Hereketa Azadî, PAK, PSK : Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Hereketa Azadî, PAK, PSK :
Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya neteweyî ye

Hereketa Azadî, PAK, PSK ji bo ku êrîşên li ser Alaya Kurdistanê û li ser teşkîlatên xwe yên Amedê bi
şermezar bikin, roja 20.12.2022yê li Cemîyeta Rojnamevanan a Dîyarbekirê bi hildana Alaya
Kurdistanê civîneke çapemenîyê li dar xistin.

Li ser navê Hereketa Azadî, PAK, PSK yê daxuyanîya hevbeş bi kurmancî Berdevkê PAKê Hanîfî Tûran,
bi tirkî jî endama Komîteya Birevebir a Navendî ya PSKyê Selva Baksî xwend. Kurmancî,
kirmanckî/zazakî û tirkîya daxuyanîyê li ragehandinê hate belav kirin.

Li gel rêvbir û endamên Hereketa Azadî, PAK, PSKyê, nûnerên TDK-TEVGER, HAK-PAR, Pêlkurd, DDKD,
PDK-Bakur, KKP, Partîya Azadî, PIA, PDKT, DBP, HDPyê û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî ji
bo piştgirîyê beşdarî civîna çapemenîyê bûn.

Piştî ku daxuyanîya hevbeş hate xwendin, sîyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Îbrahîm Guçlu wek
parêzer jî di derbarê êrîşên li ser Alaya Kurdistanê û girtina ser avahîyên hersê partî û hereketan da
agahdarî da.

Nûnerên gelek partî, tevger û rêxistinan jî di civîna çapemenîyê da axaftin, êrîşa li dijî Alaya
Kurdistanê û êrîşên li ser partî û rêxistinên kurdistanî şermezar kirin.

Gelek telewîzyon û dezgehên ragehandinê civîna çapemenîyê şopandin, weşanên zindî kirin.
Ev jî daxuyanîya hevbeş a Hereketa Azadî, PAK, PSKyê ye:
………………………………………………
Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin; Alaya Kurdistanê nirxa me ya
neteweyî ye

Li ser daxwaza Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya
Yekem a Amedê, polîsên Emnîyeta Amedê, roja 19.12.2022yê avêtin ser Teşkîlatên Amedê
yên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê.

Wekî tê zanîn bi minasebeta Roja Alaya Kurdistanê Hereketa Azadî, PAK û PSKyê li
Teşkîlatên xwe yên Amedê Alaya Kurdistanê hilda bûn. Û wek nûçe di hinek malperan da
wêneyên hildana Alaya Kurdistanê ya Hereketa Azadî, PAK û PSKyê hatibûn belav kirin.
Hinek kesên nîjadperest, di sosyal medyayê da van wêneyan kiribûn sebebê êrîşa li dijî
Alaya Kurdistanê û Hereketa Azadî, PAK û PSKyê jî wek hedef nîşan dabûn.

Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê nîvîsên van nîjadperestan yên li ser sosyal medyayê
wek şîkayet qebûl kirîye û bi îzna Dadgeha Sulh û Cezayê ya Yekem a Amedê îzna ligerînê
wergirtîye.

Polîsên ku avêtine ser avahîyên Hereketa Azadî, PAK û PSKyê ew belgeya îznê nîşanî
rêvebirên hersê partî û hereketan dane û dest bi lêgerîna nav avahîyên hersê partî û
hereketan kirine û gotine ‘’Ji ber ku we Alaya Kurdistanê li ser tabelaya teşkîlata xwe hildaye,
Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê îzna lêgerîna nav avahîyê daye me. Em ji bo vê sedemê
hatine’’. Di dema lêgrînê da parêzeran partîyên me jî li avahîyên me amade bûn.

Herçiqas, sedema van lêgerînan wek Alaya Kurdistanê hatibe nîşandan jî, polîsan, li ser
emrê serdozgerî, dest danîne ser hemû kompîtur, dokumanên fermî, dosya, pirtûk, kovar,
afîş û alayên Kurdistanê û birine Emnîyeta Dîyarbekirê.

Polîsên Emnîyeta Amedê Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Nûrûllah Tîmûr, Sekreterê Giştî yê
Hereketa Azadî Metîn Pîranî jî ji bo îfadeyê bi xwe ra birin Emnîyeta Dîyarbekirê. Piştî ku
îfadeya wî li Emnîyetê hate girtin, Nûrûllah Tîmûr di eynî şevê da hate berdan, Metin Pirani
hîna jî nehatîye berdan .

Helbete ku êrîş û qedexeyên li ser Alaya Kurdistanê ne cara yekeme ku pêk tên. Li Bakurê
Kurdistanê û li Tirkîyeyê gelek caran Alaya Kurdistanê rû bi rûyî êrîş û qedexeyan bûne. Roja
17ê Çileya Pêşîn ji ber ku Alaya Kurdistanê hildane, berpirsên CNKyê Jîyan Tîmûrtaş û
Şerzan Kiliçaslan jî li Amedê hatine desteser kirin û hîna jî nehatine berdan. Em vê biryara
Serdozgerê Cimhûrîyetê yê Amedê û helwesta polîsên Emnîyeta Amedê ya li ser Hereketa
Azadî, PAK û PSKyê jî, êrîşên berê jî, wek êrîşên li himberî nirxa neteweyî, niştimanî yên gelê
Kurdistanê, êrîşeke li himber azadîya xwe îfade kirinê û azadîya xebata rêxistinî dibînin. Em
van êrîşan, van biryaran şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin a neteweyî, niştimanî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên
cîhanê ye. Tu kes nikare vê nirxê neteweyî qedexe bike. Em tu qedexeyên li ser Alaya
Kurdistanê qebûl nakin, emê li himberî tu êrîşan serê xwe netewînin.

Em, qedexe, bêrêzî û êrîşên Dewleta Tirkîyeyê û yên nîjadperestan yên li ser Alaya
Kurdistanê, şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê herweha alaya fermî ya Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ye jî. Alaya
Kurdistanê li gorî Qanûna Bingehîn a Federe ya Iraqê jî , alayeke fermî ye ku hemû dewletên
cîhanê jî qebûl kirine.

Gelek caran Serokkomar û wezîrên Dewleta Tirkîyeyê, li gel Alaya Tirkîyeyê, bi Alaya
Kurdistanê jî hevdîtinên fermî li gel Rayadarên Herêma Kurdistanê kirine.

Polîsên Amedê gotin em ji bo Alaya Kurdistanê hatine li nava avahîyên teşkîlatên hersê
partî û hereketan bigerin; lê di encamê da, li gel alayên Kurdistanê dest danîne ser hemû
kompîtur, dokumentên fermî, kovar û afîşên û eşyayên din yên li hersê avahîyan. Ev jî
binpêkirina mafê azadîya ramanî û azadîya xebata rêxistinî ye.

Belê, Alaya Kurdistanê nirxa me ya neetweyî ye û emê her û her hildin.
Emê serê xwe li himberî tu êrîşan netewînin.
19.12.2022

Hereketa Azadî
Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)
Partîya Sosyalîst a Kurdistanê(PSK)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *