Serok Barzanî: Grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê komkujiyan li dijî Kurdan encam didin

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî derbarê siyaset û helwesta Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê dibêje, “Eger armanc parastina Kurdên Rojava be ev tiştekî baş e.”  Derbarê kiryarên grûpên çekdar li Rojavayê Kurdistanê jî Serok Barzanî dibêje, ew grûpên çekdar ku ser bi Tirkiyê ve tên hejmartin, konkujiyê li dijî Kurdan encam didin.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de li gel Independent Erebî, behsa şerê li dijî DAIŞ, encamdana giştpirsiya serxwebûnê, helwesta Amerîkayê li hember wê giştpirsiyê, êrişa Heşda şeibî bo ser navçeyê Kurdistanî piştî giştpirsiyê, siyaset û helwesta Amerîkayê derbarê Rojavayê Kurdistanê û herwiha rewşa Iraqê dike.

Serok Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de pêdagiriyê dike li serxwebûna Kurdistanê weke mafekî sirûştî û rexne li helwesta Amerîkayê digire derbarê giştpirsiyê de û di heman demê de dibêje, helwesta welatên Ereb û Kendavê ji wan welatên ku dihat pêşbînî dikir erênî û bêalî bin, şerîfanetir bû.

Serok Mesûd Barzanî di wê hevpeyvînê de encamdana giştpirsiyê weke serkevtineke gelek mezin bi nav dike û dibêje, “Giştpirsî pêk hat û ji sedî 93ê gelê Kurd dengê ‘erê’ pê da. Ev serkevtineke mezin bû. Ev bo min cihê matmayînê bû, min çaverê nedikir rêjeyeke wiha zêde ya gelê Kurd dengê ‘erê’ bidin.”

Serok Barzanî got jî bi giştpirsiyê, “Berê bingehin hat danîn û rewş û mercê qonaxa paşerojê diyar dikin” û tekez jî dike, “em giştpirsiyê dûbare nakin”.

Serok Mesûd Barzanî dûpat jî kir, “Armanc ji giştpirsiyê rasterast ragihandina serxwebûnê nebû. Armanc ew bû derfetek bi gelê Kurdistanê bê dayîn heta bo yek carê jî be di dîrokê de.

Derbarê helwesta Amerîkayê li hember giştpirsiyê jî, Serok Barzanî dibêje, Amerîkayê netewa Kurd bi şêwekî bawerpênekirî bêhêvî kir û diyar dike ku pêş giştpirsiyê “Amerîkayê gotibû ku ew dê helwesteke bêalî hilbijêrin lê bi nêzîkbûna giştpirsiyê, Amerîkayê bi awayeke aşkere alîgiriya desthilata federalî ya li Bexdayê kir.”  

Serok Barzanî dibêje jî, “Ez derbarê helwesta welatên Erebî bi giştî û welatên Kendavê bi taybetî, sipasguzar im. Helwesta wan gelek ji helwesta wan welatên me pêşbînî dikir erênî û bêalî be, şerîfanetir bû. Helwesta welatên Kendavê mirovî, bimantiq û bi balans bû.”

Serok  Barzanî amaje bi şerê li dijî DAIŞê û herwiha êrişa Heşda Şeibî  jî dike û dibêje, “Berxwedana qehremanane ku hêzên Pêşmerge nîşan da, rêgirî li DAIŞ û Heşda Şeibî kir.” Serok Barzanî dibêje, hat selmandin, “eger tu xwedî hêz nebî, ti kes bergiriyê li te nake. Divê mirov bergiriyê li xwe bike. Eger Pêşmerge nebûya, niha rewş bi rengekî din bû.”

Serok Mesûd Barzanî, ciyawaziya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de girê dide bi rewşeke tendirust û demokratîk û dibêje, “Ciyawazî heye lê ne di mijarên stratejîk de, yek parlamento û yek hikûmet heye. Ciyawazî li ser hejmûn, rikaberiya siyasî û hinek babetên din ên sirûştî heye.”

Serok Mesûd Barzanî behsa wan gotinên Hesen Nasrullah, Sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê dike û dibêje, “Ew ên ku Nasrullah behs dikir, çîrokeke çêkirî bû.”

Derbarê biryara parlamentoya Iraqê ya li ser derkirina hêzên Amerîkî, Serok Barzanî dibêje, “Hebûna hêzên hevpeyman û bi fermandariya Amerîkayê pêwîst e bo asayişa Iraqê û paşerojê. Eger hêzên Ameîrkî biçine der, hemû hêzên hevpeyman derdikevin. Dibe di 6 mehan de bi şêweyekî bihêztir ji berê vegere. Ji ber wê yekê em li dijî dengdanê sekînin. Hebûna hêzên Amerîkî di vê qonaxê de pêwîst e.”

Di wê hevpeyvînê de Serok Barzanî, matmayîna xwe venaşêre li hemberî helwesta Amerîkayê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê de û dibêje, “Hêvîdar im têbigihijim Amerîka li Sûriyê çi ji Kurdan dixwaze. Eger armanc parastina wan be ev tiştekî baş e, lê tişta ku em dibînin guman li ser e. Heta radeyekê baweriya Kurdên Sûriyê bi Amerîkayê jinav çû. Lê ew hewlên pêkanîna baweriyê didin û ev dem bo pêwîst e.”  

Derbarê kiryarên çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Rojavayê Kurdistanê Serok Barzanî dibêje ku ew çekdarên li Rojavayê Kurdistanê ser bi Tirkiyê ve tên hejmartin ku piraniya wan Sûrî ne û diyar dike ku ew çekdar bi alîkariya Artêşa Tirkiyê, komkujiyan li dijî Kurdan encam didin, ev yek bi taybetî li Efrînê diyar e.

Li ser helwesta xwe jî, Serok Mesûd radigihîne ku wan ew kiryarên çekdaran red kirine û di derbarê kiryarên grûpên çekdar de jî, helwesta xwe gihandine Tirkiyê.

Serok Barzanî derbarê rewşa Iraqê de jî dibêje, “piştî rûxana rejîma Sedam di 2003an de derfetekî zêrîn bo Iraqê hebû ku tê de Iraqî dewletekê damezrînin li ser binemaya yekgirtina azadane û federaliyê û me hemû ya jî bo vê mebestê kar kir.”

Serok Barzanî dibêje, “Piştî derketina Amerîkiyan di sala 2011an de, valahiyeke mezin li pey xwe hişt ku Îranê tijî kir û Bı hukmê mezheb û pêkvegirêdana dîrokî, Îranê hejmûneke mezin li Iraqê pêk anî.”

Derbarê Mihemed Tofîq Ellawî, Serokwezîrê Rasipardî yê Iraqê de, Serok Mesûd Barzanî dibêje, erkeke giran liser milên wî ye û li ser helwesta Kurdan derbarê Ellawî de jî diyar dike, “Helwesta Kurdan derbarê serokwezîrê raspardî bo ku hikûmetê pêk bîne de peywendîdar e bi rol û têgihiştina wî ya li ser rewşa Herêma Kurdistanê.”Herwiha Serok Barzanî diyar dike, “Mihemed Tofîq Ellawî ji malbateke birêz û naskirî ya Bexdayê ye” dibêje, “Lê erkekî giran li ser milên wî ye û ji ber hebûna hemû wan grûpên çekdar ên ji yasayan derketine nikare di erka xwe de serkevtî be.”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir