Siyarên Deşta Anatoliyê

Sîyarên Deşta Anatoliyê, romanek di derbarê Kurdên li Anatolîya xwecî ne, ji alî Muzaffer Özgür ve hatîye nivîsandin.

Siyarên Deşta Anatoliyê
Muzaffer Özgür

Muzaffer, ev bîst sal in ku bi hinek hevalên xwe re, di derbarê Kurdên Anatolîya’yê de kovara bi navê Bîrnebûn diweşîne. Ev kovar jî bi her alî di derbarê Kurdên Anatolîyayê de agehdarîyên girîng dide me.

Helbet di derbarê dîroka nuh û kevin ya Kurdên Anatolîyê da, pirranîya kurdan ne agehdarin. Qet nebe, ji bo demek dîrokî, ev pirtûk agedarîyekê dide me.

Helbet nivîskarê hêja Muzaffer Ozgur ev pirtûk, ji serpêhatîyên bav û papîrên xwe, ji qewimandinên civata kurdên Anatolyayê pêk hatiye berhev kiriye.

Gava meriv vê pirtûkê dixwîne, meriv nahizire ku behsa civatek Kurd ya li welatekî bîyanî dike, meriv divê qey behsa civatek li herêmek Kurdistanê dike.

Pirtûk, mina ku di pêşgotina wê de jî tê dîyarkirin, bi zaravê kurmancî, bi devoka wê herêmê hatîye nivîsandin. Loma hin gotin hatine kinkirin û guhertin, hin kîteyên gotina berevacî bûne û hin gotinên biyanî tevlê bûye. Hin gotinên êdî li Kurdistanê civat bi karnayne, yê resen kurdî ye jî hatîye karanîn. Wek dastandin (rawestandin), îşmar (işaret), hevşo (gov,gom), koçerî (zozan) û wekî din…

Mina hin devokên kurdî, di devoka kurmancîya Anatolya navîn de jî, hin gotin ya tên kinkirin yan jî forma xwe diguherin. Mina siwar bûye siyar; seba yan bila bûye ma; çandin bûye çinandin; pîvaz bûye pîzav; hejmar bûye dêmjar/êmcar; biraştin bûye bijartin; dahol bûye dol; kilandin bûye kuvandin; hîkaye yan hikayet bûye hekat; zuha bûye ziya; histirî bûye sirî. Xerman: bênder; qoş: gêre; lihêf: orxan; solix: bêhn; merlix: meriv/lêzim; serîn: hênik.

Lê ji xeynî çend gotinên cuda, pirtûk bi kurmancîyek ku her devoka kurmancî têde bigehîje hatîye nivîsandin.

Pirtûk, bi sêwirandina erdnîgarî û rewşa pincar û heywanên deşta Anatolîya Navîn ku kurd lê bi cih û war bûne destpêdike. Bahsa jîyana gel ya aborî, civatî û çandî dike. Gelê kurd ku li wir bi cîh û war bûye, ji kîjan herêman çûne, ji kîjan eşîret, ber, malbat û bavikan hatine, li ku gund avakirine nivîsandîye. Behsa zordarî û xwîkîtî, serhildan kuştin û koçberkirinên dewleta Osmanî dike.

Li gor nivîskar, hemû kurdên Anatolyê, bi darê zorê nehatine; hin malbat jî ji ber sebebên cudareng mina ji bo çêra pez yan ji ber nakokîyên civatî hatine, li wir bi cîh bûne.

Şer, kuştin, dijmintî û pirsgirêk û nakokiyên navbêna êl û eşîrên kurdan de, li vir jî dem dem xwe rêdide. Têkilî, örf û edetên civata kurd bi gelek awayî dîyar dike.

Nivîskar, di pirtûka xwe de, bi hestên rasgoyê civata Kurd, rewşa vê civatê ya sîyasî jî ronî dike û disêwirîne. Piştî avabûna Komara Tirk, bi înkara hebûna gelê Kurd û qedexekirina ziman, dirok, çand û hemû rûmetên netewa Kurd, ew jî li Anatolyayê para xwe ji wê înkar, qedexe, tade û zordarîyê werdigirin!

Wek civatek ji maf û azadîya xwe ya demokratîk bêpar maye, her çiqas nikare serî hilde jî guhdarî Kurdistanê ne û dixwazin bi şêweyekî alîkarîya birayên xwe yên serhildêr bikin.

Dewleta faşîs ya mêtinkar, li herêma Anatolya Navîn jî li hember revok û mahkûmên Kurd bi xayintî tevdigere, ji bo otorîteya xwe serî li her qulp û hîleyê dide! Loma pirtûk, bi drama darvekirina lehengên romanê, şîn û negihîştina miradan bi dawî tê.

Ev pirtûk di warê dîrok, çand û jîyana civata kurdên Anatolya Navîn de belgeyek bêhempa ye. Gava meriv dest bi xwendina vê pirtûkê dike, heta ku neqedîne, meriv naxwaze ji dest xwe berde! Hêjayî ku her kurdek vê pirtûkê bixwîne!

Xidir ÛSO

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir