Serok Berzanî: “Em garantiyeke temam didin, ku Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku ew bi temamî garantiya wê yekê dikin, ku piştî serxwebûnê Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê li gel hejmarek ji endamên rêxistina navdewletî ya Şandek Bo Gotûbêjê, ku ji xwendekar û lêkolînerên warê zanistî û felsefeya siyasî yên li welatên ewropî pêkhatibûn, civiya û bi wan re li ser biryara giştpisî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê axivî.

Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de ragihandiye: “Dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşiya gelê Kurdistanê û Iraqê hat avakirin, lê belê ew şirîkatî hat binpêkirin û pişka gelê Kurdistanê ji wê şirîkatiyê enfal û cenosîd û wêrankarî û kîmyabaran bûye û di qonaxa piştî 2003an de jî gelê Kurdistanê bi şêweyeke xwehez biryar da ku bi dewleta Iraqê re yekgirtinekê pêk bîne û roleke sereke di avakirina Iraqê û nivîsandina destûrê bo Iraqa federal û demokrat dît, lê belê mixabin destûr hat binpêkirin û kar gihîşte qutkirina debara xelkê Kurdistanê û herwiha şîre zarokên Kudistanê jî.”

Di dirêjahiya axavtina xwe de, Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku bi berevajiya rêkevtinan, Pêşmerge ku beşek bû ji sîstema berevaniya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve kete bin dorpêçan û di destpêka şerê DAIŞê de jî, çekên Pêşmerge nebûn ku bikaribe pê berevaniyê li Kurdistanê bike.

Serok Barzanî spasî hevkariya welatên hevpeymanan jî kir û ew yek da zanîn, ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdana xwe efsaneya DAIŞê têkşikand.

Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de li ser paşaroja Kurdistanê de tekezî li wê yekê kir, ku madem prensîba hevbeşiyê û destûr hatine binpêkirin, gelê Kurdistanê naxwaze êdî pêvek û bindest be û bikeve nav bazneya şerê bêdawî û tundutîjiyê û ezmûna şikestxwariya sed sala derbasbûyî dûbare bike.

Mesûd Barzanî herwiha da xuyakirin, ku xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane û diyalog û dûrî tundutîjiyê tê birêvebirin.

Barzanî tekez kir: “Giştpirsî û avêtina pêngavên ber bi serxwebûnê ve rê ji kûrtirbûna arîşeyan û şerê din digire û em dixwazin bi aştî li gel cîranên xwe û gelên navçeyê bijîn.”

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di vê civînê de xwendekar û lêkolînerên beşdarbuyî çend pirsiyar di derbarê sîstema siyasî û referanduma Herêma Kurdistanê û eger û pêşhatan de ji Serokê Herêma Kurdistanê pirsîn û Barzanî jî bersiva pirsiyarên wan da.

Derbarê çarenivîs (qeder) û mafên pêkhateyan de, Barzanî da xuyakirin: “Em garantiyeke temam didin, ku Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyanê û pêkhate her çawan ku bixwazin û bi çi çêweyî piştrast dibin, em dê bi wê şêweyê li gel wan bijîn.”

Di derbarê navçeyên veqetandiyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku “Hikûmeta Iraqê cîbicîkirina madeya 140 piştguh xist û niha jî nîştecihên wan navçeyan ew maf hene ku biryarê li çarenivîsa xwe bidin û beşdarî di referandumê de dikin û pêwîst e hemû aliyek jî rêz li wê biryarê bigirin.”Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, ku ew bi temamî garantiya wê yekê dikin, ku piştî serxwebûnê Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyana tevahiya pêkhateyan.   Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê li gel hejmarek ji endamên rêxistina navdewletî ya Şandek Bo Gotûbêjê, ku ji xwendekar û lêkolînerên warê zanistî û felsefeya siyasî yên li welatên ewropî pêkhatibûn, civiya û bi wan re li ser biryara giştpisî û serxwebûna Başûrê Kurdistanê axivî.   Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî di vê hevdîtinê de ragihandiye: “Dewleta Iraqê li ser bingeha hevbeşiya gelê Kurdistanê û Iraqê hat avakirin, lê belê ew şirîkatî hat binpêkirin û pişka gelê Kurdistanê ji wê şirîkatiyê enfal û cenosîd û wêrankarî û kîmyabaran bûye û di qonaxa piştî 2003an de jî gelê Kurdistanê bi şêweyeke xwehez biryar da ku bi dewleta Iraqê re yekgirtinekê pêk bîne û roleke sereke di avakirina Iraqê û nivîsandina destûrê bo Iraqa federal û demokrat dît, lê belê mixabin destûr hat binpêkirin û kar gihîşte qutkirina debara xelkê Kurdistanê û herwiha şîre zarokên Kudistanê jî.”   Di dirêjahiya axavtina xwe de, Barzanî bal kişand li ser wê yekê ku bi berevajiya rêkevtinan, Pêşmerge ku beşek bû ji sîstema berevaniya Iraqê, ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve kete bin dorpêçan û di destpêka şerê DAIŞê de jî, çekên Pêşmerge nebûn ku bikaribe pê berevaniyê li Kurdistanê bike.   Serok Barzanî spasî hevkariya welatên hevpeymanan jî kir û ew yek da zanîn, ku Pêşmerge bi xwîn û qurbanîdana xwe efsaneya DAIŞê têkşikand.   Li gorî daxuyaniyê, Serokê Herêma Kurdistanê di hevdîtinê de li ser paşaroja Kurdistanê de tekezî li wê yekê kir, ku madem prensîba hevbeşiyê û destûr hatine binpêkirin, gelê Kurdistanê naxwaze êdî pêvek û bindest be û bikeve nav bazneya şerê bêdawî û tundutîjiyê û ezmûna şikestxwariya sed sala derbasbûyî dûbare bike.   Mesûd Barzanî herwiha da xuyakirin, ku xwestek û daxwazên gelê Kurdistanê bi rêya aştiyane û diyalog û dûrî tundutîjiyê tê birêvebirin.   Barzanî tekez kir: “Giştpirsî û avêtina pêngavên ber bi serxwebûnê ve rê ji kûrtirbûna arîşeyan û şerê din digire û em dixwazin bi aştî li gel cîranên xwe û gelên navçeyê bijîn.”   Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di vê civînê de xwendekar û lêkolînerên beşdarbuyî çend pirsiyar di derbarê sîstema siyasî û referanduma Herêma Kurdistanê û eger û pêşhatan de ji Serokê Herêma Kurdistanê pirsîn û Barzanî jî bersiva pirsiyarên wan da.   Derbarê çarenivîs (qeder) û mafên pêkhateyan de, Barzanî da xuyakirin: “Em garantiyeke temam didin, ku Kurdistan bibe mînaka pêkvejiyanê û pêkhate her çawan ku bixwazin û bi çi çêweyî piştrast dibin, em dê bi wê şêweyê li gel wan bijîn.”   Di derbarê navçeyên veqetandiyên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê de jî Serokê Herêma Kurdistanê bal kişand li ser wê yekê ku “Hikûmeta Iraqê cîbicîkirina madeya 140 piştguh xist û niha jî nîştecihên wan navçeyan ew maf hene ku biryarê li çarenivîsa xwe bidin û beşdarî di referandumê de dikin û pêwîst e hemû aliyek jî rêz li wê biryarê bigirin.”

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/060720178

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *