Serokê PKKê Ocalan, beriya 23 salan vegeriya hembêza xwediyê xwe Dewleta Tirk

Îbrahîm GUÇLU

Serokê PKKê, kûjerê ciwanên û gele Kurdistanê Ocalan; beriya 23 salan di 15ê Sibata 1999an de ji  cîwar û mala xwe ya duyemîn Dewleta Sûriyeyê vegeriya mal û xwediyê xwe yê yekemin Dewleta Tirk.

 Piştî ku ew vegeriya cem çêker û afirandarên xwe Dewleta Tirk, gelek teoriyên komployî hatin peşkeş kirin. Bi taybetî jî PKKê ji bona ku rastiya Ocalan û PKKê veşêrînin dest bi derewan û manipülasyonan kirin. PKK di wê demê de hostatiya xwe ya derewan û manipulasyonê bes ji gelê Kurd û raya giştî ya Kurdistanê re nişan neda. Ji dinyayê re jî nişan da. Gelek gire girê dinyayê yên nivîskar û lêkolîneger û rojnemevan û berpirsiyarên dewletan yên di derece duyemîn de jî bi hêsanî xapandin.  

Komploya “entellektueltir” û murîd û fanatîkên PKKê gelek hêsanî jê re bibêjin erê ew bû: “Emerîkayê û Dewleta Tirk û îsraîlê bi hev re tîfaq kirin, zor dan Dewleta Sûriyeyê, ew jî di bin gef û zexta sê dewletan de mecbur bû Serokê PKKê ji Suriyeyê derxe. Tîfaqa mezin û emperyalist jî Ocalan li Kenyayê girtin anîn Tirkiyeyê.”

 Lê rastiyek hebû ku  Ocalan li Suriyeyê bû. Ew 20 sal bûn ku li Sûriyeyê jiyana xwe gelek bi rejhetî didomand. Ocalan li hemberî Dewleta Tirk di sala1984an de şer îlan kiribû. Di ser şerê wan re 15 sal derbas bibû, Emerîkayê û Tirkiyeyê tu dem ji bona ku Ocalan ji Sûriyeyê bêderxistin hewildanek nedabûn.

Rastiyeke din jî ew e ku piştî Derbaya Leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî ez jî di nav de gelek Kurdperwer û şoreşgerên Tirkan ji hemwelatî hatibûn derxistin, Ocalan hîn hemwelatiyê Dewleta Tirk bû.

Armanca ew û gelek teoriyên komployî yên din ew bû ku rastiya Ocalan û PKKê veşêrin. Bila vegera Ocalan ya bi dile wî, ji çavan û diqeta Kurdan bê revandin. 

Gelek kesan bi wan teoriyên komployî baweriya xwe anîn. Hîn jî tînin. Murîd û fanatîkên PKKê bi van manîpulasyon û derewan bawerî anîn. Lewra fanatik û murîdên PKKê aqilê xwe teslîmî serokên xwe kiribûn. 

Di ser ev teoriyên komployî re 23 salan derbas bûne, ew kesên kesperest, murîd  û fanatîkên  PKKê bi van derewan baweriya xwe tînin û diparêzin. Ji nû ve van teoriyan germ dikin û dixwin. 

Lê hiç şik tune ye ku Kurdperwer û ew kesên aqilmend;  jiyan û siyaseta  PKKê û Ocalan analîz û şirove dikin, wan teoriyan derewîn derdixin û bi teoriyên komployî  bawerî nakin. 

GELO RASTÎ ÇI YE?

Dewleta Tirk, di navbera salên 1919-1938an de piştî serhildanê Neteweyî yên Kurdistanê qetlîameke mezin pêk anîn. Kurdistan ji kurdan vala kirin. Serokên neteweya kurd bi tevayî îdam kirin. Êşkenceyên mezin li gelê Kurdistanê kirin. Ji bona ku kurdan bikin Tirk û nazariya xwe ya înkarkirina kurdan ku digotin: “Kurd tune ne. Kurd ne neteweyek e. Zimanê kurdî tune ye. Tirk anîn li Kurdistanê bi cîh kirin. Dîsa encama qetlîaman ji raya giştî re diyar kirin, Kurd û mijara Kurdan û Kurdistanê qedandine. 

Lê rastî ew nebû. Kurdan û xwendevanên Kurdan û mezinên Kurdan dîsa  doza Kurd û Kurdistanê meşandin. Li Bakurê Kurdistanê, di sala 1965-an de damezrandina Partiya Demokrat ya Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT), tevgera neteweyî anî merheleke girîng. Kurdan rêxistina serbixwe ava kiribûn. Statuyeke siyasî û otonom ya Kurdistanê daxwaz kirin. 

Bi taybetî jî piştî salên 1970 Tevgera Bakurê Kurdistanê qerektereke girseyî û kîtlewî qezenç kir. Di nav gel û xwendevanan de şax da. Ew tevgera bû sedem ku li  Tirkiyeyê xwediyê nizama müesses û dewletê; Derbaya Leşkerî ya di sala 1971an de çêkirin. Kurd bi awayekî kîtlewî û ji beşên hemû civata kurd hepis kirin, êşkence kirin, cizayên giran dan. 

Di wê qonaxê de, têkoşîna di hepisxaneya leşkeri  û dadgehan de, bû sedem ku Dewleta Tirk stratejiyeke nû di derbarê Kurdan û tevgera Kurdan tespit bikin. Ew strateji jî, di hûndirê Tevgera Bakûrê Kurdistanê de opereasyona tasfiyekirinê bimeşînin. Encama vê jî di pêşengiya Ocalan de rêxistin dan ava kirin. Rêxistina operasyonal ya li dijî rêxistinên Kurdistanê û tevgera dewletbûnê; PKKê ava kirin. 

Ocalan û PKKê li hemberî Tevgera Kurdistanê û rêxistinên Kurdistanê wezîfaya xwe baş pêk anî. Bi hezaran kurdperwer da kûştin. Ev xirabiya bes li Bakurê Kurdistanê nekirin, li hemû beşên Kurdistanê kirin. PKKê nûha jî ji bona Dewleta Federe ya Kurdistanê xirab bike, şerê qirêj dimeşîne. 

Kurdperwer û gelek siyasetvan, gelê me, di derbarê xirabiya Ocalan û PKKê, ji Kurdistaniyan re diyar dikin. 

Piştî demekê dewletê jî û Ocalan jî dît ku ciwanên Kurd yên beşdarî PKKê bûne ku bên tasfiye kirin, ji derveyî kontrola PKKê û Ocalan kar kirin. Wê demê Dewleta Tirk daxwaz kir ku ew vegere mala xwe û hembêza dewletê”. Ji bona vê demekî dirêj hazirî kirin. Dewletê bi riya rojnamevanan û siyasiyên ji bona xwe digotin sosyalist in (wek Doğu Perînçek û Yalçin Kuçuk) vegera Ocalan amade kirin. 

Di wan şertan de PKKê bi zanatî, li ser navên çar dewletan êrîşî PDK û YNKê kir. Ew jî bû sedem ku hêzên navneteweyî ji helwesta wan aciz bûn. Bi vî awayî jî Ocalan ji bona xwe şertên vegerê amade kir. 

Dema vegeriya jî got ku “ez amade me ku ji dewleta xwe re xizmet bikim.” Gelek aşkere jî li dijî serxwebûn û otonomiya kurdan derket. Ji bona ku pêşî li dewletbûna Başurê Kurdistanê bigre, aqil da dewletê. Got ku “li Başûrê Kurdistanê Dewleta Îsraîla 2emîn ava dibe. Vê yekê jî Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê (YE) amade dike. Divê pêşiya vê bê girtin. Em amade ne ku pêşiya dewletbûna kurdan bigrin.” 

Bi kurtî dikarim bibêjim ku Ocalan ji hêlina xwe reviya bû. Çûbû di helîneke din de xizmet ji dewletên din re dikir. Di encamê de jî vegeriya hêlîna xwe ya pêşî û hembêze Dewleta Tirk. 

Diyarbekîr, 17. 02. 2023  

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *