Komên çekdar ên li Şingalê peymana Pêkvejiyana Civakî red dikin

Komên çekdar ên girêdayî PKKê li Şingalê peymana Pêkvejiyana Civakî ya ku di dawiya meha Adarê de di navbera eşîrên Ereb, aliyên Îslamî û Êzîdî de hatibû îmzekirin red kirin, ku armanca wê dubare avedankirina bajêr, aştiya civakî û pêkvejiyana hevbeş e.

Roja 30ê Adara borî, hejmarek ji serokên eşîrên Ereb û Êzidî, ji bo pêkanîna aştî û pêkvejiyana hevbeş di navbera her du civakan de, peymanek bi navê Pêkvejiyana Civakî îmze kirin. Tiştên herî girîng di nava wê peymanê de, nûavakirina deverê, komkirina hemû dosyeyên tawan û terorê bo dezgehên dadwerî û ewlehiyê û vegera xelkê bo mal û gundên xwe bûn.

Herwiha di peymanê de daxwaz hatiye kirin ku rewşa ewlekarî ya bajar û derdora wê were yekkirin û hemû hêzên çekdar bi yek îdareyê bin û bi hikûmetê ve werin girêdan. Herwiha proseya qerebûkirina kesên ku ziyan dîtine, bi taybetî xizmên qurbaniyan bê kirin, projeyên dabînkirina ava vexwarinê, projeyên avdanê ji bo rûbirûbûna bandorên guherîna keşûhewayê û pêşxistina sektora çandiniyê li herêmê bên cibicîkirin.

Zêdetirî neh salan ji piştî rizgarkirina Şingalê ji DAIŞê, gelek koçber ji tirsa nebûna ewlehî û kontrolkirina deverên wan ji aliyê milîs û komên çekdar ve red dikin ku vegerin malên xwe.

Li ser vê yekê, Mihemed Ednan ku kesekî navdar ê eşîra El-Bohemdan e got, yên ku li dijî peymanê ne, kesên nêzîkî PKKê, hevalbendên Îranê û yên di nav komên çekdar ên Iraqê de ne.

Got jî, di peymanê de piştgirîkirina Şingalê û çareserkirina pirsgirêkên civakî û danîna planeke bingehîn ji bo vegerandina koçberên ku ev nêzî 10 sal in li kampan dijîn e. Herwiha cibicîkirina vê peymanê ji bo aramî û aştiya civakî û pêkvejiyana hevbeş a pêkhateyan li Şengalê, gaveke erênî ye.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *