Wek tê zanîn, ji bo pîrozkirina roja Ala Rengîn, Ala Kurdistan li Amedê, polîsên dewleta tirk, pêşî du endamên Ciwanên Netewî yên Kurdistan girtin binçav. Piştre bi destûra dadgeha dewletê, girtin ser nivîsgehê Partîya Azadîya Kurdistan (PAK), Partîya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) û Hereketa Azadî, lêgerînek bêwate kirin, dest danîn ser alavên nivîsgehên wan.
Îro li Komela Rojnamevanên Amedê, rêvbir, nûner û endamên Hereketa Azadî, PAK, PSK, TDK-TEVGER, HAK-PAR, Pêlkurd, DDKD, PDK-Bakur, KKP, Partîya Azadî, PIA, PDKT, DBP, HDPyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ji bo şermezarkirina vê bêrîzîya sazîyên dewleta tirk, beşdarî civîna çapemenîyê bûn û piştgirîya xwe rêdan.
Piştî daxuyanîya hevbeş ya partîyên Kurdistanî, sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Guçlu wek
parêzerê van sazîyan ku midaxilî vê bûyerê bûbû, di derbarê êrîşên li dij Alaya Kurdistanê û girtina ser avahîyên hersê partî û hereketan
agahdarî da raya giştî.
Nûnerên gelek partî, tevger û rêxistinan jî di civîna çapemenîyê da axaftin pêşkêş kirin, êrîşa li dijî Alaya
Kurdistanê û êrîşên li ser nivîsgeh û baregehên partî û rêxistinên Kurdistanî şermezar û riswa kirin.