“Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzidî pîroz be”

“Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzidî pîroz be”

Îro sersala nû ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ye, îro roja Çarşemba Sor e, cejna hêkesorkê ye.

Di demeke ku birînên xuşk û birayên me yên Şingalê û yên hemû Êzidîyan hêdî hêdî tê alandin de, cejna hêkesorkê tê pîroz kirin.

Çawa ku bi berxwedan û qehremanîyeke mezin Şingal ji destê DAIŞê hate rizgar kirin; em bawer dikin ku Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê bi bernameyên taybet êş û birînên xuşk û birayên me yên Êzidî bialîne.Di Kurdistaneke serbixwe de hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî jî bi taybetmendîyên xwe yên olî û kulturî ve , bi îradeya xwe ya azad dê bijîn.

Em hêvî dikin ku ev cejna Çarşema Sor li her perçeyên Kurdistanê, bibe sedema yêkîtîya neteweyî û bibe destpêka azadî, wekhevî, edalet, demokrasîyê û li başûrê Kurdistanê bibe destpêka serxwebûnê.

Em bi van hêvî û hestên Kurdistanî, cejna hêkesorkê ya hemû xwişk û birayên xwe yên Kurdên Êzidî pîroz dikin.
19.04.2017

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *