Serok Barzanî: Em bêyî pêkhateyan tevlî hilbijartinan nabin

 Serok Barzanî di hevdîtina xwe ya li gel Patrîkê Dêra Rojhilat ê Aşûriyan li cîhanê Marawayê Sêyem û metranan de ragihand ku ew bêyî pêkhateyên Herêma Kurdistanê tevlî hilbijartinan nabin.

Li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Patrîk Marawayê Sêyem kir.

Baregeha Barzanî li ser civîna Serok Barzanî û Patrîkê Dêra Rojhilat ê Aşûriyan li cîhanê Marawayê Sêyem û metranan daxuyanî da.

Li gorî Baregehê, Serok Barzanî biryara nehiştina kotaya pêkhateyan wekî “nedestûrî” bi n av kir û got:

“Em ne amade ne ku bêyî sererastkirina wê xeletiyê û bêyî beşdariya pêkhateyan tevlî hilbijartinan bibin, ji ber ku bêparkirina pêkhateyan derbeyek e li nirxên dîrokî yên gelê me.”

Roja 21ê Sibata 2024an Dadgeha Federalî ya Îraqê biryar da ku hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê ji 100 kursiyî derbas neke û kursiya pêkhateyan jî wekî nedestûrî ragihand.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî:

“Patrîk Marawayê Sêyem rola Serok Barzanî di piştgiriya pêkhateyên olî yên Îraq û Herêma Kurdistanê de bilind nirxand û spasiya Serok Barzanî kir ji bo vekirina baregeha Patrîkê li Hewlêrê ku ev yek jî nîşana eşkere ya pabendbûna Herêma Kurdistanê ya bi bihevrejiyana olî ye.”

Di hevdîtinê de Serok Barzanî hebûna çanda bihevrejiyana li Kurdistanê wekî serbilindiyeke mezin bi nav kir û bal kişand ser wê yekê ku ew dê bi her awayî wê çandê biparêzin û dewlemend bikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *