SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -5

Di hefsxanê de, sîstema perwerdeyê ya pkk, ji alî berpirsên navendî û yên bi balkêşî hatine hilbijartin bi rêve diçe. Werê ku her sanîya girtîyan tije ye. Dema ku ji xwe re bifikirin, bi hev re sohbet bikin yan razên, serê xwe rehet bikin jî nahêlin. Armanca perwerdê, bi temamî şuştina mejî ye û çêkirina yek tîp mirov e.

Nivîskar, ji bo ku li navenda rêvebirîya hemû hefsxana ye, loma têdigehîje ku pirsgirêkên partîyê û endaman li her derê wek hev e. Sebeb jî ne endam in, lê helwesta partîyê ya bi zanîn bixwe ye. Armanc, herkes sucdar bibe û di bin rexneyên hevdu de bên eciqandin, têkevin bin bandora psîkolojîyek xwe timî bi kêmanî û bêîrade his bikin û teslîmî îradeya partîyê bibin.

Ji bo ku serokê Çeçana bi telefona satelîtê dipeyive, di nava pênc deqeyan de Rûs wî bi mûşekekê dikujin. Bi ser de jî di vê kuştinê de tilîya mîta tirk heye. Nivîskar, mîna her mirovê xwenda û baqil, dipirse: “ciyê serokê me xwanêye û bi her yekîneya gerîla re bi seetan bi telefona satelîtê dipeyive, hem ciyê xwe û hem jî ciyê yên pê re dipeyive xwanê dike. Lê dewleta tirk, çima naxwaze ‘‘serok‘‘ ji holê rake!? ‘‘serok‘‘ ya merivê wan e yan jî herî baş li gorî berjewendîya wan tevdigere!”

Nivîskar, bi lênerînek rasteqîn, di kesayeta çend kadirên pkk de ku çawa Ocalan ji kapasîte û rastîya wî bi dûr xistine û partî di nava qalibên îdeolojîk û şaşîyên Ocalan de fetisandine, radixe ber çavan. Hela di nava pkk de, trajedîya pîvana xeta zirav ya di navbêna şoreşgêrî û îxanetê de, tenê bi qebûlkirin û neqebûlkirina teorî û pratîka Ocalan ve girêdan, bi mînak û zimanekî vekirî eşkere dike.

Nivîskar, behsa vê rewşê jî dike. Gundîyên Kurd ku zarokên xwe çawa ji ber pkk vedişêre, bi serhatîyên trajîkomîk behs dike!

Balê dikişîne ser, ew kesên ku bi yek gotina tirkî nizanin, di nav pkk de bê çawa êdî nema dixwazin bi Kurdî bipeyivin.

Kesên di nav pkk yan gerîla de herî mêrxas, baş û camêr jî çawa dikarin întîxar bikin û ji wan biqetin yan birevin û bibin xayin.

Di kongereya pkk ya 3. de, Apo sîstema sekreterîyê radike, xwe serok îlan dike. Biryara rêziknameya rexnegirî û li xwe rexnegirtin, vejinandina kesayetê dixe rojevê. Armanc jî keseyet û îradeya kadroyan  ji holê rake. Bi vê kongreyê hemû kadroyên gehîştî û jêhatî ji wezîfê digirin, dewsa wan de kadroyên bê tecrûbe û bi xwe ve girêdayî wezîfedar dike. Di vê kongreyê de biryarên  girîng hatin girtin: yên mîna ‘‘kanûna leşkerîya bi zor, berevkirina baca bi zor û herêmên rizgarkirî‘‘, lê pêkanîna wan ne pêkan bû. Piştî van biryaran zulm û zordarîya mezin li gelê Kurd hat kirin û bi diruşma ‘‘gulle adresê napirse‘‘ tevlî zarok, kal û pîran qetlîam hatin kirin. Bi taybet talîmatên, diviyabû li şûna otorîta eşîretan, otorîta pkk bihata tesîskirin. Loma bi taybet, hin serokên eşîr yên welatperwer û malbatên wan ku bi tirkî jî nizanîbûn hatin armanckirin. Sîyaseta şaş ya bi zordarî li hemberî gelê Kurd, bû sebeba ku gelek gund an eşîret bibe parêzvan (korîcî) û hevalê dewletê.

Xerabî û şaşîyên ji alî partîyê ku bi talîmatên Apo hatin kirin jî bera hustîyê komutanê gerîlla yê herî fedekar didan. Ji bo Apo paqij derkeve jî beşek ji komutanan hat îşkencekirin û cezakirin. Hin kesên ku wek çete û xayin hatin bi navkirin û xerckirin yê mîna Hogir jî derbasî alîyê hêza dewletê bûn.

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *