Silêman Oso bû serokê nû yê ENKSyê

Silêman Oso bû serokê nû yê Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS).

Silêman Oso ku di heman demê sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî ye, îro di civîna serokatiya ecumenê de wekî serokê ENKSyê hate hilbijartin.

Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) 2011an li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê hatibû avakirin.

Di nav ENKSyê de gelek partî, kesayet û rêxistin hene.

Herwiha ENKS di nav Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê de jî cih digire.

Silêman Oso kî ye?

– Sala 1959an li gundê Til Dîkê yê Dirbêsiyê ji dayîk bû ye.

– Di salên 70yî de tevlî tevgera siyasî ya Kurd bû.

– Sala 1992yan ji aliyê hêzên ewlehiyl yên Sûriyeyê ve hat girtin.

– Piştre jî gelek caran ji ber xebatên xwe yên siyasî hate girtin

– Dema ku di zindanê de bû wekî endamê komîteya navendî Partiya Yekîtî ya Kurdistanî hate hilbijartin

– Sala 2018an bû sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanî

– Sala 2019an bû endamê Encumena Serokatiya ENKSyê

– Bavê 6 zaroken e

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *