Serok Barzanî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdî, cejna Çarşema Sor, pîrozbahiyekî germ li hemû xuşk û birayên Kurdên Êzîdî li Kurdistan û Cîhanê dikim.

Kurdên Êzîdî beşekî azîz û veneqetiyayî ya gelê Kurdistanê ne. Xweşî û êşên wan xweşî û êşên gelê Kurdistanê ne. Bi dirêjahiya dîrokê xuşk û birayên me yên Êzîdî bi sedema nasnameya olî û neteweyî tûşî karesatan hatine, lê belê pabendbûna wan ya bi nasnameya Kurdayetiyê û ola wan, hemû plan û sîtemekî li dijî wan pûç kiriye.

Spas ji bo xweda bi cangoriya Pêşmerge terorîstên Da’îş hatin têkÅŸikandin û Da’îş baca tawanên xwe da û serê wan kete bin piyê Êzîdiyan û êdî nabê rê bê dayîn hîç karesat û êşeke din di derbarê xuÅŸk û birayên me yên Êzîdiyan de dûbare bibê.

Li cejna serê sala Êzîdî da ewe dûpat dikîn ku gelê Kurdistanê palpiştê Êzîdiyane û rê jî nadîn hîç aliyek xwe li ser wan de bisepênê û biryardana li çarenivîs û paşaroja wan tenê di destê Êzîdiyan bi xwe da dibe.

Mesûd Barzanî
18.04.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *