Partîhezî û Neteweperperwerî!

Perçekirin û parvekirina Kurdistanê, di vê sedsalîya perçekirin û parvekirina xwe de, rû bi rû, pêşberî pir asteng û êşan bû. Ne tenê welatê me, hat perçekirin û parvekirin; netewa me, çanda me, zimanê me û hestên me yên netewî jî hatin perçekirin û vê perçekirinê bandorek mezin li ser stratejîyek hevpar a netewî û navendî kir.

Astenga duyem jî hestên partîzanî ne. Li herçar perçên Kurdistanê, partî û rêxistinan, wek pêşengên doza Kurdistanê derketin holê. Lê, ji dêlva ku berjewendîyên netewî, niştimanî derxin asta bilind û ruhê netewî geş bikin, ruhê partîzanî, berjewendîyên partîzanî geşkirin. Ev jî bû sebebê perçebûna civakê û hestên netewî, niştimanî birîn bû. Partîhezî, dewsa niştimanperwerîyê girt û têkilîyên bi dijminan re meşrû kir.

Vê rewşa heyî, pir cûda cûda helwest û têkili derxistin pêşberî doza Kurdistanê; ku car caran derbên mezin li berjewemendiyên netewa Kurd û Kurdistan xist. Pêşiya bidestxistinan girt û ji bona bidestxistinên siberojê jî bû sebebên çêkirina astengan. Vê rewşê, bi xwe re bingeh ji binçavkirina berjewemendiyên netewê re anî û aqarê avakirina berjewendîyên hizbî, grûbî li ser xaka Kurdistanê hêsan kir. Ji dêlva ku hestên netewî geş bibin, hestên hizbî geş bûn û asteng ji honandina hest û kultura niştimanperwerî re derxist. Bi dînamîkên netewî hat lîstin û Ji bona berjewendîyên hizbî, beşek Kurdistanê bû dijminê beşê din. Vê jî pêşiya dewletbûnê girt û mesajên neyênî  dan dostên Kurd û Kurdistanê.

Ji bona ku ez mijarê bi mînakan berfireh bikim, ezê di demên krîtîk de helwesta hinek hêz û grûbên li Kurdistanê derxim ber şîrovê.

Di dema referandûma serxwebûna Kurdistanê de Hemû sazî û serkêş, berdevkên PKK bi yek devî îlan kirin ku;  „Dema avakirina dewletên netewî bidawî hatîye.“ û ew „Dewletek Kurd û kurdistanî naxwazin. Dewlet wê bibe sebeba dijminatîya gelan!“ û li henber beyana îradeya miletê Kurd helwest girtin.

Di eynî demê de binêrin endamê Meclîsa Netewî a Tevgera Goran Karwan Haşim çi deşîfre dike:

“Me di 15 Cotmehê de dizanî wê xîyaneta 16 Cotmehê pêk were. Dewletên herêmê, ku bi YNK re tevdigerîyan, alîkarî ji me jî xwestin. Heger ku me (Tevgera Goran) daxwazên wan pêk bianîya, wê Kurdistan bibûna du perçe û Tevgera Goran li Silêmanîyê dibû partîya desthilatdar. Me pêşniyarên wan qebûl nekir û me kir ku Kurdistan yek  perçe bimîne.”(!)

Wek ku em dizanin, piştî encama referandûmê bi mehekê, bi hêsanî, Kerkûk û hemû deverên ji dervê Herêma Kurdistanê radestî İraq bûn. Ev bûyer, di dîroka Kurdistanê de wek xîyanetek helwesta partîhezî û berjewendîperestî bicîh bû. Bi destê xîyanetkaran xencerek jahrîn bû, ku li pişta miletê Kurd û kurdistanîyan ket! Li ser eşkerekirina vê helwestê; di Nîsana 2018 an de, endamê Politburoya YNK Hakim Qadir xîyanet eşkere dikir û berjewendîyên partîzanî meşrû dikir!

„Ku referandûm serkeftî biba, wê Barzanî serxwebûn îlan bikira. Navê wî derbasî dîrokê dibû û wê ev bicarekê de YNK ji hêz bixista. Ji ber ku wê dewleta Kurdistanê ava bikira; Alîgirên YNK jî di nav de, wê hemû gelê Kurd heta heta li derdora Barzanî kom bibûna. Ji bona ku em partîya xwe û rewşa wê ya heyî biparêzin, her metod ji me re meşrû ye. Piştî referandûmê li Kerkûk di vî warî de çi ji destê me hat me kir!“ Endamê Politburoya YNK Hakim Qadir eşkere dibêje; ji ber berjewendîyên hizbî, me nehişt bi destê Barzanî dewleta Kurdistanê ava bibe!

Divê ev dîroka xîyanetê bêt guhertin!

Ji roja ku şervan û serbazên doza Kurd, agirê rizgarîya Kurdistan lidarxistine û heta îro (200 sale) beşek ji  Kurdan li gor stratejîyên dijminên kurdan, di bin emrê dijminan de xebitîne û pêşî li kurdan girtîne. Ji bona berjewendîyên xwe, rîya xîyanetê hilbijartine û derbên mezin li hestên netewî dane.

Ev, di nav zevîyên me de gîhayên heşêfê ne û divê Kurd û Kurdistan li henber vê malxerabîyê hestên netewî, çanda netewî geş bike.

Bi êrîşên DAÎŞ re hemû herêmên ji dervê Herêma Kurdistanê hatin dagirkirin. Bi xwîna dehhezaran cangorîyan ev herêm hatin rizgarkirin û beşdarî nav Herêma Kurdistanê bûn. Bi xîyaneta 16ê Cotmeha 2017 an ev herêm radestî İraq bûn.

Ewên ku berjewendîyên xwe, yên malbatî û berjewendîyên hizba xwe, ji welatê xwe, ji axa xwe, ji rûmeta xwe mezintir dibînin; ew, wê her di nav çerxa xîyanetê de rol bigirin.

Doza serxwebûna Kurdistanê di xîyaneta hestên berjewendîyên Partîzanî û grûbî de fetisîye. Ji siyaseta xîyanetkar helwestek Kurd û Kurdistanî dernakeve.

Şerê hizbî, bi dijminatîya “PDK û malbata Barzanîyan” dimeşe. Lê di eslê xwe de neyartîya hest û hêvîyên Kurdistanî dikin û ne yekrêzîya Kurdistan; berjewendîyên İran û desthilatdarîya İraq-Tirkîye li ser  Başûrê Kurdistanê diparêzin. Rola wan û karesatên wan ne meşrû ne.

Xîyaneta Partîhezî û berjewendîperestî ji pir beşan pêktê û ev bi dewletên dijmin û hêzên navdewletî re têkildare. Beşa bi İraq ve, beşa bi Îran ve û beşa bi ser Tirkîye û Sûrîye ve û beşa bi têkilîyên navdewletî ve girêdayî; di yek armancê de tevdigerin. Ev beş hemû di helwesta dijîtîya serxwebûn û encamên referandûmê de digihêjin hev. Eşkere dijî avakirina dewleta Kurdistanê ne û xwe beşek ji İraq, siyaseta ereban, tirkan û farisan dibînin. Di daxuyanî û karesatên xwe de bi şîweyek vekirî dixwazin ku tevgera serxwebûnxwaz têk here. Ev daxwaza têkçûnê, daxwaza dijminên kurdan e û lingê xîyanetê dinav kurdan de xizmetê ji vê re dike.

Divê em çanda mejûyê Kurd û Kurdistanî derxin pêş; ku partî û tevgerên me di xizmeta miletê me û welatê me de bin. Ne milet û welat di xizmeta ruhê partîzanî de têk here.

30.04.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir