Serok Barzanî û Serxwebûna Kurdistanê-2

Siddîq Bozarslan

Pêvajoya şerê li dijî DÎ (Dewleta Îslamî) li Başûrê Kurdistanê û li Başûrêrojavayê Kurdistanê bû semedê xurtkirina nasnameya Kurdîbûnê û Kurdistanîbûnê. Li gorî bernameya min a rêzenivîsa vê beşê, min dixwest behsa pirsên hundirîn ên Başûrê Kurdistanê bikim ku ew pirs dibin gelş û asteng jibo êlankirina Dewleta Kurdistanê. Lê du nûçeyên dawîyê, bûn sebeb ku bernameya min a rêzenivîsê  were guhertin û di vî beşî da ji neçarîyê ez dê behsa helwestên PKK bikim ku min dê di beşên pêş da binivîsaya. Yekem nûçe di derbarê hevpeyvîna Remzi Kartal bi Îrfan Aktan ra çêkiribû da ye. Nûçeya duyem jî  di derbarê Hêzên Parastina Şingalê (HPŞ) da ye ku di nav vê hefteyê da agahdarî dane ku ew beşdarî Çeteyên Şîa bûne (tê gotin ku 1000 çekdar beşdarî nav hêza Şîa bûne) ku ew  nîvresmî hêzeke Baxdayê ye. Fermandarê HPŞ Heyder Şeşo her çiqas bibêje,”Em tu carî li dijî Kurdistanê û pêşmerge nînin û em mîna pirekê ne di navbera hêzên Îraqê û pêşmerge da..” rastîya ku wê xwe di pratikê da nîşan bide, wê tişteke dî be. H. Şeşo û eqilmendên wî ji bîr dikin ku dema ew destên xwe dirêjî dijminên xwe dikin;  tevayîya laşên wan jî dikeve destê dijmin û êdî wê xilasî tunebe.

Tê bîra me ku berîya hewildanên DÎ, li Başûrê Kurdistanê gengeşîya (nîqaş) serxwebûnê di rojevê da bû. Balkêş e ku dema serxwebûna parçeyeke welatê me dihat nîqaşkirin; ji enîya Kurd û Kurdistanîyan ên her çar parçeyên welatê me piştgirîya xwe bo serxwebûnê nîşan dan. Lê PKK û rêxistinên girêdayê wê ji çeperên cuda dest bi êrîşan kirin ku serxwebûn jibo Kurdan ne daxwazeke baş e. Ji Ewrûpayê Remzi Kartal û Zubeyir Aydar, ji Ankarayê Selahattin Demirtaş, ji Amedê Hatip Dicle û ji Qendîlê jî Duran Kalkan, Cemil Bayik û Mustafa Karasu meriv dikare wek navên aktorên sîyasî û eskerî nîşan bide ku wan hemîyan dijberîya xwe li hemberî helwesta Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê raxistin meydanê. Van hewildanên derdora PKK, berîya êrîşên DÎ li ser Kurdistanê destpêkirin û ew hê jî berdewam dikin. Em bînin bîra xwe. Dema bûyera Şingalê qewimî, di bin pêşevatîya PKK´yîyan da hin xort û keçên Êzîdî çûn parlamentoya Almanya û Brukselê û bi yekdengî qêrîyan; ”Çekan medin pêşmerge, çekên ku hun bidin wan dê bikevin destên DÎ, pêşmerge ji şer revîyan e û wd..wd…” Van wêneyên ku PKK li Ewrûpa nîşanê cîhanê dan; bi rastî vereşana meriv pê dihat, hewqas sosretên rezaletî jî dikarin çêbin. Lê ev ji ber xwe ve rûnedan, pêwist e aqilê ku li pey wan e bê nîşankirin.

Parçeyeke vê wêneya sosretê û rezaletê jî xwe li Şingalê nîşan da. Hin çekdarên PKK´yê alîkarîya xelkê Şingalê kirin ku ew nekevin destên DÎ. Balkêş bû ku çekdarên PKK, xelkê Şingalê anîn xistin bin bandora Tirkiye û Surîye û wan kirin mihtacê Tirk û Ereb. Li vir helwesta PKK bi zelalî derdikeve holê. Hêzên PKK alîkarî nekirin ku xelkê Şingalê herin Dihokê û derdorên wê ku di bin bandora Desthilatdarîya Başûrê Kurdistanê da bû.  Bifikirin, rêxistinek li ser navê welatparêzîyê ji navçeyek xelkê sivîl ji zordestan rizgar dike û wan nabe herêma azad a Kurdî; lê wan dibe teslîmî dagirkerên welatê xwe dike. Li vir tiştên ku derketin holê; helwwesta PKK´yîyan bi tevayî li dijî hestên Kurdbûn û Kurdistanîbûn e ku berdewama koletîya ji koledaran ra ye. Mixabin bi naveke dî ev nikare were nîşandan. Li vir gotinên Mamostayê hêja Îsmaîl Beşikçî tên ber çavan ku dibêje;”Kurd aşiqê Tirk, Ereb û Faris in; lê ne aşiqê xwe ne…” Encama wê jî qebûlkirina koletîya Ankara, Tahran, Şam û Baxdayê ye.

Ev koroya ku bi mehan e dest bi musîkeke gelek xirab kirîye û bi giştî dijperestîya Kurdîbûn û Kurdistanîbûnê ye; divê şef an şefên vê koroyê were eşkerakirin. Di şexsîyeta koroya PKK da şef Ocalanê Îmralî ye û şefê Îmralîyê jî Ankara ye. Lê divê neyê jibîrkirin ku êdî ne şefeke koroya PKK heye, gelek şefên vê koroyê hene ku ew jî digel Ankara, Tahran, Baxda û Şam in. Heta meriv dikare Moskovayê jî lê zêde bike. Loma min pêwist dît ku serî li şefê koroya PKK yê ÎmralÎyê bidim û dîtinên wî ji devê wî pêşkêşî raya giştî ya Kurdperwer bikim. Jibo hin xwendevanên ku Tirkî dizanin û baş nikarin Kurdî bixwînin; min eslê nivîsên Ocalan ên Tirkî jî weşand ku bila kes şûpheyê jê neke. Ji ber vê yekê nivîs dirêj dibe, bila xwendevan min bibexşînin.

Hedef û tifaqên PKK û rola wê ya di koroya pirdengî da çîye, em ji devê Ocalan bixwînin. Pirtûka A. Ocalan bi navê ”Devrimin Dili ve Eylemi”-DDVE- (Zimanê Şoreşê û Hewildana wê-ZŞHW) ku di nav Weşanên Serxwebûnê da çapbûye weha dibêje:

”Bifikirin, ez bi dewletê partîya Kurdî didim çêkirin… çawa ku me partîya Kurdî ya şoreşger bi spartina MÎTê da çêkirin, Dewleta Kurdî jî emê bi spartina Dewleta Tirk bidin çêkirin.”(ZŞHW, r.117)

’’Düşünün, devlete Kürt partisi kurduruyorum… biz devrimci Kürt partisini nasıl MİTe  dayandırarak kurduysak, Kürt Devletini de Türk Devletine dayandırarak kuracağız.’’(DDVE, s. 117)

Hewce nîne ku meriv gotinên Ocalan di derbarê avakirina PKK da şirove bike; her tişt li ortê ye û PKK wek projeyeke Ankara hatîye amadekirin. Heger em bala xwe bidin pê; li wir Ocalan behsa damezrandina Dewleta Kurdî di bin rêberîya Dewleta Tirk da destnîşan dike. Divê neyê jibîrkirin ku van gotinên Ocalan ji 30 salî zêdetir e ku hatine nivîsîn û wê demê Ocalan û PKK serxwebûna Kurdistana yekgirtî û sosyalist diparast. Lê ev 15-20 sal e ku êdî PKK Serxwebûna Kurdistanê jî em li alîyek bihêlin; jibo gelê Kurd  ew êdî tu statuyeke sîyasî naxwazin û naparêxzin.

Li hemberî gel û pirsa tifaqan jibo PKK, li gorî projeya Ankara di nav lihevhatinek da ye û li jêr e.

Fermannameya Komîteya Navendî  li ser navê ”Hewildana Biharê” di 1985´an da weha ye:

”1. Ji gel pere û erzaq (alav) werbigrin. Yên ku nexwazin bidin, wek ceza ji wan zêdetir bistînin.

2.Li her gundek zilamek bikujin, divê em li ser bingeha şidetê pêşvebiçin.

  1. Bi çavê ronahîya rojê bi çek herin malan. Malbat mecbûr in ku digel PKK an dijmin cîh bistînin. Rîyeke navî (orte) nehêlin. Yên ku li hemberî PKK´yê ne, wan li meydana gund bikujin.
  2. Pêşmerge kombikin. Yên ku nexwazin werin, wan bi zorê bînin, yên ku liberxwe bidin, wan bikujin. Yên ku neyên ajan, provakator in.
  3. Ew kesên ku girêdayê rêxistinên sosyal-şoven û neteweperwerên burjuva ne ku dixebitin, dema hun wan bibînin; ji bilî hun bi me bişêwirin wan bikujin. Di vî derbarî da hun xwedîyê selahîyeta temam in. Divê hun mafê jîyanê nedin wan.”

1985´te ”Bahar Atılımı’’ adı altında Merkez Komitesi adına gönderildiği talimat şöyledir:

‘’1. Halktan erzak ve para toplayın. Vermek istemeyenlerden ceza olarak daha fazlasını alın.

  1. Her köyde bir adam vurun, şiddet temelinde gelişmeliyiz.
  2. Evlere, silahlı olarak gündüz gözüyle girin. Aileler ya PKKdan, ya da düşmandan yana tavır almak zorundadırlar. Ara yol bırakmayın. PKKya karşı olanları köy meydanlarında cezalandırın.
  3. Peşmerge toplayın. Gelmek istemeyenleri zorla getirin, direnenler olursa öldürün. Gelmeyenler ajan, provakatördürler.
  4. Sosyal-şoven ve burjuva milliyetçi hareketlerden faaliyet yürütenleri görürseniz bize danışmadan vurun. Bu konuda tam yetkiye sahipsiniz. Bunlara yaşam hakkı tanımayın.’’

Wek meriv dibîne ev çarçoweya Komîteya Navendî ya PKK ku wek bername û manîfestoya PKK ye û bi rexneyêke herî sivik, eleqedera wê bi Kurdperwerî û welatparêzîyê ra tune ye. Tu kes nikare van dîtinên seqet û dijê civata Kurd û Kurdistanê di çarçoweyeke ideolojik û politik ya di nav rêxistin an partîyên çepîtîyê da binirxîne. Encama vê xeta xîyanetê ye ku bi sedan Kurdperwer û demokratên Tirk ji alîyê PKK ve hatine kuştin.Dîsa di encama vê xeta xwefiroşîyê da ye ku bi dehhezaran Kurdperwerên endamên PKK, bi fermana Ocalan ji alîyê rêvebirên PKK ve hatine kuştin. Li gor agahdarîya A. Ocalan ya 15 sal berê, infazên di nav PKK da 15.000 in. Her çiqas Ocalan sucê van înfazan têxe stuyên hevalên xwe jî, eşkera ye ku bê destûra Ocalan van mînakên hovîtîyê nikarin pêk werin. Ji ber ku PKK rêxistineke yek kesî ye û ew jî Ocalan bi xwe ye. Niha jî Qendîl, Ewrûpa û HDP dibêjin îradeya wan Ocalan e. Lê ew jibîrdikin ku îradeya Ocalan jî Ankara ye.   Di encama pêkanîna vê polîtîkayê da rêxistinên Kurdî hatin helandin û tasfîyekirin. Nimuneyeke xwînmijîya Ocalanjî li jêr e.

“Wê pir xwîn were rêtin, lê dema li ser vî esasî be, xisareke wê tuneye. Xwîn, wê zêdetir me bişo û paqij bike. Em hewqas qirêj in ku çiqas xwînê birijînin, wê Kurdistan jî hewqas paqij bibe, were  merhaleyeke laîqê jîyanê ye. Jibo wê ye ku ez nakevim nav fikarê ku xwin tê rêtin. “ (Binêrin, A. Ocalan, Berxwedana PKK û Faşizma 12 Îlonê, r.487)

’Çok kan dökülecektir, ama bu temelde olduktan sonra bunun da zararı yoktur. Kan sadece bizi daha fazla yıkar, temizler. O kadar çok kirliyiz ki, ne kadar çok kan dökersek Kürdistan da o kadar çok temizlenir, yaşamaya layık bir ülke haline gelir. Onun için ben, kanın dökülmesinden çekinmiyorum.’’ (Bak. A. Öcalan, 12 Eylül Faşizmi ve PKK Direnişi, s.487)

Bi rastî dema meriv van gotinên Ocalan dixwîne, pir heyîrmayî dimîne û nizane çi bêje. Vampîrek ku jîyana xwe bi vexwarina xwînê didomîne, dikare hewqas ji xwînê hezbike. Ev ne karê aqila ye. Encama vê xwînmijîya rêvebirên PKK ye ku 15 hezar zêdetir înfazên navxwe, 40 hezar zêdetir çekdar şehîd ketine. Jimareya kuştîyên sivîl  û zar û zîç û 17.500 faîlê nedîyar û 10 hezar eskerên Tirk ku bi giştî werin civandin; jimare digihîje nêzîkî 100 hezarî. Yên birîndar û koçber jî em li alîyeke dî bihêlin.

PKK vê politika xwe ya gemarî ya qirkirina Kurdperweran li ser esasê nêrînên xwe yên li jêr pêkanîye.

Bersiva berpirsîyarekî PKK jibo nivîskar rojnamevan M. Alî Bîrand gelek balkêş e .

“Kesên ku digel me herî zêde di nav ahengê da ne, yên tevayî cahil in… Zehmetîya me ya esasî, di yên lîseyê xilas kirin da ye… Yên zanîngehê xilas kirine da ev gelş zêdetir dibe. Hema bêje li hemberî wan zilaman me têkoşîn daye. Jibo wê ye ku jibo me kesên neperwerdekirî pêwist in, zêdetir ên perwerde nebûne û em bikaribin wan bi serê xwe perwerde bikin, em wan dixwazin.” .(Bin. Apo û PKK, r. 154)

Bir PKK sorumlusu, gazeteci yazar M. Ali Birand´a verdiği cevap hayli  ilginçtir: ‘’Bize en çok uyum sağlayanlar, tam cahil olanlardır… Asıl zorlanmamız lise mezunlarında oluyor… Üniversite mezunlarında bu sorun daha da artıyor. Adamlarla neredeyse mücadele edeceğiz. Bu nedenle bize eğitilmiş değil, daha çok eğitilmemiş ve bizim kendi başımıza eğitebileceklerimizi tercih ediyoruz.’’ (Apo ve PKK, s.154)

Di encama vê mantiqa rêveberîya PKK û bi fermana   A. Ocalan, di havîna 1991 da di çîyayên Hekarîyê da 15 şagirtên zanîngehê ku çûbûn nav refên PKK, di careke da hatine kuştin. Dîsa bi karanîna vê politikayê ya kadroyan û politika xwînmijîyê gelek malbatên sivîl digel jin û zar û zîçan di malên xwe da bi awayên teqandina bombeyan ango gulebaranê hatine kuştin. Dîsa di encama vê politikayê da bi dehhezaran malbat ji malên xwe koçber bûne û ji neçarîyê çûne mahkumê jîyana bajarên Tirk bûne.

Qisekirin ango îfadeya Ocalan a ewil ku dema wî anîne Turkîyeyê jî gelek girîng e û tam sosreteke rezaletê ye ku bi rastî jî vereşana meriv tîne.  Ji vir  14 meh berê Rojnameya Aydinikê wê çap kir. Îfadeya Ocalan di ulusal TV da jî wek zindî meriv dikare temaşe bike. Ev îfade gelek dirêj e û ne mimkun e ku meriv di van nivîsan da wan çap bike.Ez ji wan çend nimûneyan bi Kurdî li jêr pêşkêşî we xoşewîstan dikim.

”Ocalan´ê Îmralîyê dibêje ku”

”… Min Tirkîyeyê jibîrkir, ji 93´yan vir ve min piranîya wextê xwe li ser Bakûrê Îraqê gurkir û  ez li ser xebitîm ku jihevderxistina dualîya Talabanî û Barzanî têbigihêjim. Û niha jî ew nuxteya ku ez dixwazim, bi lez ber bi wê ve diçe… Tenê li Îraqê jibo bidestxistina kozikek (mewzîyek) 15-20 sal e ku min têkoşîneke mezin daye. Şikenandina bandora Talabanî û Barzanî jî piçuk nebînin; Ji ber ku li pişt wan hêzên mezin hene… Heger em li wan bajaran giranîya xwe bidin runiştin, digel Tirkmenan dinavhev da bin, wê ev wek kuçikan (segan) werin girêdan. Wê ne bi Amerikayê ve, ne bi İngilistanê ve, ne bi İranê ve, ne bi vê û wê ve, wê bi Turkiyeyê ve werin girêdan; çima, jiber ku alîgirên wan (tabana wan) yên me ne. Tiştên ku em dê li wir bikin, rasterast leşker nikare bike. Ger hun rasterast wê bikin, hun dê bikevin rewşa Sirpan ku li Kosovayê ketin nav wê… Bi awayeke qethî divê em yên me li wir amade bikin, yên dikarin wê derê bi tevayî bidestbixin…  Ew dixwazin Îraqê bidestbixin. Di vî derbarî da hêza me ya ku dikare were Turkiyeyê bila were têkeve nav pêvajoya yasayî. Yên din bila li wir (Bakûrê Îraqê-nm-) li ser karên xwe hurbibin. Ev bi awayê qethî bila li pêş çavên we bibin. Her weha ev dê bibe eger ku Barzanî û Talabanî nikaribin nefesa xwe berdin. Tiştên ku Turkîye di dehsalî da, di bîstsalî da nikaribû bike, em dê wê pêkbînin, ez ji we ra dibêjim. Ez dubare dikim, ev bi pere û pul nayê sitandin. Ji xwe pêşniyareke min jî ew bû ku em Erbîlê werbigrin. Ger piçek tesîra Talabanî li ser Silêmanîyê heye, ger piçek tesîra Barzanî li ser Duhokê heye, em dê li her derî bibin… (Rojn. Aydn. 21.12.2013, r.7)

”İmralı’daki Öcalan Diyor ki’’

‘’… Ben Türkiyeyi unuttum, 93’ lerden beri zamanımın büyük bir kısmını Kuzey Irak üzerine yoğunlaştım ve Talabani Barzani ikilemini çözmeye çalıştım. Ve şimdi de o tam istediğim noktaya doğru hızla gidiyor… Yalnız Irakta mevzi kazanmak için 15-20 yıldır büyük mücadele verdim. Talaba ni ve Barzani tekelini kırmayı da küçümsemeyin ; çünkü arkalarında büyük güçler var..  O şehirlerde ağırlğı oturtursak, Türkmenlerle birlikte içiçe olursak bunlar köpek gibi bağlanırlar. Ne Amerika’ya, ne İngiltere’ye, ne İran’a, ne şuna buna değil, Türkiye’ye bağlanırlar; neden, çünkü taban bizim. Orada yapacağımız şeyi direkt asker yapamaz. Direkt yaparsanız Sırpların Kosova’daki durumuna düşersiniz… Orada kesinlikle bizimkileri hazırlayalım, biz orayı tamamen kazanabiliriz.. Bunlar Irak’ı kapmak isteyecekler. Bu açıdan bizim gücün Türkiye’ye gelip yasal sürece  girecek olanlar girer. Diğerlerinin hepsi orada yoğunlaşsın. Kesin yani sizin de gözlerinizin önünde olsun. İşte bu Barzani ve Talabani’nin nefes alamaz duruma getirilmesidir. Türkiye’nin on yıldır, yirmi yıldır yapamadığını biz yapacağız diyorum.  Tekrar söylüyorum, bu parayla pulla alınamaz. Zaten bir önerim de bu Erbil’i almaktır. Süleymaniye üzerinde biraz Talabani’nin etkisi varsa, Duhok üzerinde biraz Barzani’nin etkisi varsa, her yerde biz oluruz… ‘’(Aydınlık Gazetesi, 21 Aralık 2013, s. 7)

Ma hewce ye meriv tiştek li ser van gotinên Ocalan zêde bike? Kesên ku di televizyonê da (ulusal TV) van gotinên Ocalan temaşe kirine; tê bîra wan ku Ocalan ne wek dîlketîyekî sîyasî, lê wek xulamekî û aqilmendekî Ankarayê pêşnîyaran ji wan ra dike. Heman Ocalan ji alîyek ve dibe erd û herî jibo Dewleta Ankara; lê di alîyekî dî da sîfeta kuçik (seg) jibo Talabanî û Barzanî bikartîne. Lê Ocalan jibîrdike ku dema karê Tirkan pê qedîya; sîfeta ku ew îro jibo kesên dî bikartîne, ew jî bi destê wî nakeve.

Van dîtin û pêşnîyarên Ocalan bo Ankarayê, zelalîyek derdixe holê ku çima hêzên PKK li Qendîl in û îro çima ew jibo Şingal û Kerkûk û derên dî kantonan dixwazin ango dixwazin Kerkûk girêdayê Baxdayê bibe.  Min di nivîsa çûyî da destnîşan kiribû ku PKK berîya êrîşên DÎ gotibû ku ew dixwazin Şingalê bikin Qendîla duyem. Meriv dikare bêje ku haya PKK ji êrîşên DÎ hebû û loma ew li herêma Şingalê di gozikê da li benda êrîşên DÎ yên ser Şingalê bû. Jiber ku bi awayek ev her du rêxistin ji heman navendê ve tên îdarekirin. Li gorî pilana Ankara û Ocalan; heger desthilatdarîya Hewlêrê ji alîyê DÎ ve bihata têkbirin, wê demê dê PKK daketa meydanê û rêvebirên PKK yên Qendîlê li Hewlêrê dest bi karên xwe yên xwefiroşîya Ankara, Baxda, Tahran û Şamê pêkbihanîya. Lê pilan û hesabên hemî dagirker û xulamên wan badilhewa çûn. Piştî ku merhaleya pilana ewil ya dagirkerê welatê me biserneketin; di merhaleya duyem da berê DÎ dan ser Kobanê.

Slogan û mesajên PKK li Ewrûpa ku gotin ”…çek medin pêşmerge,  wê ew bikevin destên DÎ..” û mesaja hevpeyvîna Remzî Kartal ku dibêje “haya PDK ji êrîşên DÎ jibo Şingalê hebû..” û wd. Hemî jibo hedefek e: Rûyê xwe qirêj veşêrin û têkoşîna Kurdistanîyan ji cîhanê tecrît bikin ku ev sedsal zêdetir e dagirkerên welatê me vî karî bi piralî didomînin. Ez di nivîsa were da li ser wê rawestim.     Nivîs didome

08.03.2015- Swed 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *