Serok Barzanî: Leyla Qasim şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya 46mîn salvegera şehîdkirina xwendekara Kurd, Leyla Qasim di daxuyaniyê de ew û hevalên wê bi bîr anî û ragihand ku Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart.

Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê 12ê Gulanê ji ber salvegera darvekirina şehîd Leyla Qasim û hevalên wê ji aliyê hikûmeta Iraqê ya berê ve daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya Serok Barzanî de wiha hat gotin: “Leyla mînaka qehremaniya keça Kurd û sembola azadîxwaziya mirovê Kurd e ku şehîdbûna xwe wekî şanaziyekê hilbijart, lê belê amade nebû jiyana serşorî û bindestiyê qebûl bike.

Silav li giyanê pakê şehîd Leyla Qasim û hevalên wî û hemû şehîdên rêya azadiyê.”

Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê yê Başûrê Kurdistanê ji dayik bibû û ji ber xebatên di rêya bizava rizgarîxwaz a Kurdistanê de sala 1974an ji aliyê hikûmeta Iraqê ve hatibû girtin û di 12ê Gulana heman sale de bi destê hikûmeta Beisa Iraqê ve hatibû bidarvekirin.

Ji wê rojê û heta niha Leyla Qasim bûye sembola jina Kurd a şervana azadî û rizgariya Kurdistanê û di siyaset û edebiyata Kurdî de cihekî wê yê taybet heye.

Leyla Qasim di dadgehê de û piştî ku cezatê darvekirinê lê hat birîn, di rûyê hakimê Beisî de sekinî û bi dengekî bilind jê re got: “Min bikujin, lê vê rastiyê jî bizanin ku bi kuştina min bi hezaran Kurd dê ji xewa giran şiyar bibin. Ez pir kêfxweş im ku bi serfirazî û di rêya azadiya Kurdistanê de canê xwe feda dikim.”

Şehîdkirina Leyla Qasim di demekê de bû, ku pêwendiyên navbera tevgera rizgarîxwaz a Başûrê Kurdistanê ya bi serokatiya Mistefa Barzanî û hikûmeta navendî ya Iraqê ber bi xirabbûnê ve diçûn û Bexdayê hewl dida, ku rêveberiya otonomiyê ji Kurdan wergire, ku piştî rêkevtina 11ê Adara 1970an hatibû avakirin.

Herwiha Leyla Qasim bû yekemîn jin li Iraqê ku cezayê îdamê li ser hat sepandin û ew ceza li ser hat cîbicîkirin.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1205202012

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *