Serokê Kurdistanê li Şengalê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokê Kurdistanê li Şengalê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Piştî azad kirina bajarê Şengalê û derdorê ji aliyê hêzên pêşmerge ve, îro Serokê Kurdistanê û Fermandarê giştî yê hêzên pêşmerge û herwiha Fermandarê giştî yê operasiyona mezin ya azad kirina Şengalê birêz Mesûd Barzanî li ser çiyayê Şengalê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Serokê Kurdistanê di destpêka axaftinên xwe de pîrozbayî li gelê Kurdistanê, xuşk û birayên Ezidî û tevahiya gelên azadîxwaz yên Cîhanê kir  û kêfxweşiya xwe ya li hember azad kirina Şengalê diyar kir û got: Me soz dabû ku emê Şengalê azad bikin û me soza xwe bicîh anî.

Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku pêşmerge bi mêrxasî întîqamê distîne bi namerdî nastîne.

Serok Barzanî eşkere kir ku Şengal beşeke mezin û serekî yê Kurdistanêye û Ezidî jî Kurdên resenin û ti kes û hêzek nikare Şengal û xuşk û birayên Ezidî ji Kurdistan û Kurd bûna xwe qut bike.

Serok Barzanî herwiha diyar kir ku azad kirina Şengalê destkefteke gelek girîng û dîrokiye û hêzên pêşmerge bi qehremanî û mêrxasî karîn întîqama ew welatiyên ku ji aliyê terorîstan ve hatibûn dîlgirtin bistînin û Şengal azad bikin.

Serok Barzanî eşkere kir ku niha xuşkên me yên Ezidî dikarin bi azadî û serbestî bibêjin ku Em keçên şengala Kurdistanê ne û hîmaya berxwedan û jiyanê ne.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku niha li Şengalê ti terorîstek nemaye û vê ji niha û pêde vê emê Şengal bikin navend û tevahiya ew deverên din yên ku di destên terorîstan dene vê werin azadkirin.

Serok Barzanî di beşeke din ji axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê kir ku ji bilî hêzên pêşmerge ti hêzeke din beşdariya operasiyona azad kirina Şengalê de nekiriye.

Serok Barzanî ev yek jî eşkere kir ku vê ji niha û pêde plana sekerî ewe ku hewl were dayîn daku Şengal bibe parêzge û lazime bo vê mebestê jî hikûmeta Kurdistanê tevahiya pêngavên pêwîst bavêje

Åžengal 13-11-2015

Serçavî: waranpress

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *