Sîyaseta netewî çi ye, naverok û paradîgmaya wê çawa ye?

Cano AMEDÎ

Rewşa sîyaseta netewî li Kurdistanê mijareke gelek hestyar e. Kurdistan bi ernîgarîya xwe, bi sosyolojîya xwe, bi nîrxên xwe yên netewî, bi ziman û bawerîyên xwe, di nav çar dewletên cûda de û bi piştgirîya dewletên desthilatdar hatîye perçekirin. Em dikarin bi hêsanî bêjin ku perçeyê pêncemîn jî Kurdên dîaspora û yên Qafqasya jî di nav vê dabeşkirinê de cîh digirin.

Gava ku em qala sîyaseta netewî bikin, divê em vê rastîyê jî li ber çav bigirin.

Pirsgirêka kurd û Kurdistanê ne ya yek perçeyî an yek beşî ye. Pirsgirêkek gelemperî û navneteweyî ye. Li dîaspora û bajarên metrepolên dewletên dagirker, li qafqasya û li her perçeyên Kurdistanê şert û mercên sîyasetê diguhere. Menzîla armanc û hedefên sereke li gorî konjonktora dunyê, li gorî dewletên dagirker diguhere. Lê bele sîyaseta netewî, bi xwendin û koordînasyoneke giştî, dikare weke orkestrayeke netewî tevbigere, aheng û harmonîyeke hevbeş peyda bike û rê li ber destkeftîyên cuda vebike. Ev jî bi desthilatdarîya hişmendîya netewî pêk tê.

Em hemû baş dizanin ku bi giştî, rewşa sîyaseta netewî ya kurd li Kurdistanê di asteke pêşveçûnê de ye. Li her parçeyekî, ji bo bidestxistina mafên neteweyî û xurtkirina yekîtîya kurdî, hewlên cuda têne meşandin. Lêbelê, parçebûna Kurdistanê, destwerdanên hêzên herêmî û navneteweyî û nakokîyên navxweyî yên kurdî hîn jî li pêşiya serkeftina sîyaseteke netewî ya yekgirtî astengiyên girîng in.

Li Kurdistanê, dîroka sîyaseta netewî, dîrokeke dirêj, bi êş û berxwedan e. Ji sedsalan ve Kurd di bin serwerîya împaratorî û dewletên cuda de jiyane û her dem hewl dane ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêzin û bigihîjin statûyeke siyasî, netewî, coxrafî.

Em dikarin ji dema serdema mîrektîyan bigirin heta serdema îroyin, di derbarê qonaxên sereke yên dîroka sîyaseta netewî de gelek tiştan bêjin. Lê ji ber ku mijar belav nebe, divê em li ser mijara diyarkirî tevbigerin.

Belê sîyaseta netewî mijareke gelek girîng û berfireh e. Ev mijar di heman deman de tesîrê li ser jîyana mirov û civatê dike. Ji ber wê yeke mirov bixwaze an nexwaze, nikare xwe ji pergala siyasetê dûr bixe. Lewra li welatên bindest yên kolonî, rola sîyaseta netewî, naverok û paradîgmaya sîyasetê diguhere. Armanc û hedefa têkoşîna netewî ya sereke azadî, serxwebûn û serwerîya milet û welat e. Têkoşîna rizgarîya welêt ne bi beşek civatê ve girêdayî ye. Hemû beşên civatê şirîkê vê têkoşînê ne.

Sîyaseta netewî, bi kurtî, ew rêgez (prensip) û armancên sîyasî ne ku ji bo berjewendîyên neteweyekê û welatekî, di çarçoveya dewletê de têne danîn û tê meşandin. Ew hişmendî hewl dide yekîtî, serwerî, ewlehî, refah û pêşketina neteweyekê û welatekî misoger bike.

Em dikarin naveroka sîyaseta netewî bi gelemperî ewha îfade bikin:

Felsefa sîyaseta netewî ew e ku li dijî her cure destwerdanên derve û parçebûna navxweyî, serwerîya neteweyî û niştimanî biparêze. Ev xala herî bingehîn e. Ev helwestek parastina serwerî û yekîtîya axa neteweyî ye. Sîyaseta netewî desthilatdarîya milletê xwe û azadîya welatê xwe ji xwe re dike armanc û hemû şêweyên têkoşînê yên meşrû bi kar tîne. Felsefeya sîyaseta netewî ya dîrokî ew e ku li dijî sîstema dagirkerîyê/mêtîngehkarîyê têbikoşe û ala azadîyê li seranserê welêt hilde jor. Ev jî bi hişmendîya netewî, niştimanî, bi peydekirina rê û rêbazên têkoşîn û berxwedanê pêktê.

Dîsa ji armanca sîyaseta netewî yek jê ew e ku aborîyek bihêz û serbixwe were avakirin ku refahê ji bo hemû welatîyan misoger bike. Ev dikare bi rêya piştgirîya hilberîna navxweyî û navdewletî, bi pêşxistina teknolojîyê û bazirganîyê pêk were ku rê li ber pêşxistina aborîya neteweyî veke.

Armanca sîyaseta netewî yek jê jî xurtkirina ewlehîya neteweyî û azadîya civatê ye. Ev tê wateya parastina welat û welatîyan ji her cûre tehdîdên derve û navxweyî. Ev jî bi rêya azadîya rêxistinbûna sazî û komeleyên demokratik, bi serwêrîya hûqûqeke giştî mumkun e!

Sîyaseta netewî divê hewl bide ku çand û zimanê neteweyî biparêze, pêş bixe û bigihijîne nifşên nû. Ev jî, nasnameya neteweyî û hişmendîya milî xurt dike. Pêşxistina çand û zimanê neteweyî, yek ji pîvanên pêşketina civatê ye. Ziman, di sîyaseta netewî de xwedî rolek girîng û bi bandor e. Ziman stûna diyalog û hişmendîya neteweyî ye.

Tecrube û rûpelên dîrokê nişan dide ku misogerkirina dadwerî û wekhevîya civakî; serwerîya pergala hûqûqê û parastina mafên kollektîf bingeha desthilatdarîya demokratik e. Divê hemû welatî li ber qanûnê wekhev bin û fersendên wekhev ji bo perwerde, kar û xizmetên civakî hebin.

Sîyaseta netewî di heman deman û di têkilîyan de divê berjewendîyên neteweyî li pêş bigire. Parastina berjewendîyên netewî yek ji erkê netewperwerîyê ye.

Dîsa em dizanin ku paradîgma sîyaseta netewî dikare li gorî îdeolojîyên cuda biguhere. Bi reng û naveroka xwe dikare di pêvajoyên cuda de derbas bibe. Lê bi gelemperî, ew li ser van hêmanan disekine:

Sîyaseta netewî li ser bingeha paradîgmaya desthilatdarîyê tevdigere û statuyek milî ji xwe re dike armanc. Ji bo dewleta xwe ava bike li gorî şert û mercên demê hemû şêweyên têkoşînên meşrû, milî esas digire. Siyaseta netewî li hemberî statuya dagirkerî, statuyek serweriya milî dipejirîne û ji bo serkeftinek mîsoger, hewldanên yekrêzîya nav xwe xurtir dike.

Siyaseta netewî ji dîrokê ders digire û li gorî tecrubeyên derbasbûyî stratejîyek netewî, bi destxistina mafên muşterek tevdigere û berjewendîyên netewî li ser hemû berjewendî û nasnamayan re digire. Partî, rêxistin, grûp an tevgerên sîyasî divê xîzmetkarên doza netewî, niştimanî bin,  pasevanê berjewendîyên giştî bin.

Sîyaseta netewî serwerîya neteweyî esas digire, strateji, armanc û rêbaza têkoşînê li gorî pêleya daxwazên herî bilind dîyar dike. Hişmendî û bawerîya ku dewlet di nav sînorên xwe de serbixwe ye û tu hêzên derve nikarin destwerdanê bikin esas digire û li gorî pêwîstîyên demê tevdigere.

Dîsa pêwîst e ku berjewendîyên neteweyî, di heman deman de divê li pêşîya berjewendîyên komî û hizbî bin; di pêvajoyên hemû biryarên sîyasî de ev realite divê ji bîr nebe û rê lê neyê asêkirin.

Hewldanên ji bo yekgirtina hemû pêkhateyên neteweyî, divê di bin nasnameyeke hevbeş de yekrêzî û yekîtîya neteweyî esas bigire. Ji bo serkeftina sîyaseta netewî pêdivî bi hevkariya gelek aliyan heye. Ev jî bi rêya hevkarî, tifaq, xebatên hevbeş û bi yekîtîyek netewî, niştimanî pêkane. Lewra doza netewî girêdayî armancên giştî ye, daxwaza azadî û serxwebûna welat, doza hemû pêkhate û beşên civatê ye. Divê rê û rêbazên têkoşînê jî li ser lihevkirin û xebatên hevbeş pêk bê.

Sîyaseta netewî berjewendîyên, hemû dîn, mezheb, zarav, beşên civatê yên miletê Kurd û hemû fikir û sîyasetan himbêz dike.

Herweha sîyaseta netewî divê berjewendîyên hemû gelên din ên li Kurdistanê dijîn jî himbêz bike.

Ango, gava ku em behsa sîyaseta netewî dikin, em behsa parastina berjewendî û mafên miletê Kurd û hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn dikin. Netewperwerî û welatperwerî hevdu temam dikin û yek bêyî ya din nabe.

(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *