Serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkariyên darayî pêşkêşî rizgarbûyên destê DAIŞê dike

Bi biryara Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî alîkariyên darayî li ser zêdetirî 3 hezar û 500 welatiyên Êzîdî yên ku ji destê terorîstên DAIŞê rizgar bûne, tên dabeşkirin.

Serokê Binkeya Çandî û Civakî ya Laleşê Seîd Jirdo îro 4ê Tîrmehê di kongreyeke rojnamevanî de got: “Alîkariyên darayî ji bo hemû welatiyên Êzidî yên ku ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, dibe, heta ewên ku piştî rizgarbûna xwe çûne derveyî welat jî.”

Seîd Jirdo diyar kir, welatiyên Êzidî yên li derveyî welat dijîn, dikarin online forma xwe dagirin ku dê roja yekşemê ji aliyê Binkeya Laleşê ve bên belavkirin.

Serokê Binkeya Laleşê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo pêşkêşkirina wan alîkariyên darayî û tekezî li ser wê yekê kir ku Serokwezîr hertim piştgîriya Êzdiyan kiriye û hewla dabînkirina mafên wan daye.

Li gor Seîd Jirdo, kesên rizgarbûyî yên li Şingalê dijîn, dikarin serdana wan bikin û alîkariya darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê werbigirin û ji bo vê yekê jî komîteyeke taybet hatiye avakirin.

Her di çarçoveya piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Êzidiyan de, roja 18-07-2024an, li ser raspardeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Wezareta Perwerdeya Herêma Kurdistanê biryar da, kesên ku ji êdestê DAIŞê rizgar bûne û di lîsteya rizgarbûyan de hatine tomarkirin û ji xwendinê hatine dûrxistin, tevahiya hêsankariyan ji wan re tên kirin, ta ku careke din dest bi xwendinê bikin.

 

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *