Axaftina Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan

Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan :
‘’Avakirina PWKyê, ji bo xeta neteweyî û kurdistanî bû destpêka hêvîya qonaxek nû li Bakurê Kurdistanê’’.
 
Kongreya PWK (Partîya Welatparêzên Kurdistanê) Ewropayê, li bajarê Stockholm a Swêdê îro (30.03.2024) bi beşdarîya delegeyên PWKyê yên ku ji welatên Ewropayê hatine destpêbû.Kongre dê du rojan berdewam bike.
 
Serokê Komîteya Ewropayê ya PWKyê Merd Baran Boskan axaftina destpêkê ya kongreyê kir. Ev jî axaftina Merd Baran Boskan e:
 
JI bo KONGREYA PWK EWROPAYÊ !
 
Dîwana bi rêz!
Hêvalên hêja, hûn hemû bi xêr hatine Kongreya yekem ya PWK-Ewropayê.
 
Ez li ser navê Partîya Welatparêzên Kurdistanê Komîteya Ewropayê tevî silavên xwe yên ji dil û daxwazên xweşîyê bixêrhatina we hemûyan dikim û di kar û xebata we ya bi rûmet û hêja da, serketinê dixwazim.
 
Ez gelekî kêfxweşim û bextewar im ku îro ji gelek welatên Ewropayê hevalên me ji bo beşdarîya Kongreya damezrandinê ya PWK-Ewropayê li vê derê civîyane. Ev cîyê kêfxweşî û şanazîyê ye..
 
Birêzan
 
Di salên 1970 yan de li Bakurê Kurdistanê gelek partîyên kurdistanî hatin damezrandin. Şert û mercên wê demê derfetek zêrînî radestî tevgera neteweyî ya Kurdistanî kir. Tevgerên kurdistanî di demek kurt de di nava xelkê de cî girtin û bi hêz bûn. Lê mixabin vê derfetê zêde dom nekir û bi darbeya sala 1980î pêşîya vê pêşveçûnê hate astengkirin.
 
Li Bakurê Kurdistanê di demek kurt de bi manîpulasyonên tevgera çepên Tirk û nakokîyên navneteweyî, nemaze nakokîyên nava sîstema sosyalîst ve gelek partî û tevgerên cuda hatin avakirin. Dewleta Tirk bi rêya îstîxbarat û pisporên xwe, bi navê kurdan tundrewî xist nava tevgera Bakurê Kurdistanî û berberîya nava tevgeran kûrtir û dijwartir kir. Armanca dewletê terorîzekirina tevgera Kurdistanî bû û ta radeyekê dewlet biserket. Di wê demê de, sê tevgerên kurdistanî KUK, DDKD û Rêya azadî hevkarîyek neteweyî ya bi navê UDG ava kirin. Lê mixabin ji ber gelek sedemên cuda ev hevkarî negîhişt armanca xwe û nebû xwedîyê jiyanek dirêj. Teva ku ev havkarî bi ser neket jî lê weke hewildan û pêngavek girîng di dîroka me ya nêzîk ya Bakurê Kurdistanê de cih girt.
 
Piştî derbeya leşkerî ya 12 îlona 1980yî tevayîya rêxistinan derbeyek mezin xwarin. Gelek kadroyên kurd hatin girtin û zîndankirin; piranîya wan jî neçar man ku derkevin dervî welêt. Piştî darbeyê pêvajoyek nu dest pê kir û hemû hewildanên yekîtî û hevkarîyên hêzên kurdistanî bêencam man. Tevgera Kurdistanî pêvajoya avakirina sîyaseta xwe ya îdeolojîk, netewî û navneteweyî cî bi cî nekiribû. Koçberîya piştî darbeya leşkerî rewş û nakokîyên nava tevgera Kurdistanî kûrttir û berfirehtir kir. Mirov dikare bêje ku ji salên 80yî heta salên 90î dem û pêvajoa kûrbûna nakokîyên nav tevgera neteweyî, perçebûn û belavbûna tevgera rêxistinî ya Bakurê Kurdistanê dest pê kir.
 
Di vê pêvajoyê de, çend hewildanên hevkarî û yekîtîyên sîyasî pêk hatin, lê mixabin ew nebûn xwedîyê jiyaneke dirêj û di nav demên kurt de yan xwe fesix kirin yan jî belav bûn û bi ser neketin. Ji van yekîtîyan ya herî girîng PYSKe ye. Ji ber sedemên cuda ev hewildan jî bi ser neket û li dû xwe gelek mirovên serbixwe, grûbên biçûk hişt.
 
Şerê çekdarî yê PKKê, tevgera Kurdistanî dîl girt. Bêgûman alîkarîya hêzên dagîrkeran û yên navneteweyî bi manîpulasyonek mezin tevgera kurdistanî lawaz kir û PKKe bû hêza sereke. Ev pêvajo heta îro jî berdewam dike. Îro vî şerê bi koordînekirî û lihevkirî di pêşîya tevgera Kurdistanî de astengek gelekî mezin e. Vê pêvajoyê; li Bakurê Kurdistanê pêvajoya asîmîlasyonê, wêrankirina gund û bajarên kurdan, koçberî û kuştin û zîndankirinê bihêztir û berfirehtir kir. Şerê 40 salî yê wêrankirina Kurdistanê tenê kedîkirina bi dewletê û tirkîyeyîbûn afirand û aşê asîmîlasyonê xurtir û dijwartir kir; herweha tevgera neteweyî, demokratîk û kurdistanî jî lawaz kir ku êdî nekarî yekîtîyek sîyasî û hevkarîyek kurdistanî ava bike.
 
Ji vê rewş û pêvajoya malkambax, hetanî îro hewildanên ji bo yekîtîyên sîyasî û hevkarîyên Kurdistanî mixabin biser nektin. Lê dîsan jî yekîtîyên sîyasî û hevkarîyên neteweyî wek du mijarên sereke di rojeva tevgera Kurdistanî de dom kirin. Divê mirov bêje ku astengîyên sîyasî, aborî û dagîrkirina hişmendîya neteweyî li Bakurê Kurdistanê di pêşîya yekîtîyên sîyasî û hevkerîyên neteweyî de astengên sereke bûn û hetanî îro jî asteng berdewam dikin.
 
Lê hewildana avakirina PAKê kelecan û derfetek girîng û hêja afirand. Teva hemû zahmetî, asteng û kêmanîyan pêvajoya avaakirina PAKê li Bakurê Kurdistanê bû pêngavek girîng û rê li ber hewildanên hevkarî û yekîtîyên nû xweş kir. Hewildana yekîtîya sîyasî ya PSK-PAKê her çiqas hêvîyek da xelkê jî lê mixabin bêencama wê hewldanê bêhêvîtîyek nû xiste nav gelek kadir û tevgerên Bakurê Kurdistanê.
 
Lê gîha di bin kevira de nema û piştî demekê hevî û hewldanên nû derketin holê. Di vê pêvajoyê de TDK-Tevgerê xwe ji nu ve vejand û di nava hewildanên hevkarîyê de cî girt. Ji xwe TDK Tevger ji pêvajoya PYSK dihat û xwe weke xerca yekîtî û hevkarîyên sîyasî ya neteweyî bi nav dikir. Hewildanên hevkarîyê bi 5 partî û tevgeran dest pê kir, lê piştî demekê tenê sê tevger man, ango PAK, PSK û TDK TEVGER. Mixabin ew hewldana ji bo avakirina hevkarîyek kurdistanî jî bêencam ma. Lê xebat û hewildana ji bo avakirina hevkarîyê, rewşeke guncav ji bo yekîtîya sîyasî û rêxistinî ya PAK û Tevgerê derxist holê. Di encama hewildan û xebatek bi rêk û pêk PAK û TDK-Tevgerê de di 9-10 ê Îlona 2023an de li Dîyarbekirê kongreya Yekitîyê pêk anî û di roja 10 îlonê de Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) hate damezrandin û ji raya netewî û navneteweyî re hate îlan kirin.
 
Di vê pêvajoya dûr û dirêj de û piştî gelek hewildanên bêencam, Kongreya Yekitîyê hêvî û kelecanek neteweyî diyarî gelê me yê her çar perçeyan kir. Cihê kêfxweşî û şanazîyê ye ku ji her çar perçeyên Kurdistanê partî û rexistinên siyasî, dezgehên sivîl û demokratîk û kesayetên siyasî û civakî beşdarî Kongerya Diyarbekirê bûn; yên ku nikaribûn beşdar bibin jî bi mesajên xwe yên piştgirî dan vê xebata yekitîyê û Kongreya me pîroz kirin. Em dikarin bi hêsanî bibêjin ku Kongreya Yekitîyê û avakirina PWKê ji bo xeta neteweyî û kurdistanî bû destpêka hevîya qonaxek nû li Bakurê Kurdistanê.
 
Bêgûman, Kongreya yekitîyê û avakirina PWKyê gava herî gîng û destpêkeke nû bû; lê pêvajoya reorganîzekirin û avakirina rêxistinîya hevbeş berdewam dike û ev xebat roj bi roj geştir û berfirehtir dibe. Lewra hemû berpirsiyar û endamên PWKyê di wê zanebûn û mesûlîyetê de ne ku wezîfeyek dîrokî ya temsîlîya xeta neteweyî û kurdistanî bi giranî li ser milê PWK ye.
 
Bi vê hesasîyet û berpirsiyarîyê, PWK ji roja hatiye avakirin û vir ve, weke partîyek netewî, demokratîk û kurdistanî vejîna xwe didomîne. Rêxistiniya xwe ji nû ve dihûne û pêwendîyên xwe yên siysî di ahenga welatparêzî û kurdistanîbûnê de geştir dike. Bêgûman, ev pêvajo hem li nava welêt û hem jî li Ewropa û dervî wêlêt berdewam dike. Kongraya PWK-Ewropayê ya yekem jî ku îro dest pê dike, beşekî girîng û encamekî xebata vejîna PWKê ya Ewropayê ye. Ez hêvîdarim ku em dê di vê kongreyê de biryarên girîng û berhemdar bigrin û ez di vê bawerîyê de me ku wê kongreya me bibe egera berfirehkirin û geşkirina PWKê li Ewropayê û li welat.
 
Ez bibawerim Kongreya me di warê rêxistinkirin, parastina ziman û çanda kurdî li diyaspora, ji bona xwedî lêderketin û çareserkirinên kêşeyên civaka kurd li Ewropa, di warê avakirina yekrêzîya rêxistinên kurdistanî û civakî li Ewropa û herweha xwurtkirina dostanî û piştgêrîya doza Kurd û Kurdistanê de bibe pêngavek girîng û berhemdar.
 
Ji bo beşdarîya we, ez careka din ji dil û can we pêroz dikim û dubare silav û rêzên xwe pêşkêşî we camêr û canikan dikim. Hûn hem di xebata xwe ya siyasî û rêxistinî de, hem jî di jiyana civaka, kulturî û malbatî de, her şad û bextewer bin!
 
Em di her şert û mercî de li pêş binêrin, destê hev bernedin!
 
Em bi hev re xurtir in û em dê bi hev re bi ser kevin!
 
Bijî xebat û têkoşîna PWK ya ji bo welatekî serbixwe, miletekî azad û civateke demokratîk!
 
Bijî miletê Kurd û bijî Kurdistan!
 
Stokholm, 30-03-2024
 
Li ser navê PWK Komîteya Ewropayê
Merd Baran Boskan
Bir 5 kişi ve yazı görseli olabilir
 
 
 
İstatistikleri Gör
273 Gönderi Erişimi
 
 
Tüm ifadeler:

Mustafa Özçelik, Mehmet Ermiş ve 16 diğer kişi

 
 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *