Şola çêbûna şexsîyeta însên

Siddik BAZARSLAN

Însên ku hebûneke civakî ye, ew bi telafuza xwe, bi axiftina xwe û bi fikirandina xwe ve ji heywanan tê cîyêkirin. Ferqîyeta herî girîng ku însên ji heywanan cîyê dike, însên xwedîyê aletên çêkirinê ye ku bi rîya wan dixwaze li ser tebîetê hukum bike û wê biguherîne. Hewildanên însên, ji alîyê pîleyên (dereceyên) zanîna ku qanûnên rêvebirîya civatê û însên ve şikil distîne; lê hewildanên heywanan bi tevayî ji alîyê hîsên hundûrî ve şikil standine. Heywan (lawir), li gora şertên tebîetê xwe diguherîne. Lê însên, di nav karên çêkirinê da dixebite û tebîetê li gora pêdivîyên xwe diguherîne.

Wekî dî însên, ji ber ku hebûneke civakî ye, ew di nav şertên (mercên) civatî da şikil distîne û ji dervayê însanên dî nikare hebe. Ji ber wê ye ku şikilstandina însên û qezenckirina şexsîyeta wê;  di sewîyeya pêşîyê ango paşîyê ya ku ew di nav jîyana civatê da heye, şikil distîne û xwedîyê weznekî (balans-orantı) ye. Yanê eger bi awayeka dî mirov wê bide xuyakirin; sewîyeya çandeyî, teknolojik, siyasi, civatî û abûrîyê ya civatê û şexsîyeta kesayetîyê ku ji alîyê wê civatê ve şikil distîne, bi hev ve bi rezên qewîn girêdayî ne û çêbûna her şexsîyetêk, ji alîyê wê civatê ve bi xwe şikil distîne.

Ne hewce ye ku mirov bêje, şikilstandina vê şexsîyetê ku tîpên cîyê çêkirine, di nav pêvajoyeke ku bi dehhezar salan, bi sedhezar salan dirêj e, mikun (mumkun) bûye û hatîye heta roja me ya îroyîn a modern (esrî). Êdî ne zehmet e ku mirov ferqîyeta  navbera şexsîyetan bibîne ku di sistemên civatî yên cuda da çêbûne. Frederich Engels, di derbarê rewşa têkilîyên însên da ku yekemîn car derketîye qada (meydana) dîrokê, weha dibêje:

”Di despêkê da însên- di maneya teng a gotinê da- çawa ku ji alema heywanan derketine;  ew weha ketine nav dîrokê: hê jî nîv-heywan, wehşî, hê jî li dijê hêzên xwezayî (suruştî) bêçare, hê jî ji hêzên xwe bêxeber û her weha qasî heywanan xizan û hema hema ji wan piçek zêdetir çêker. Wê demê di mercên jîyanê da wekhevîyeke sînorkirî û di nav serokên malbatê da dûzena (nîzama) bêçînayetî  (bêsinifî û bêtebeqeyî) ya civatî hukum dikir ku ew jibo civatên medenî yên çandinîyê (ziraetê) bûn. Di nav her civatêk a wê demê da di bin kontrola civatê da fêdeyên ku divê werin parastinê û ji kesayetan ra were hiştin (dayîn) hebûn: Lihevnehatina şolên ku bi hukmêk ve were girêdan, astengkirina vatinîyên kesayetîyê ku dibû semedê cîyêwazîyê; bi taybetî li welatên germ kontrolkirina çavkanîyên avê û herî dawîyê, vatinîyên oldarîyê ku bi her awayî di mercên paştamayî da bûn…” (Frederich Engels, Tarihte Zorun Rolü, Sol Y. Ankara)

Ev jêdera ku min ji F. Engels girt, hemî taybetmendîyên (xisusîyetên) Civata Îptîdayî ya Komunî bi awayeka zelal radixîne ber çevên me. Ji ber wê ye ku hewcedarî jibo zêdetir mînakan tune ye. Lê li vir divê binê nuqteyek were çixêzkirin. Di Dema Civata Komunî da ku hê çînên civatî çênebûne, têkilîyên di navbera aletên çêkirinê û hêza wê di sewîyeyeka gelek paştamayî da bûye, normal e ku di wê demê da mirov nikare behsa çêbûn ango şikilstandina tîpên însanan bike. Rewşa serokên eşîretek, klanek (bavik) û qebîleyek ku rêvebirîya civatên xwe kirine; ji ber ku ew kesên herî bi emir û xwedîyê tecrubeyê bûne, ew bûne rêbirên civatên xwe.

Dema mirov vê rewşê li dervayê van civatan raxîne ortê, mirov dibîne ku ew ne tiştek in. Bi gotineka dî van şexsîyetan ne ji ber zîrekî û têgîhîştinê bûne rêbirên civatên xwe. Yanî, wê demê xisusîyeta kesayetên civatê, kêm- zêde li her derê cîhanê di hemî civatan da weha bûne. Loma rewşa van şexsîyetên civatê ku bi her awayî girêdayê têkilîyên wê civatê ve xwedîyê qîmetek e; Karl Marks wê rewşê bi awayeke “şexsîyeta kesayetîyê bi rezên navikê ve girêdayê civatê ne gotîye û ev jî bêsemed (bêsedem) nîne.

Civata Koledarîyê ku di dîrokê da demên herî bi xwînî û barbarîyê (hovîtîyê) tê binavkirin; ji ber ku pêşketina aletên çêkirinê geş kirîye, civatê pêşve birîye, Civata Îptîdayîya Komunî belav kirîye (ruxandîye), ev di warê dîrokî da gafekî pêşketî bûye û loma wek şoreşeke civatî hatîye binavkirin.

Bi afirandina Civata Koledarîyê ve cara ewil çîn û tebeqeyên civatî çêbûne. Her weha di vê qonaxa dîrokî da şikilstandina şexsîyetên taybetî ku di nav civatê da derçûne jî xwe nîşan dane û dabeşkirina kar u barên civatî derketine meydanê. Di hunandina (rêxistinkirina) civatê da pêdivîya avakirina dewletê xwe nîşanî me daye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir