Îranê Xelata Sakharovê ji parêzerê malbata Jîna Emîniyê sitand

Hêzên ewlehiyê yên Îranê ji parêzerê malbata Jîna Emîniyê Salih Nîkbex Xelata Sakharovê sitandin.

Parlementoya Ewropayê îsal Jîna Emînî û Tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” hêjayî xelata Sakharovê hatin dîtibû û li ser navê malbatê Salih Nîkbex ew xelat wergirtibû.

Parêzerê malbata Jîna Emîniyê Salih Nîkbex dema ji Strasborgê vegeriya Îranê şeva borî li balafirgeha Tehranê hat desteserkirin.

Li gorî rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê li balafirgehê dest danî ser telefona û pasaporta Salih Nîkbex.

Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlehiyê Xelata Sakharovê jî ji parêzêr sitandine.

Salih Nîkbex ji bo wergirtina Xelata Sakharovê ku pêşkêşî Jîna Emîniyê hatibû kirin çûbû Fransayê.

Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê (KHR) ragihand ku hêzên ewlehiyê ji Salih Nîkbex re got ku derketina derve li wî hatiye qedexekirin.

Îranê rê neda bavê Jîna Emînî biçe xelat werbigire

Li Parlementoya Ewropa Xelata Sakharovê pêşkêşî keça Kurd Jîna Emîniya ji Seqizê ku par polîsên exlaqî yên Îranê ew kuştibû hat kirin.

Lê ji ber ku rê li ber malbata Jîna Emînî nehate dan ku biçe Strasborgê.

Ew yek bû sedema nerazîbûna Parlamentoya Ewropayê.

Parlamentoya Ewropayê xwest ku Îran rê li ber wan negire lê Îranê dîsa ya xwe kir.

Salih Nîkbext li şûna malbata Jîna Emînî xelat wergirt

Xelat, li Parlamentoya Ewropayê ya li bajarê Strazburga Fransayê bi merasîmekê hat dayîn.

Parêzerê malbatê Salih Nîkbext li ser navê malbatê xelat wergirt.

Salih Nîkbext li Parlamentoya Ewropayê gotara dayîka Jîna Emînî pêşkêş kir.

Di gotarê de hate gotin ku Jîna bû sembola azadiyê û xewna rizgariyê ji cihê jidayîkbûna xwe Kurdistanê.

Xelata Sakharovê xelata mafên mirovan e ku her sal ji bo “rêzgirtina kes û rêxistinên ku mafên mirovan û azadiyên bingehîn diparêzin” tê dayîn.

Çi bûbû?

Leça Kurd Jîna Emîniya 22 salî di Îlona 2022yan de serdana Tehranê kiribû û ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê ve bi tohmeta ku çarşefa xwe “ne guncav girê daye” hatibû girtin.

Jîna piştî çend rojan canê xwe ji dest da, bavê wê, Emced Emînî wê demê ji Rûdawê re ragihandibû ku wê bi lêdana polîsan canê xwe ji dest daye.

Jin, Jiyan, Azadî bûbû remzek

Piştî mirina Jîna Emîniyê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin dest pê kirin û di wan xwepêşandanan de jinan rola sereke lîstin ku dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” bû remzek.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *