Serok Barzanî û James Jeffrey: Divê rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karûbarê Sûriyê James Jeffrey û şanda pê re kir, ku ji Konsolê Amerîka li Hewlêr Steven Fagin û Fermandeyê Hêzên Amerîka li Sûriye General Erick Hell û hejmarek şêwirmendê serbazî û siyasî ya Wezareta Derveyê Amerîkayê pêk hatibûn.

Di hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karubarê Sûriye pesnê wê aramî û geşbûnê kir ku li Herêma Kurdistanê da li holê daye û tekez jî li ser pêşveçûna peywendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdstanê kir.

Her di vê hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karûbarê Sûriyê serxweşiyê li Serok Barzanî û gelê Kurdistanê kir ku bi sedema şehîdbûna hejmarek Pêşmerge li êrîşên vê dawiyê ya terorîstên DAIŞê li ser sengerên hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û her dû alî tekez li ser hemahengî û karên hevbeşa artêşa Amerîka û Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê dijî terorîstên DAIŞê de kirin.

Rewşa siyasiya Iraq û pêşketinên dawî ya li proseya siyasî û daxwaziyên xwepêşanderan mijareke dinê vê hevdîtinê bû û her du alî dilgiraniya xwe li pêşketina tundutîjî û têkçûna aramiya Iraqê nîşan dan, ku bandorê li ser xwe rêkxistin û zêdebûna êrîşên terorîstên DAIŞê bi cîh dihêle.

Her di vê civînê de guhertinên dawî yên bakurê rojhilatê Sûriyê û hevkêşeyên meydanî hatin nirxandin û tekez li wê yekê kirin ku di her guhertinek de, pêwîst e rê li guherîna demografiya navçeyê bê girtin û êdî rê nedin gelê Kurd li Sûriye tûşî êş û azar û koçberiyê bibê. Di derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê Karûbarê Sûriyê ragihand, me pêwîstî bi şêwirîn û hevkariya Serok Barzanî heye.

https://m.nerinaazad.org/kr/news/kurdistan/bashur/serok-barzani-u-james-jeffrey-dive-re-li-guherina-demografiya-navceye-be-girtin

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *