Siyasetên populîst dê zerar bidin kurdan û Başûré Kurdistanê…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dîroka neteweya kurd û Kurdistanê, dîroka xeterî û nexweşî û qetlîam û koçberî ye. Parçebûna Kurdistanê û neteweya kurd e. Di bin destê împeratorî û dewletên milî/nîjadperest de kolonî bûne.  Înkarkirin û tune kirina neteweya kurd e.  Li hemberî kolonyalîstan serhildan e. Ji bona azadî û serxwebûna Kurdistanê têkoşîn e. Piranî wenda kirin û hindikî qezenç kirine. Têkçûnê û şikestxwarin e. Li dinyayê bê dost bûne.

Di sed sala bistan de him piştî Şerê Cîhanî yê 1emîn, him jî piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn qedere qelek neteweyan hat guhertin, wan neteweyan dewletê xwe ava kirin. Neteweya kurd li Rojhelata Kurdistanê devlet ava kir. Hezar mixabin temena dewletê ji salekê zêdetir nebû. 

Piştî Şerê Cîhanî yê 2emîn jî dema Şerê Sar dest pê kir, li ser qedere dinyayê û neteweyan Emerîka-Ewrûpayê, Yekîtiya Sovyetê bûn xwediyên tayînkirî. Şerê Eniya Sosyalîst û Eniya Şerê Kapîtalîst dîsa bû sedem ku gelek netewe dewletên xwe ava bikin. Neteweya kurd dîsa nikarî dewleta xwe ava bike.Bes li Başûrê Kurdistanê otonomiya Kurdistanê ava bû.. Temena Otonomiya Kurdistanê jî çar sal bû.

Şerê Sar, piştî ku li Yekîtiya Sovyetê bi destê Gorbaçov Şoreşa Glasnostê û Perestroîkayê dest pê kir, sîstama Sovyetê/Sosyalîst  têk çû; li Sovyetê 16 neteweyan dewletên xwe ava kirin. Li Yûgoslavyayê 6 dewlet ava bûn. Çekoslovakya bi riya aşitiyê û encama danûstandina siyası bû du dewlet. Neteweya kurd piştî Şerê Sar jî nikarî dewleta xwe ava bike. 

Di sedala 21an de jî neteweya kurd û welatê wan Kurdistan, di nav gelek zor û zehmetiyê de ye. Neteweya kurd û Kurdistan rojên gelek taybet dijiye. Kurd dîsa ne dewlet in.

Di sedsala 21an de bes li Başûrê Kurdistanê em xwediyê herêmeke federe nî. Li Başûrê Kurdistanê di Îlona  2017an de referandûma serxwebûnê hat li dar xistin. Encama referandûmê serkeftineke mezin bû û Kurdistaniyan biryara dewletavakirina xwe dan. Hezar mixabin piştî mehekê di 16ê Cotmehê bi îxaneteke ji nav Kurdistanê, bû sedem ku Kerkûk û gelek deverên din yên Kurdistanê bên Îşgal kirin. 

Ev rewşa me ya dîrokî nîşan dide ku di rê û rêbaz, stratejî û awayê xebata me de şaşiyeke mezin heye. Divê ku em kurd ev rê û rêbazên xwe ji çav derbas bikin.

Di vê qonaxê de qedera me kurdan bi tevayî bi Başurê Kurdistanê re girêdayî ye û hêviya hemû kurdan, Başûra Kurdistanê ye. Heger yekîtiya kurdan û yekîtiya Kurdistanê û dewleta Kudistanê ava bibe, dê bi riya Başûrê Kurdistanê pêk bê.

Loma jî divê ku Başûrê Kurdistanê ji aliyê her kurdekî ve bê parastin. Rê û rêbazên şaş re îzin nayên dayin ku Başûrê Kurdistanê zerar nebîne, tasfiye nebe.

Hezar mixabin di van rojên dawî de bi taybetî jî piştî ku Dewleta Tirk li Rojavayaê Kurdistanê gelek bajarê wê dagirkir, xeteriye siyasetên populîst derketine qada siyaseta Kurdistanê.

Gelek kes û welatparêzên Kurdistanê bi niyeta baş û lê PKKê bi niyeta xirab, rolekî mezin didine Serok Barzanî û desthilatdariya Dewlete Federe ya Kurdistanê. Ew xeteriyeke mezin e. Ev siyasetan bi giştî dê zerar bidin tevayî kurdan û bi taybetî jî dê zerar bide Dewleta Federe ya Kurdistanê.

Di vê merheleyê de di du platforma û qadan de siyasetên populîst xwe didin derve û tên rojevê, Ez dixwazim li ser van du siyasetên populîst rawestim.

Siyaseta populîst ya yekemîn: Gelek kurdperwer bi niyeta baş, PKKê bi niyaeta xirab dixwaze ku di bin pêşengiya Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî de Dewleta Federe ya Kurdistanê li hemberî Dewleta Tirk şer îlan bike.

Divê bê zanîn ku Kürdistan dewleteke serbixwe nîn e. Loma jî nikare bi serê xwe biryara şer bigre. Biryara şer dewleta federal ya Iraqê dikare bigre û Kurdistan jî dê bibe beşek ji vî şerî. 

Lê divê baş bê zanîn ku ereb li dijî Dewleta Tirk biryara şer nagrin.

Ji aliyê din de mijara bingehî ew e ku Dewleta Federe ya Kurdistanê xwediyê hêzeke mezin û hevbeş ya leşkerî jî nîn e ku li hemberî Dewleta Tirk bikare şer bike. Lewra tê zanîn ku Dewleta Tirk di nav NATOyê de xwediyê orduya duyemîn e. Xwediyê çekên mezin û belafiran e.

Dewleta Federe ya Kurdistanê dema ku biryara şer bigre, hilweşandina wê nêzik dibe. Tê zanîn ku ereb jî dixwazin dewleta federal û dewleta federe ya Kurdistanê bê hilweşandin.

Ew şera dibe sedem ku nîjadperestên ereb ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ji holê rakin, êriş bikin.

Loma divê ji Serok Barzanî û ji Dewleta Federe ya Kurdistanê ev yeka nayê xwestin.

Siyaseta populîst ya duyemîn: Pêşniyara kongre û eniya netewî ya Kurdistanê ya hev beş e.

Neteweya Kurd jî xwediyê maf e ku dewleta xwe ava bike. Kurdistan welatekî beşbûyî ye, divê yekîtiya Kurdistanê ava bibe. Lê realîteya Kurdistanê, realîteya beşbûna Kurdistanê li her beşekî Kurdistanê xebateke taybet û rê û rêbazeke taybet û cûda ji bona dewletbûnê derdixe pêş me. Ceribandina Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û jiyana Kurdan jî vê yekê diyar dike.

Loma jî çar dewlet dijminê neteweya kurd in. Em li hemberî çar dewletan şer dikin. Di van qonaxan de jî dewletê kolonyalîst li hemberî kurdan tîfaq û yekîtî çê dikin. Ji bona vê yekê jî derfetên wan hene.

Gelek xwezayî ye ku kurd jî li hemberî çar dewletan bibin yek. Lê ev yekîtiya me û yekîtiya çar dewletan wek hevûdu nîn e. Yekîtiya me ku divê di nav kongreyeke neteweyî ya Kurdistanê û an jî di nav Eniyeke neteweyî ya Kurdistanê de bibe. Ew jî rêxistineke hevbeş ya Kurdistanê ye. 

Di vê qonaxê de şertên rêxistineke hevbeş li Kurdistanê tune ye. Lê divê kurdên çar beşan  bi rêxistinên xwe di nav hevkarî û alîkarî de bin.

Di vê qonaxê de kurdperwer bi niyeta baş û ji bona ku xizmetî azadî û serxwebûna Kurdistanê bikin, kongerek û an jî eniyeke neteweyî ya Kurdistanê daxwaz dikin. Lê daxwaza PKKê ji bona kurdan nîn e. Ji bona ku hegemonya ya xwe ye û ji bona ku neteweya kurd zerar bibîne vê yekê dixwaze. Heger mirov baş mijarê şirove bike, xûya dike ku PKKê dema kete tengasiyê ji Yekîtiya Neteweyî qal dike. Lewra PKKê û Yekîtiya Neteweyî wek min gelek caran jî nivîsandiyê, du rastiyên li dijî hevûdu ne. Ji aliyê din de PKKê partiyeke neteweyî jî nîn e û li dijî Kurdistaneke serbixwe ye. Gelo dê çewa bikare yekîtiyeke neteweyî ava bike?

Du roj berê berpirsiyarê PKK Cemîl Bayik diyar kir ku ew li dijî parçebûna Iraqê ne. Yanî ew tê wê wateyê ku li dijî dewletbûna Kurdistanê ne. Lewra dema ku ji parçebûn tê qal kirin, di eslê xwe de ji dewletbûna Kurdistanê, ji desthilatdariya û serweriya miletê kurd tê qal kirin.

Di van şertan û qonaxê de yekîtiya Neteweyî bi wateya Kongreya Kurdistanê û Eniya Kurdistanê zêdetir zerar dide Başûrê Kurdistanê.

Divê kurd ji vî karî dur bisekinin. Hewildana van rojên dawî jî, ji xêrê re nîn e.

Amed, 29. 11. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir