Şêx Murşid Xeznewî: Divê partiyên Kurdan bibin yek

Şêx Murşid Xeznewî got, “Dîroka sed salên din tê nivîsandin, divê partiyên Kurdan bibin yek.”

Piştî komxebata ku doh li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê Kurdan hat lidarxistin, îro jî ji bo yekîtiya partiyên Kurdan komek çalakvanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bi navê Înîsiyatîva Gel a Serbixwe komxebatek li dar xist.

“Dê dîroka sed salên din bê nivîsandin”

Li gorî nûçeya ANHAyê, Şêx Murşid Xeznewî di komxebata ji bo yekrêziriya Kurdan de got:

“Dê dîroka sed salên din bê nivîsandin. Lazim e partî û rêxistinên me yên Kurdî li ser çend xalên hevpar yên ku netewebûnê pêk tînin, li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.

Zarokên me yan dê bibêjin siheta we xweş, an jî dê naletê li we bikin.”

Şêx Murşid Xeznewî li ser sekna partiyên Kurdan ev nirxandin kir:

“Em ti carî ji partî û rêxistinên Kurdî dûr nakevin, wan bi salan ked daye û ji bo gelê Kurd xizmet kiriye.”

“Divê partiyên me bi yek dengî biçin Şamê”

Şêx Murşid da zanîn ku sedema vê komxebatê jî ew e ku hinek zextê li partiyên siyasî bikin û wiha dom kir:

“Em li hev civiyane ji bo ku em zextê li ser partiyên Kurdî çêbikin da ku yekrêziya neteweyî pêk were.

Armanca me ne ew e ku em hemû partiyên siyasî yên Kurdî bînin ser yek fikrê.

Dibe ku di fikran de cudahî hebin lê lazim e partî û rêxistinên me yên Kurdî li ser çend xalên hevpar ên ku netewebûnê pêk tînin, li hev bikin û bi yek dengî biçin Şamê.”

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *