Ji Çapemenî û Raya Giştî Re

Bi Navê Xwedayê Rehman û Rehîm

Jinan, di tarîxê de ji bo gihîştina wekheviyê û bidestxistina dadê, mucadeleyên dirêj kirine û di encamê vê de jî, “8ê Adarê Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê” li temamê dinyayê û li welatê me Kurdistanê jî tê pîrozkirin.

Ji kîjan coxrafyayê û ji kîjan milletî dibe bila bibe: Jin, li gelek deverên dinyayê rastî neheqiyê tên û ji hêla hêzên serdest ve bêçare û bêparastin têne hiştin.

Herwiha îro di serî de li Şingal û Kobanî, seranser li başûr û rojavayê Kurdistanê ji sedema aîdiyeta xwe ya olî û etnîkî jinên Kurd bi îşkence, destdirêjî û kuştina çeteyên wehşîyên DAÎŞê rûbirû dimînin. Heyf û mixabin ev zilm û zordestî û kole kirin û qetlîamên ku polîtîkayên sîstematîk yên dij mirovahîyêne li ber çavên dinyayê têne kirin.

Em wekî Hereketa AZADÎ, van karûbarên dij mirovahiyê yên DAÎŞê yên têne îddîa kirin ku bi navê Îslamê hatine kirin red dikin, mehkûm dikin û lanet dikin.

Ola heq, edalet û azadiyê Îslama Gewre, ji van kirinên dij mirovahiyê yên DAÎŞê dûr e, ne mesûl e.

Bêguman, ne tenê jin rastî neheqî û tehdayîyan tên. Di temamê tarîxê de, jin-mêr, kal û ciwan yanî însanîyet, pirî caran rastî zilmê û neheqiyê hatiye û biçûk hatiye xistin.

Lê belê jin, ji her kesî zêdetir hatine mexdûrkirin; di sîstemên feodal, modern û kapîtalîst de keda wan hatiye xwarin. Jin, bi zêhn û bedena xwe ve hatiye kolekirin û rastî her cure îstîsmar û cinayetê maye. Herwiha bûye alavekî çanda ku li ser xwarin û serfkirinê hatiye avakirin.

Dîn û felsefe, wekî alavekî serdestîya mêran hatine xebitandin û her rewş di eleyhê jinê de hatiye şîrovekirin. Rewş hatiye wê radeyê ku, mafên herî tebîî û fitrî jî ji bo jinê bûye sebebê nîqaşan.

Lê belê li gorî nêrîna dîn û felsefeyê ya rast ku ji xurafe û bîd’etan dûr e:

Jin hatiye teşwîqkirin û destekkirin ku  di her warî de bigihîne û pêşde bibe; ji hêla perwerdehî, îqtîsadî û îctîmaî ve jî di nav jiyanê de bimîne û cihê xwe bigire.

Li Kurdistanê jî, jinên me yên ku mucadeleya heq, dad û azadiyê kirine jî, di temamê tarîxê de bedelên pir giran dane. Jinên Kurd, di tarîxa Kurdistanê de mexdûriyet û mezlûmiyetên mezin kişandine û di nav rûpelên çanda me de cihê xwe yê muhîm girtine. Ji ber vê yekê, divê azadîya jinê ji qîmet û nirxên dînî, millî û malbatî cuda neyê nirxandin û fikirandin.

Divê li Kurdistanê jin li ser navê rizgarkirinê ji bo zeîfkirin û qelskirina nirxên dînî, exlaqî û millî nebe alet û nebe qurbanê hesabên îdeolojîk.

Divê jin û mêr, zorî û zehmetiyên jiyanê bi şiûrê mesûliyetê bi hev re ragirin û li ser esasê wekhevî û edaletê ji bo avakirina pêşerojeke geşbîn û aram bi hev re tevkariyê bikin.

 

Ji ber mucadeleya heq, dad, azadî û wekheviyê ne girêdayî zemanekî û coxrafyayekê ye; Jinên Kurdistanê jî, ji tecrubeyên jinên dinyayê îstîfade dikin û dixebitin ku di nav malbata însanîyetê de mesûlîyeta xwe ya însanî û îslamî bicih bînin.

Bi vê îdrak û hişmendiyê, em “8ê Adara Roja Jinên Kedkar yên Cîhanê” li temamê jinên dinyayê, jinên bindest û bi taybetî jî jinên Kurdistanê pîroz dikin û hêvî dikin ku ev roj bibe wesîleya aştî, dad û wekheviyê.

Basına ve Kamuoyuna

Bismillahirrahmanirrahim

Kadınların, eşitlik ve adalet arayışlarının bir neticesi olarak “8 Mart Dünya Emekçi Kadınlar Günü” dünyada ve son yıllarda da ülkemiz Kürdistan’da kutlanmaktadır.

Coğrafyası, milliyeti ne olursa olsun, kadının dünyanın birçok yerinde haksızlığa maruz kaldığı, egemen güçler tarafından çaresiz ve savunmasız bırakıldığı bilinen bir hakikattir.

Nitekim bu günde başta Şengal ve Kobanî olmak üzere Kürdistan’ın güneyi ve batısında bir bütün olarak dinsel ve etnik aidiyetlerinden dolayı Kürd kadınları DAİŞ vahşi çetelerinin işkencesine, tecavüzüne ve cinayetlerine maruz kalmaktadır. Ne yazık ki bu baskı, zulüm, köleleştirme ve katliam gibi sistematik insanlık dışı politikalar tüm dünyanın gözü önünde cereyan etmektedir.

Bizler AZADÎ Hareketi olarak İslam adına yapıldığı iddia edilen DAİŞ’in bu insanlık dışı uygulamalarını red ediyoruz, mahkum ediyoruz ve lanetliyoruz.

Hak, adalet ve hürriyet dini olan Yüce İslam dini DAİŞ’in bu insanlıkdışı uygulamalarından beridir.

Şüphesiz, haksızlıklara maruz kalanlar sadece kadınlar değildir. Tarih boyunca, kadını-erkeği, yaşlısı ve genciyle insanlar, çok defa zulme ve ayrımcılığa uğramışlar, ötelenmiş ve dışlanmışlardır.

Lakin kadın her kesimden daha fazla mağdur edilmiş, klasik feodal ve modern kapitalist sistemlerde emeği sömürülmüş, zihni ve bedeni köleleştirilmiş, her türlü istismara, cinayete maruz kalmış ve tüketim kültürünün bir aracı konumuna indirgenmiştir.

Din ve felsefe, erkek egemenliğinin bir aracı olarak kullanılarak, olgular kadın aleyhine yorumlanmış ve kadının en doğal, en tabi hakları bile tartışma konusu yapılmıştır.

Sahih felsefi ve dini görüş; bilhassa hurafelerden arınmış İslami anlayışa göre: Kadının her alanda kendini yetiştirmesi-geliştirmesi, eğitimi, iktisadi özgürlüğü, içtimai hayata katılımı teşvik edilmiş ve desteklenmiştir.

Kürdistan’daki hak, adalet ve hürriyet arayışında kadınlarımız, tarih boyunca akıl almaz bedeller ödeyerek, mağduriyet ve mazlumiyetler yaşayarak milletimizin tarihinde, kültüründe seçkin yerlerini almışlardır. Bu açıdan kadının özgürlüğü, dini, milli ve ailevi değerlerden bağımsız olarak ele alınmamalıdır, düşünülmemelidir de.

Başta Kürdistan olmak üzere dünyadaki tüm kadınlar, özgürleştirilme adına dini, milli ve ahlaki değerlerin zayıflatılması-yozlaştırılmasına araç edilmemeli, ideolojik hesapların kurbanı yapılmamalıdır.

Kadın ve erkek, hayatın zorluklarını, sorumluluk bilinciyle müşterek omuzlamalı, eşitlik ve adalet temelinde özlenen geleceğin inşasına dayanışma içinde katkı sunmalıdır.

Hak, adalet, hürriyet ve eşitlik mücadelesi belli bir zaman dilimi veya coğrafyayla sınırlı olmadığından; Kürd kadını da, dünya kadınlarının deneyimlerinden yararlanmakta, insanlık ailesine karşı İslami ve insani yükümlülüğünü yerine getirmeye çalışmaktadır.

Bu anlayış ve bilinçle “8 Mart Dünya Emekçi Kadınlar Günü”nü tebrik eder, bu günün barışa, adalete ve eşitliğe vesile olmasını temenni ederiz.

08 Mart 2015

Hak Adalet ve Hürriyet için Kürdistan İslami Hareketi / Hereketa AZADÎ Hareketi Kadın Kolları Sekreterliği

 

Ji bo Maf  Dad û Azadî Hereketa Îslamî Ya Kurdistanê  /

Sekreterîya Şaxa Jinan ya Hereketa AZADÎ

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *