Şerê PKKê ji bona avakirina dîktatoriya faşîst û tunekirina kurdan…

İbrahîm GUÇLU

Hîç şik tune ye ku dewletên kolonyalîst welatê Kurdistan dagir kirin û perçe kirin. Li welatê me sîstemeke metîngehkarî û kolonyalîst ya pir xirab û ji kolonyalîzma klasik ya berê texrîbkar ava kirin.Dewlemendîya welatê me yên binerd û sererd talan kirin û neteweya me xistin nav feqîriyeke mezin. Hemû mafên me yên neteweyî xesip kirin. Serhildanên neteweyî yên li dijî siyaset û statuya kolonyalîst qewimî bûn, bi qetlîaman hatin temirandin. Serok û pêşengên civata Kurd û Kurdistanê hatin kuştin. Ji bona kurd di nav neteweyên serdest de bên helandin û asîmîle kirin, stratejîyeke hovane meşandin.

Lê 4 dewletên kolonyalîst (Dewleta Tirk, Fars, Iraqê, Sûriyeyê) piştî demekê dîtin ku siyaset û projeyên wan têrê nakin, biryar dan ku  di nav kurdan de rêxistinên xwe ava bikin. Bi riya wan siyaseta tunekirina kurdan bimeşînin. PKKê li Bakûrê Kurdistanê di destpêkê de ev mîsyona xwe pêk anî. Pişt re jî li hemû beşên din yên Kurdistanê ev mîsyona xwe ya qirêj û dijmin pêk anî.

Dema ku ev mîsyon û wezîfeya xwe li ser navê dewletên kolonyalîst pêk anî, gelek cure û babet bi kar anî.

Li hemû beşên Kurdistanê bi dewletên kolonyalîst re hevkarî û piştgirî girt, ji bona tasfiyekirina rêxistin û partiyên Kurdistanê.

Li hemû beşên Kurdistanê, hemû serok û rêxistin-partiyên Kurdistanê nerewa îlan kir.

Ciwan û zarokên Kurdistanê di şerê berjewendîya dewletên kolonyalîst de da kûştin.

Mirov dikare bibê ku PKKê bi her awayî  siyaseta dewletên kolonyalîst ya tunekirina kurdan meşand. Di vê qonaxê de jî heman helwest û siyaseta xwe didomîne.

Vê siyaset û stratejîyê bi xwe re encameke din anî holê. Ew jî, PKKê di hemandem de xwest ku li hemû beşên Kurdistanê ji bona xwe desthilatdarîyekê ava bike.

Loma jî hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê dijmin îlan kir, ji bona ku ew tasfiye bibin û ji jiyana Tevgera Neteweyî Kurdistanê derkevin, ji destê wê çi hat kir û nûha jî dike.

Loma jî armanca PKKê ew e ku li herêma desthilatdar dîktatoriya xwe ya faşîst divê ava bike. Li Rojavayê Kurdistanê Rejîma Baasê ew derfeta da wan ku ew li Rojavayê Kurdistanê dîktatoriya PKK/PYD ava bikin. Bi wateyeke din dîktatoriya Partiya Baasê ew bimeşînin û bi dîktatorıya Baasê re bibin şirîk.

PKK/PYDê nûha jî li Rojavayê Kurdistanê di dîktatoriya xwe ya faşîst û xirabiyên xwe de serkeftî ye.

PKKê loma jî bi Pêşmergeyên Roj û melbatên wan re dijminitî dike. Li hemberî malbatên pêşmergeyên Roj gef û tehdîdan didomîne.

Hebûna pêşmergeyên roj, li hemberî dîktatoriya xwe ya faşîst wek xeter û tehdît dibîne. Ew dizane ku  Pêşmergeyên Roj û neteweya kurd dê di pêşerojê de dawîya desthilatdarîya PKK/PYDê bînin. Loma jî divê ku pêşmergeyên Roj ji holê rabe û neteweya kurd jî tune bibe.

Ew hewildana PKK/PYDê ya dîktatoriya Faşîst jiyan li neteweya kurd tarî kiriye.

PKK/PYDê ji Rejîma Baasê hezar qat xirabtir tişta tîne serê gelê me.

 

LOMA ÇETEYÊN PKK ZAROKAN DIREVÎNIN…

PKK ji bona ku kurdan tune bike û dîktatoriya xwe ya faşîst bidomîne çeteyên faşîst ava kirine. Ew çeteyên faşîst zarokên Kurd yên keç û law direvîne.

Rojevakurd dibêje ku  “li rojavayê Kurdistanê çekdarên PKKê zordarî û tadariya li ser civatê bi awayek sistematik di çerçoveya projeyeka ku bikaribin tirsê li ser xelkê ferz bikin de dikin.

“Li rojavayê Kurdistanê ji bo PKK bikaribe hêzên çekdar kom bike biryara leşkeriya mecbûrî da. Li rojava her ciwan dema temenê wî were, mecbûre here leşkerîya icbarî bike. Ji bo vê biryarê bi hezaran ciwanên kurd dev ji welat berdan û bûne koçber. Xelk ji bo zarokên xwe rênekin leşkeriya icbarî ew vedişartin û bi awayekî hewldidan wan ji rojavayê Kudistanê derêxin. PKK, di vê projeya xwe de serneket û destpê kir zarokên temen biçûk revandin.

“Milisên çekdar, bi navê Ciwanên Şoreşger tevdigerin û ew rasterast bi Qendil ve girêdayine û guh nadin kesekî ji bilî Qendil. Fermana xwe rasterast ji Qendil werdigirin. Ev ciwan nezan in û piraniya wan madeyên hişber bi kar tinin û ev in ku yên êrîşê cih û malên xelkê dikin. Ciwanên Şoreşger li kolanê bajaran û li gunda digerin, keç û kurên temenê wan biçûk, 11,12,13,14,15 heta 16 salî direvînin û dibin kampên leşkerî û wan perwerde dikin û rêdikin eniyên şer.

“Ev babet û zordariya çeteyên PKKê, ji aliyê dezgehên parastina mafên zarokan ve û ji aliyê gelek dezgehên navnetewî ve tê şopandin û ji HSDê dixwazin ku, kesên temen biçûk û zaroka nebin leşkerîyê û vê yekê wek tawanek navnetewî ya şer dihesibînin. HSD car carê yek diduyan azad dike û dixwaze bide nîşandan ku biryarên dezgehên navdewletî bi cih tînin. Lê rastî ne  ev e. Ew bi zanebûn bi sedan zarokan bi çek dikin.

“Rojane hezên muxalifê PKKê, li rojavayê Kurdistanê, vê helwesta çeteyên çekdar rexne dikin û behs dikin. Gelek alî vê yekê şermezar dikin.

“Bi dehan malbatên zarokên revandî, li  ber deriyê avahîya Neteweyên Yekbûyî li bajarê Qamişlo, kom dibin û ji HSDê daxwaza vegerandina zarokên xwe dikin.

“Herkes dizane ku revandina zarokên temen biçûk, kiryareka PKKê ye ku li hemû beşên Kurdistanê  û deverên ku kurd lê dijîn. Di zemanê xwe de, li Ewropa, bi dehan zarok dibirn Kampên Havînî, li wir wan perwerde dikirin û rêdikirin çiya. Malbatan, li gelek welatên Ewropa, giliya PKKê kirin û gelekan jî bi rêya peran zarokên xwe vedigerandin.

“Li bakurê Kurdistanê PKKê bi hezaran zarok revandine û ew çekdar kirine û rêkirine mirinê. Gelek zarokên ku hewla revandinê kirine jî hatine infaz kirin.

“Ev şêweya ku çeteyên PKKê zaroka direvînin û wan bi çek dikin, beşek e ji îdeolojiya wan û stratejiya wan ya xebatê ye.  PKK tu carî guh nade rexne û dengê xelkê, ew bi ya xwe dikin û civatê bi awayekî mahkumî siyaseta xwe ya qirêj dikin. Ji xwe ev yeka bûye sedemek bingehîn ya tehrîbatbûna civaka Kurd.”

LOMA ÇETEYÊN PKKÊ XWEPÊŞANDANAN POVOKE DIKIN Û LI KURDISTANÊ TEVLIHEVÎYÊ ÇÊ DIKE

PKK, ji bona ku Başûrê Kurdistanê têk bibe, tevgera xwe ya xirab dimeşîne. Dê di vê helwesta xwe de jî berdewam be.

Rêkxerê Raspardeyên Navdewletî di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de Dîndar Zêbarî radigihîne, PKK dest bi siyaseta neşîrînkirina Herêma Kurdistanê kiriye û rola wê ya aktîv di Silêmaniyê û guhertina daxwazên xwepêşandêran de hebû, çend kesên ser bi PKKê ve hatin girtin û di rojên bê de zanyarîyan belav dikin.

Dîndar Zêbarî ji rojnamevanan re ragihand, “Rola PKKê ya gelekî xirap di xwepêşandanên Herêma Kurdistanê û bi taybet ên Silêmaniyê de hebû. PKKê bi riya alîgirên xwe hewl da daxwazên rewa yên xelkê bi aliyekî din ve bibe. Di rastiyê de, PKK bûye barekî giran li ser aramîya Herêma Kurdistanê.”

PKKê berê jî di xwepêşandanan de texrîbat çêkir, şiddet û terör bi kar anîbû. Zirareke mezin da Kurdistanê.

Divê kurdên hemû beşan, hemwelatîyên Herêma Federe ya Kurdistanê, Hikûmeta Kurdistanê, partî û rêxistinên Kurdistanê, kurdên li hemû dinyayê li Ewrûpayê û li Emerîkayê jiyana xwe didomînin, di vê xeterîya PKKê de hişyar bin. Pêşiya vê xeteriyê bigrin.

LOMA PKK-Ê, JI BONA KU RÛMETA DESTHİLATDARÎYA KURDISTANÊ BIKEVE, ZOR DIDE CIWAN Û MALBATÊN KURDISTANÊ KU JI WELÊT DERKEVIN Û BIÇIN LI WELATÊ BIYANÎ BIBIN PENABER…

Rola PKKê, di koçberbûna xelkê Herêma Kurdistanê bo Belarusê de hebû. Hin kes di nava koçberan de hebûn, hewl didan wêneya Herêma Kurdistanê li cem civaka navdewletî xerab bike, ji ber wê divê destpêkê PKKê were tometbarkirin û jê re were gotin ku divê dawîyê li vê siyasetê bîne.

Dîndar Zêbarî diyar kir jî: “PKKê pirsa koçberan wek kartekê bi kar anî, ji bo navûdengê Herêma Kurdistanê têk bide. Alîgirên PKKê hewl dan li medya û sosyal medayayê, Kurdistanê xerab nîşan bide.

Diyarbekîr, 03. 12. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *