Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka kir

Roja sêşem 27.10.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Brett McGurk Nûnerê Taybetî yê Serok Obama ya li hevpeymaniya navdewletiya dijî Da’îş û ÅŸandekî li gel kir ku ji Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û hejmarek şêwirmend û efserên artêşa Amerîkayê pêkhatibû.

Li hevdîtinê de Nûnerê Taybetî yê Serok Obama li hevpeymaniya navdewletiya dijî Da’îş behsa girîngiya operasyona hevbeşê hêzên taybetiyên Amerîka û hêza dijî terora Pêşmerge li Hewîce kir ku gelek serkeftiyane karê xwe encam dan û bi vê sedemê jiyana xelkekî zêde rizgar kirin û ew serkeftina jêhatî û serkirdayetîkirina Serok Barzanî û her wiha wê hevbeşî û hemahengiyê vegerand ku li navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê da heye û bi sedema wê operasyonê ve jî hevbeşê artêşa Amerîka û hêzên Pêşmerge gelek bi başî pîşanî cîhanê dan. Nûnerê Taybetî yê Serok Amerîka tekez li wê yekê kir ku Amerîka li hevkarî û hemahengî û hevbeÅŸiya li gel hêzên Pêşmerge ya ji bo têkÅŸikandina terorîstên Da’îş li hemû qonax û rewÅŸek da berdewam dibê.

Her li vê kombûnê da Serok Barzanî operasyonê hevbeşê azadkirina dîlên li destê Da’îş bi ezmûnekî dewlemend ya rûbirûbûna Da’îş zanî ku bi rûnî derxist, Da’îş ew hêza xwe tûne ku xwe wêne kiribû û li her dem û cîhek da dikarin gurzên bi bandor li terorîstên Da’îş biweşênin. Her wiha operasyona Hewîce bi mînakekî serkeftiya hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Amerîka wesif kir. Serok Barzanî serxweÅŸiyê li Serok û gelê Amerîka kir ji bo ji destdana serbazekî Amerîka li operasyona azadkirina dîlên ji destê Da’îş û wê yekê xisterû ku ew serbaz bi navê bihayên mirovayetî û azadiyê da canê xwe bexşî û ÅŸehîdê mirovayetiyê ye. Serok Barzanî behsa rehenda miroviyên azadkirina dîlan kir û wê yekê xisterû ku rizgarkirina jiyana mirovan babetekî gelek pîroz û mezin û bihadare û destxweÅŸiyê li hêzên Pêşmerge û hêzên Amerîkiyê beÅŸdarbuwên wê operasyonê kir ku karîn jiyana 69 mirov ji çengê terorîstên Da’îş rizgar bikin.

Li beşekî dinê civînê de di derbarê rewşa meydaniya bereyên şer û operasyona azadkirina Musil û her wiha rewşa siyasî û emniya Iraq û Sûriye guftugo kirin.

çavkanî: krp.org

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *