Sembola Yekîtî û Serxwebûnê Dr. Suleyman!

Dr. Suleyman, Saîd Çurukkaya, xwedîyê bawerîya rizgarkirin û avakirina Kurdistana serbixwe li her çar perçê Kurdistanê bû. Dr. Suleyman ji dil bawer dikir ku li kîjan perçê Kurdistanê tekoşîn û şerê serxwebûnê bê dayîn û pêwîstî ji Kurdên perçeyên din hebe, wek yekîtî û hevkarîya netewî bê dudilî here bi îrade û rêvebirîya tevgera wî perçeyî re bibe yek û jîyana xwe ji bo gelê Kurd bibexşîne.

Ew xwedîyê kedek şoreşgerî û welatperwerî ya canfîdane bû. Wî him du birayên xwe û him jî gelek rêhevalên xwe di rêya rizgarîya netewî de şehîd da. Loma xwe deyndarê rûmetên netewî û wan şehîdan didît.

Wî yekîtîya netewî, bi pirêza xwe, bi helwest û tekoşîna xwe, bi şehadeta xwe da îspatkirin. Wî ne tenê bi çeka xwe şer dikir, him di warê taktîk û stratejîk yê sîyasî û leşkerî pêşmergeyên ciwan jî perwerde dikir, him jî li hember dezenformasyona neyarên netewî, raya Kurd ji rastîyan agehdar dikir. Loma xwedîderketina Dr. Suleyman, ji bo her Kurdekî vatinîyek netewî ye.

Gelê Kurd, tevger û sazî, welatperwer û rewşenbîrên Kurd, şehadeta Dr. Suleyman, li gorî mezinahî û rûmata wî, him li Başûrê Kurdistana, him ji alî Kurdên Ewropa yê her çar perçan ve û him jî li Bakurê Kurdistan bi merasimên girseyî û watedar hat bi bîranîn. Dr. Suleyman, ji bo gelê Kurd êdî bû sembolek yekîtî û serxwebûna netewî ya dîrokî. 7-11-2016

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *