SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -1

Pêşgotina pirtûkê bi xwe, kurtasîya dîroka trejedîya gelê Kurd ya çil salî ye. Neteweyek, bi destê dewleta mêtinkar ku bi navê rizgarîya Kurd û Kurdistanê, bi rêya serok û partîyekê çawa neteweya Kurd roj bi roj dihelîne û pûç dike, birêz Huseyîn Kaytan bi zimanekî hêsan dide têgehîştin.

Tu kes nikare tevgerekê ji kadir û endamên wê çêtir nas bike û analîz bike. Loma ev merivên welatperwer, ji bo ku ji gel, welat û çanda xwe hez dikin, beşdarî tekoşîna rizgarî û azadîya van rûmetan dibin; lê piştî demekê, ji dêvla armanc û daxwazên ku ew hêvî dikin, li rastîyek din rast hatin!

Nivîskar, devji jîyana xwe ya kesane, meslekê ku di encama zanîngehê berdide, ji bo serxwebûna welatê xwe û azadîya gelê xwe, berê xwe dide qada xebata partîzanî. Piştî ku dikeve hefsê, hêdî hêdî partîya ku kana hêvîyên wî ne, nas dike. Dema dest bi lêpirsîna sîyaseta wê dike û dest bi rexnekirinê dike, beramberî ceza û nefîya hevalên xwe û mahkûmî hefsa Eskîşehîr tîpa hucre dibe.

Nivîskar, di destpêkê de ku behsa girtinan dike, deşîfrekirin û girtina endamên pkk, bi ecemîtî, mikurhatin û verşandina endaman, şopgerandin û mahareta polîs ve girêdide. Lê piştre dide xuyakirin ku ji jor berbe jêr de, îstîxbarata dewletê, di nav vê partîyê de çiqas bi rêxistin e.

Ocalan, hejmarê telefona xwe ku qet nayê guhertin dide berpirsîyarên ku li Turkîye û Kurdistanê karê partîyê dimeşîne. Ew bi rêya telefonê raporan dide Apo û Apo jî birayar dide û ferman dide; MÎT jî gohdar dike û kijan endam yan rêvebirê ku ji wan re bi zerar be digirin, perîşan û rezîl dikin û davên girtîgehê.

Nivîskar, partî û rêxistinên îlegal, li girtîgehan û li derve, bê çawa di bin kontrola îstxbarata dewletê de ye ku hayê dewletê çawa ji her kiryara wan heye, lê tenê hayê endaman û gel ji xebat û pirêza wan tuneye, eşkere dike.

Çi kesê ku li ser navê pkk tê girtin, berpirsên pkk yên hefsê, ji wan dixwazin ku kurtejîyan û derbasbûna xwe binivîsin; gava derewan bikin û derewên wan derkeve meydanê, wê pkk`ya hundur wan ceza bike, lê dema ku rastîyê jî dinivîsin û bi rastî têkilîya wan bi pkk re hebe, ew destnivîs dikeve destê polîsan û diçe ber destê hakim; hakim jî bi rêya wan belgeyan wek mukurhatinekê û ispata sûc, wan ceza dike.

Salih dide famkirin ku kesê herî nezan jî zane ku demajoya Îmralî teslîmîyet e û yên mîna M.Can Yuce jî di helwesta xwe de rast in.

Ji bo ku pkk di xapandina zarokan de, di propaganda derewan de tu sînorî nasnake, ji kesên hîn di temenê zaroktî de dibên: ‘em pîlotan jî perwerde dikin‘ û bi vê sozê jî zarokan dibin çîyê.

Salihê ku bi hestê Kurd û Kurdistan û rizgarxwazîya netewî beşdarî pkk bûye, li gor zanîna xwe ya welat û perwerdeyek demokratîk ya Ewropa ku di xeyalê xwe de partîyek demokratîk dihizire, lê di pratîkê de dibîne ku di vê partîyê de, ne Kurdistanîbûn û ne jî demokrasî heye; li partîyek hişk ya brokratîk û antî demokratîk rast tê.

Salih, trajedîya têkçûna serhildana Şêx Seîd û perçebûna Kurdistanê, di taybetîya perçebûna malbata xwe ya li beşê Kurdistanê yê cuda de, bi xemgînî îfade dike.

Rewşenbîrên Kurd yên heta salên 1970yan, bi giranî meleyên medrasan bûn. Ji bo ku di perwerdeya medresê de, di warê edebîyatê de, navdarên Kurd yên mîna Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Cegerxwîn û di warê dîrokê de jî dewletên Kurd yên di seranserê dîrokê de avabûne, tevgera Kurd piştî perçebûna Kurdistanê ya Şêx Seîd, Qazî Mûhamed, Şêx Mahmûd û Berzanîyan rê feqîyan dîdan, di hestê netewî de medrese rolek girîng lîstin.

Nivîskarê bi rêz Salih jî ji bo di malbatek di van medreseyan de perwerde bûne ku di nava tevgera Kurd de cîh girtîye, mezin bûye; vê rewşa, di hişê wî de welatperwerî zindî hîştîye û bûye egerê beşdarîya tevgera Kurd.

Dewam dike….

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *