Sine: 21 sal cezayê girtîgehê ji bo Rojnamevan û çalakvaneke mafên jinan hat birîn

Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, 21 sal cezayê girtîgehê ji bo rojnamevan û çalakvana mafên jinan Jîna Muderîs, hat sepandin.

Li gorî raporta Komeleya Mafên Mirov Hengavê, rojnamevan û çalakvana mafê jinan Jîna Muderîs ji aliyê dadgeha şoreşa Sinê ve bi tometa pêkanîna teste û grûbên neyasayî, bi mebesta roxandina desthilatê cezayê 10 sal girtîgehê li ser hatiye sepandin.

Herwaha Jina Muderîs, bi tometa hevkarîkirina bi kom û welatên dijber re 10 sal cezayê girtîgehê û bi tawana propaganda li dijî hikûmetê jî bi salek cezayê girtîgehê hatiye mehkûmkirin.

Ev ronjamevan kurde û pêştir ji ber çalekiyên medenî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve zext li ser hebû ye û pirtûkfiroşa wê ya bi nave Jîra, li Sine ji ber pêbendnebûna bi hicaba neçarî ango sergirtina neçarî, ji aliyê hikûmetê ve hatiye daxistin.

BN

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *