Serokê Serhildana Neteweyî yê Koçgiriyê Nûri Dersîmî…

Îbrahîm GUÇLU 

Berîya 48 salan di 22.08.1973an de Dr. Nûrî Dersîmî jiyana xwe li Helebê ji dest da. Navê wî esil Mehmet Nûrî Dersîmî ye. Lê ew wek Dr. Nûrî Dersîmî tê nas kirin. 

Dr. Nûrî Dersîmî di sala 1890î de li Dersîmê qezaya hozatê gundê  Axzûnikê  hatîye dinyayê. 

Gorî bi xwe di xatiratên xwe de dinivîsîne: Ew kurê Mehmet Elîyê Çolikzade ye. Ew bi xwe ji alîyê bav de ji eşîreta Mîlan e. Dêya wî ji eşîreta Axçanan e. Ew di sala 1899an de dest bi dibistana destpêkê dike. Pişt re li Rûştîya Leşkerî ya Xarpûtê perwerdaya xwe didomîne. Lê di sala 1904an de dest ji dibistana leşkerî berdide, li Xarpûtê dest bi bakelorî (lîseyê) dike. Piştî ku li lîseyê (bakeloriyê) diqedîne diçe Stenbolê di sala 1911an de li Sultanehmedê Mekteba Weterînerîyê perwerdaya xwe didomîne. 

Dr. Nûrî Dersîmî dema li Stenbolê xwendevan e, di nav Tevgera Kurd de bi aktîfî cî digre. Serxwebûna Kurdistanê ji bona xwe dike amaç. Loma jî rêxistinbûna Kurd pêwîst dibîne. Di destpêkê de dibe endamê Cemîyeta Hêvî ya Xwendevanên Kurd. Di sala 1912an de dibe sekreterê giştî yê Cemîyeta Muhîban ya Kurdistanê. Pişt re jî dibe endamê Cemîyata Tealî ya Kurdistanê ku jê re Şêx Ebdulkadîrê kurê Şêx Ubeydûllah Nehrî serokatî dikir. 

Di sala 1914an de Şerê Cîjhanî yê 1em dest pê kir. Berîya ku ew dibistana xwe biqedîne,wî jî digrin leşkerîyê û dişînin Dibistana Herbê û li wir jî 2 meh perwerdaya leşkerî pêk tîne. Pişt re jî ew li Beykozê di dezgeha Baytarî de wezîfedar dibe. Lê li wir jî wî nadin sekinandin, wî dişînin Kurdistanê bajarê Erzincanê. Ew ji vêyekê gelek kêfxweş dibe. Li Erzîncanê wek Hekîmê Weterînerî kar dimeşîne. Dema ku wezîfeya xwe ya leşkerî didomîne, bi eşîretên Dersîmê re pêwendiyên xwe xurt dike. 

Di sala 1916an de leşkerîya xwe diqedîne û vedigere Stenbolê. Dibistana xwe didomîne û di 22 Îlona 1918an de dibistana xwe ya bilind xelas dike û fermî dibe weterîner. Piştî wê jî wek “Nûrîyê Baytar” tê nas kirin. 

Piştî ku Şerê Cîhanî yê Yekem diqede, di derbarê kurdan de operasyonek dewletê dest pê dike. Ez bawer dikim ku bayê Peymana Sewrê herikîye. Di encama lê pirsînekê de ew jî li Dîwana Herbê tê darizandin. Lê Dadgeha Dîwana Herbê wî beraat dike. 

Lê di Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê de ji bona serxwebûna kurdistanê minaqeşeyeke dijwar heye. Beşek endamên cemîyetê di çarçeweya Împaratorîya Osmanî de dixwazin pirsgirêka neteweya kurd çareser bibe. Beşek endam jî serxwebûna Kurdistanê diparêzin. Dr. Nûrîyê Dersîmî jî serxwebûn û dewletbûna Kurdistanê diparêze.. 

Dr. Nûriyê Dersîmî, di wê bawerîyê de bû ku Kemalîst û rejîma wan, dê gelek xeter be. Mafên kurdan nas nake. Loma jî hîç demekê divê bi wan bawerî nebe. Loma jî plana xwe ya serxwebûna Kurdistanê gav bi gav dimeşîne. 

Dr. Nûriyê Dersîmî, piştî ku mekteba weterînerî qedand bû baytar, bi piştgirîya Şêx Seyit Abdulkadir diçe Sîwasê qeza Zara û beldeya Umranîye. Ji wir jî derbasî gundê Boxazvîranê debe. Li wir bi Haydar Mistefapaşazade û birayê wî Alîşan û katibê Elîşan Elîşêr re danûstandin dike. Ji wan daxwaz dike ku rêxistneke Kurdistanî ava bikin. Ew jî, ji daxwaza wî re erê dibêjin. Lê di 20.12.1920an de, ji bona karûxebatên xwe yên kurdewarî û Kurdistanî tê girtin û pişt re sebest tê berdan. 

Piştî ku serbest tê berdan li Koçgîrîyê serhildana milî ya Kurdistanê organîze dike. Armanca serhildanê, serxwebûn û dewletbûna kurdistanê bû. Hezar mixabin serhildan di demeke kurt de bi awayekî gelek barbar hat şikandin. Qetlîamek hat li darxistin . 

Ew piştî serhildana milî ya Koçgiriyê, ji aliyê Dadgeha Dîwanî Herb de di 25ê Hezîrana 1921an de di giyaba wî de tê siza kirin. 

Dr. Nûrîiyê Dersîmî diçe Eyaleta Dersîmê cîwar dibe. Li Dersîmê dibe şewirmendê serokê Kurdistanê Seyîd Riza. Ew jî bû sedem ku gelek eşîret ji Seyît Riza re bibin piştgir û tîfaqkar. 

Li Dersîmê, bi Seyîd Riza re beşdarî xebata neteweyî bû. Lê hezar mixabin Dewleta Kemalîst piştî demekê, li Dersîmê desthilatdarîya xwe pêk anî. Qetlîameke mezin li darxist. Seyîd Riza ji bona ku pêşîya qetlîamê bigre biryar da ku bi M. Kemal re danûstandin bike. Wî jî qebûl kiribû. Lê dema ku ew danûstandin bike, dil hat girtin. Dadgeha îstîklalê de hat dadgeh kirin. Sizayê îdamê girt. Salê wî mezin bûn, loma gor qanûnê diviya bû ku îdam nebibûya; lê salê Seyîd Riza hat mezin kirin, ew îdam kirin. Salên lawê wî biçûk bûn, diviya bû ku gor qanûnê nedihat îdam kirin, salê wî jî hatin mezin kirin, li ber çavên bavê wî Seyîd Riza hat îdam kirin. 

Dr. Nûriyê Dersîmî, piştî Dersîmê şikest xwar, Kemalîst li Dersîmê desthilatdar bûn, li bajêr dîktatorîyek barbar ava bû; xwest derkeve derveyî welêt, qetlîam û xirabîyên li Dersîmê hatine kirin deşîfre bike. 

Loma jî xwest ku derbasî Ewrûpayê bibe, xebata xwe li wir bimeşîne. Lê derfet nebû ku derbasî Ewrupayê bibe. 

Wê demê biryar dide ku derbasî Surîyeyê bibe. 

Demekê li Kirikxanê ma. Pişt re di 1ê Tirmeha 1938an de derbasî Sûrîyeyê bû.

 Sûrîyeyê xwest ku wî teslîmî Dewleta Tirk bike. Ew bi alîkariya Fransizan di 24.12.1938an de derbasî Urdunê dibe. 

Hevjîna wî Ferîde Xanim jî di 2ê Tirmeha 1939an de derbasî Urdunê dibe. 

Dr. Nûriyê Dersîmî, di sala 1941an de dîsa vedigere Sûrîyeyê. Li Azezê dibe weterîner. Lê konsolosxaneya Tirk ya li Helebê ji bona ku Azez nêzikî sînorê Tirkiyeyê û hebûna Dr. Nûriyê Dersîmî dê zirar bide wan, loma ew ji Azezê tê dûrxistin. 

Dr. Nûriyê Dersîmî  di 23ê Tebaxa 1941an de neqilî Hemayê  tê kirin. Di sala 1942an de jî li Îdlîbê weterînerî dike. Di sala 1946an de jî ew wek baytar tê li Helebê cîwar dibe. Di sala 1948an de jî li Cebel Druzê kar dike. Di 2ê Gulana 1950yî de wek komunîst tê îtham kirin û loma jî ji wezîfeyê tê girtin. 

Piştî ku ji kar tê girtin li Dêrîka Cezîra Rojavayê Kurdistanê  bi çandinîyê re eleqeder dibe. Lê mala wî li Halebê dimîne.Wek min di destpêkê de jî diyar kir di 22 Tebaxa 1973an de jiyana xwe ji dest da. Berîya ku jiyana xwe ji dest bide, li Efrînê ji bona xwe û hevjîna xwe Ferîdê Xanimê mezeleke çêkiribû û li wir binax bû. 

Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagîr kir, tirbên Kurdan jî ji êrişên hov nesîbên xwe girtin û xesarên mezin dîtin. Mezelê Dr. Nûriyê Dersîmî û Ferîda Xanimê jî ji wan êrîşên hovane zirar dîtin. 

                                         ***** 

 Hîç şik tune ye ku her kurdekî rewşenbîr û siyasetmedar û kurdperwer di salên 70yî de Dr. Nûriyê Dersîmî nas dikir. Bi taybetî jî piştî ku pirtûka wî li Bakûrê Kurdistanê di sala 1976an de hat çapkirin, her kurdperwer, Dr. Nûriyê Dersîmî ji nêzik ve nas kir. Min jî ew ji nêzik ve nas kir. 

Lê dema ku ez cara yekemîn di sala 1978an de çûm Rojavayê Kurdistanê, min Dr. Nûriyê Dersîmî hîn baştir naskir. Derfeta min bû ku ez ji gelek siyasetvanên Kurd û nivîskarên Kurd û xebatkarên Doza Kurdistanê Dr. Nûriyê Dersîmî guhdar bikim. 

Lê bi taybetî jî dema ku min hevjîna wî li Helebê ziyaret kir û nas kir, derfet bû ku ez Dr. Nûriyê Dersîmî baştir nas bikim. Ez gelek caran bûm mêvanê Ferîdê Xanimê. Ferîdê Xanimê bi her awayî mîrata Dr. Nûrî Dersîmî dimeşand, qiymet dida hemû kurdan, kurdperweran, rewşenbîrên Kurdistanê, hevalên Dr. Nûrî Dersîmî û xizmên wî. Kesek e mêvanperwer bû. 

Min di danûstandina xwe ya Ferîdê Xanimê de tespît kir ku pêwendîyên Celadet Bedirxan Beg û Dr. Nûrî Dersîmı gelek baş bûne. Bi malbatî her dem bi hev re bûne. Dîsa min ji Ferîde Xanimê nas kir ku pêwendîyên Dr. Nûrtiyê Dersîmî û Dr. Ehmed Nafîz Zaza gelek baş bûye. Wan bi hev re şirîkatîya çandinîyê jî kirine. 

Min di hemandem de pêwendiyên Dr. Nûriyê Dersîmî, Erîf Abbasê Zazayê Madenê, Haco Axa, Cegerxwîn, Kadrî û Ekrem Begê Cemîlpaşazade, Apê Osman Sebrî, Qedrî Can, Reşîdê kurd, Mele Hesenê Hişyar jî Ferîdê Xanimê guhdar kir. 

Ew kesekî rewşenbîr û serxwebûnparêz ê hişk bû. Ez dikarim bibêjim ku zûlma Ermenîyan li Kurdan kiriye, ez ji wî û ji pirtûka wî fêr bûm. 

Ew kesekî çalakvan û xebatkar bûye. Ji bona ku destê xwe ji kesî re veneke, çandinî kirîye. 

Kesayeta Dr Nûrî Dêrsimî li Kurdistanê û di tevgera Kurd de gelek girîng e. Ez di kesayeta wî de hemû xebatkar û serokên doza azadî û serxwebûna  Kurdistanê yên ku jîyana xwe ji dest dane û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û giramî bibîrtînim. 

Dr. Nûrîiyê Dersîmî serokekî Kurdistanê yê taybet e. Divê em her dem wî bibîrbînin. Ji nivîsên wî û ji bîranînên wî û ji têkoşîna wî ders werbigrin.

 Diyarbekîr, 27. 08. 2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir