd disekinin. Di destê neyar de çeka herî mezin, jî xayinên di nava gelê Kurd de ku ji alî neyaran hatine kirîn û Kurdên cahil yên tên xapandin pêktê.

Lê xweş bext e ku îro hemû cîhan dostê Kek Mesûd û gelê Kurd e û ya herî girîng neyarên gelê Kurd bi hev ketine. Loma xayin jî tu feydê li wan nake.

Dewletbûna Kurd, êdî ji xewn û hêvîyê derketîye, bûye rastîyek ku em di nêz de pêşwazî bikin! 26.05.2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *