Serok û Serokwezîrên Herêma Kurdistanê mil bi milê serok û serkirdeyên cîhanê tevlî Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê dibin

Gera 28ê ya Konfiransa Cîhanî ya Keşûhewayê (COP28) li Îmaratê yek ji mezintirîn hevdîtin û çalakiyên salane yên rêkxistina Neteweyên Yekgirtî ye, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê mil bi milê serok û serkirdeyên cîhanê tevî wê dibin.

Îro roja Înê, 1ê Berçileya 2023ê, Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Dubey bi amadebûna serok, şah û serkirdeyên cîhanê hat destpêkirin. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî li ser daxwaza fermî ya dewleta Îmaratê tevlî wê bûne.

Her di dema birêveçûna vê helkefta navdewletî de ku her di roja neteweyî ya Îmaratê de ye, îro êvarê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî merasîmên parvekirina xelatê Zayid yê Berdewamiyê bûn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herdu bi serkirdeyên cîhanê û kesatiyên navdewletî re tevlî COP28ê bûne û danûstandin û hevdîtinên giring hene û giringiya rolê Herêma Kurdistanê li deverê di pirsên cîhanî yên wekî guhertinên keşûhewayê de tekez dikin.

Li gera 28ê ya Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê, behsa wan astengan tê kirin ên ku ji encamê guhertinên keşûhewayê berhingarî cîhanê dibin. Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tevlîbûyên vê kopîtkê re danûstandinan li ser bandorên nerênî yên guhertinên keşûhewayê li ser Herêma Kurdistanê û Îraqê û welatên cîhanê dikin.

Piştî ku gehişt Îmaratê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li tora civakî ya “X”ê ragehand, “Ez dilxweş im ku ji bo tevlîbûna Kopîtka Cîhanî ya Keşûhewayê li Îmaratê me. Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwesa nivîsiye, “Piştguhxistina metirsiyên guhertinên keşûhewayê bijarde nîne û divê me wekî gelek û pareke deverê roleke çalak hebe”.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *