Şerê Emerîka û Dewleta Tirk: Şerê Hegemonya û Teslîm Girtina Dewleta Tirk û Stratejiya Trump ya “Emerîkaya Mezin” e. Ji Bona Kurdan Nîne…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di van rojên dawî de di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîka de krîzeke mezin heye. Ev krîza naşibê krîza du muttefîkan û dostên stratejîk. Ev nekokî û krîza qerektereke din terîf dike. Lewra tê zanîn ku Emerîka û Dewleta Tirk du muttefîkên gelek kevn, nêzik, stratejîk in. Heta Dewleta Tirk di Rojhelata Navîn de demekê wek qereqolekê Emerîkayê tevgeriya. Gorî we jî qiymeteke wê bilind bûye li cem Emerîkayê. Lê dîsa jî dem-dem di navbeyna Emerîkayê û Dewleta Tirk de krîz û nekokî hatine holê. Lê ev krîz û nekokiya dawî naverokeke din pêşkêş dike.

GELO DI NAVBEYNA EMERÎKA Û DEWLETA TIRK DE ŞER HEYE, AN KRÎZEKE XWEZAYÎ HEYE?
Hîç şik tune ye ku di van rojan de di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de nekokiyeke taybet û xurt derket holê. Li ser ev nekokiyê û naverok û qerektera wê gelek niqaşe/gengeşî hene. Loma jî ev nekokî û krîza di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de bi gelek reng û babet û hevokan tê bi nav kirin.
Berpirsiuarên Dewleta Tirk û serok Dewleta Tirk R. T. Erdoqan dibêje ku, “ ev şerek e. Şerekî dijwar e. Şerê ku bi êrîşa Emerîkayê, mutefîqên wan dest pê kiriye. Ev şerekî aborî û siyasî ye. Armanca vî şerî, dorpêçkirin û teslîmgirtina Tirkîye ye.”
Beşek bispor û analîtiker jî dibêjin ku “ ew bi her awayî ne şer e. Ev şerê demî ye. Teref hevûdu diceribînin.”
Beşek analîst û bisppor jî dibêjin ku “ev şerekî rasteqîne ye.”
Ez jî di wê bawerîyê de me ku ew şerekî rasteqîne ye. Di navbeyna du mutefîqan de şer bi vê babetê tê meşandin. Heger şer bi çek û bi balafiran çê bibe; ew tê wateyê ku du hêzên dijmin şer dikin.
Wek tê zanîn ku îlima siyasî jî dema şer terîf dike, dibêje ku “şer, domandin û berwewamiya siyasetê û dîplomasiyê ye.”
Wek tê zanîn û ceribandina dinyayê jî diyar dike ku dema ku bi rêya siyasetê û dîplomasiyê pirsgirêk çareser nebe, wê demê teref bi şer dê bixwazin ku pirsgirêkan çareser bikin. Daxwazên xwe bidin pejirrandin. Şerên li dinyayê di navbeyna dewletên milî û împeratoraiyan de ji bona vê derketin. Şerê CÎhanî yê Yekemîn û Duyemîn jî ji bona vê derket holê. Piştî ev du şerên cîhanî yên mezin, dinya ji nûve parve bû, sınor jinûve diyar bûn, li dinyayê nîzamek nû ava bû.
Îro şerê Emerîka û Dewleta Tirk beşek ji vî şerî ye. Lewra dinya jinûve ava dibe. Li Rojhilata Navîn jî nîzam û pergeleke nû ji bona ku ava bibe, dinavbeyna dewletên mezin û herêmî de şerekî dijwar heye.

PÊWENDİYÊN DEWLETA TİRK, DEWLETÊN EWRÛPAYÊ Û EMERÎKAYÊ GELEK KEVN E? DEWLETA TIRK DI VAN PÊWENDIYAN DE DEM DEM GELEK QEDİR BİLİND BÛ…
Dewleta Tirk, li ser mîrata Împeratoriya Osmanî ava bû. Heta mirov dikare bibêje ku Dewleta Tirk, li ser projeya tasfiye kirina Împeratoriya Osmanî ava bû. Loma jî pêwendiyên Dewletên Ewrûpayê û Dewleta Tirk, berdewamiya pêwendiyên împeratoriya Oamanî û Dewletên Ewrûpayê ne.
Di vê pêwendiyên de rewşeke gelek xerîb heye. Dewletên Ewrupayê xwediyê wê armancê bûn, ku Imperatoriya Osmanî ji holê rakin. Dikarim bibêjim ku di Şerê Cîhanî yê Yekemîn de ew derfeta xistin destên xwe.
Lê dema ku dest pê kirin ku Împeratoriya Osmanî ji holê rakin, Dewleta Kurdistanê û Ermenîstanê ava bikin, ku Peymana Sewrê delîla vê yekê bû; li ser serê Dewletên Ewrûpayê xeteriyeke mezin çêbû û an jî Dewletê Ewrûpayê bi xeteriyekê ve rû be ru bûn. Ew jî li Rûsyayê gûhertina desthilatdarî bû. Di sala 1917an de Bolşewîkan (komunîstan) desthilatdarî ji bûrjûwazî û ji mîrên Rûsyayê wergirtin.
Rejîma Komunîst gelek aşkere diyar kir, ku dê li dijî kapîtalîzmê û rejîma burjuwan şer bikin. Dewletên Ewrûpayê jî xwediyê rejîma kapîtalîzmê bûn û bûrjûwazî jî desthilatdar bû. Bolşewîkan gelek aşkere jî îlan kiribû dê rejîman li Ewrûpayê biguherîne.
Loma jî Dewletên Ewrûpayê hewcedarî parastinekê hebû. Lomna jî Îngilîzan nedixwestin, ku Tirk bibin dewlet jî, li hemberî vê xeteriyê İngilîzan dev ji Kurdistranê û Ermenîstanê berdan, Dewleta Tirk ya Kemalîst ava kirin.
Gelek aşkere ku Dewleta Tirk bi mîsyoneke taybet ava bibû. Loma jî ji bona Dewletên Ewrûpayê gelek qedirbilind û giranbûha bû. Ji Dewleta Tirk re bi her awayî alîkarî difikirîn.
Ew rewşa di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de hat guhertin. Şerê Cîhanî yê Duyemîn di navbeyna dewletên Ewrûpayê û Dewleteke Ewrupayê (Elmanyayê) de bû. Dewleta Tirk li aliyê Dewleta Faşîst ya Elmanyayê bû. Loma jî bû terefa wendkirî. Lê Dewleta Tirk bi siyasetek oportunîstî xwe ji Elmanyayê dûr nîşan da, dîsa bi Dewletên Ewrupayê re bû xwediyê pêwendî û tîfaqê.
Di encama Şerê Duyemîn de Emerîka bû mezin û xwediyê dinyaya kapîtalîst. Loma di navbeyna Emerîka û Dewleta Tirk de jî tîfaqek çêbû. Dewleta Tirk di sala 1952an de bû endamê NATOyê.
Di wan şertan de Dewleta Tirk him bû mutefîkê Dewletên Ewrûpayê û him jî mutefîkê Emerîkayê.
Wek tê zanîn piştî salên 50yî di navbeyna Sîstema Sosyalîst û Kapîtalîst de şerê sar dest pê kir. Wê demê qiymeta Dewleta Tirk li cem Dewletên Ewrûpayê û Emerıka jî gelek bilind bû. Lewra Dewleta Tirk li hemberî Sîstema Sosyalîst wek qereqolekê bir kar dianîn.
Di şerê Koreyê de pêwendiyên Emerîka û Dewleta Tirk xurttir bû. Ji pêwendiyên Dewleta Ewrûpayê jî xûrttir bû û ket qonaxa yekemîn.
Piştî Şerê Sar (1990), herkesî diyar kir ku qiymeta Dewleta Tirk dê li cem Emerıkayê û Ewrûpayê kêmtir bibe. Her çiqas bi tevayî ne be jî, ev nerîna rast derket. Dewleta Tirk qiymeta xwe wenda kir.
Ev pêvajoya dom dike. Loma jî di navbeyna Dewleta Tirk, Yekîtiya Ewrûpayê û Dewletên Ewrûpayê û Emerikayê de dem dem pirsgirêkên mezin derdikevin.

DU SEDEMÊN ŞERÊ EMERÎKA Û DEWLETA TİRK HENE…
SEDEMA YEKEMÎN: Stratejî û projeya Trump ya ku “Emerîkaya mezin” e. Hegemonya ya Emerîkayê li dinyayê jinûve ava kirine.
Wek tê zanîn beriya Trump bê hilbijartin, siyaset û stratejiya Obama bi hişkî/tûndî rexne kir. Got ku “Obama berjewendiya Amerîkayê li hemberî dinyayê neparastiye. Amerîka mezin nekiriye, biçûk kiriye. Loma dema ez hatim hilbijartin û ez bûm serokdewletê Emerıkayê, wê demê ezê ji bona Amerıkaya mezin xebat bikim.”
Ew nerînên Trump, ji gelek aliyan de hatin şirove kirin. Gelek analîteker di şiroveyên xwe de şaş derketin. Lewra gotineke Trump gotina wî ya din hevûdu nedigirt. Piştî ku bû serokdewlet jî Trump sergejiyek çêkir.
Di encamê de di “Belgeya Ewlekarî ya Emerîkayê” de nerînên xwe zelal anî ser zimên. Di wê belgeyê de dost û dijminên xwe diyar kir. Dijminên diyar, Rûsya û Îran bû. Lê di belgeyê de diyar bû ku her demê dikare dewletên din jî dijmin îlan bike.
Di rastiyê û di jiyanê de jî wûsa bû. Pêşî Meksîka dijmin îlan kir. Bes li wir nesekinî dewletên endam yên NATOYê tehdît kir. Bi Elmanyayê re nekokî çêkir. Bi Qeneda re jî xwediyê helwesteke erênî nebû. Li hemberî Çînê şerê ticarî meşand.
Bi Îranê re Peymana nukleerî fesih kir. Ji bona ku Îranê ceza bike.
Li ser Rûsyayê amborgoyê dimeşîne.
Şerê di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de jî beşek ji vî şerî ye.

SEDEMA DUYEMÎN: Dewleta Tirk her daxwazeke Emerîkayê wek cî bi cî nake. Serî hildide. Helwesteke emparyal nîşan dide. Ew jî di navbeyna herdu dewelatan de dibe sedema pirsgirêkan. Di merhela dawî de Emerîkayê dît ku Dewleta Tirk ji hegemonya ya wan re serî radike, ji bona ku wan bixin bin hegemonya û desthilatdariya xwe şerek îlan kirin.
Dema şer îlan kirin, Papaz Brunson kirin sedem. Di esil de sedemên yên stratejîk di navbeyna herdu derwletan de heye.
Di demên berê de di sedsala 20an de jî di navbeyna dewleta Tirk û Emerıikayê de pirsgirêk hebûn. Lê tu dem wek îro tûnd/hişk nebû. Qerektereke şer qezenç nekir.
Di dema Mendres de di navbeyna wan de pirsgirêk hebûn. Menderes ji bona ku xwest bi Yekîtiya Sovyetê re danûsatandin bike, Emerîkayê li hemberî wî jî darbeya leşkerî re piştgirî kir.
Di dema Darbeya 12 Adara 1971an û 12ê Îlona 1980î de jî li hemberî “desthilatdariyên siwîl” piştgiriyê desthilatdarî û dîktatoriya leşkeran kir.
Di mijara Qibrisê de jî di navbeyna Hikûmeta Ecewît û Erbakan Emerıkayê de pirsgirêk derketin. Emerıkayê ambargo danî ser Dewleta Tirk.
Di mijara xaşxaşê de jî heman pirsgirêk derketin holê û ambargo li hemberî Dewleta Tirk hat li darxistin.
Pirsgirêkên Dewleta Tirk û Emerıkayê di desthilatdariya R. T. Erdogan de zêdetir bû.
Pirsgîrêka mezin di sala 2003an hat rojevê. Emerîkayê xwestin ku di ser Tirkiyeyê re leşker û hêzên xwe derbasî Iraqê bikin. Meclîsa Dewleta Tirk ev yeka red kir. Ew ji bona Emerîkayê bû darbeyeke mezin.
Pişt re wan jî çuwal xistin serên komûtanên tirk.
Bi taybetî di mijara Sûriyeyê de nekokiya Dewleta Tirk û Emerîkayê zêde bû.
Dewleta Tirk dema ku bi Rûsya û Îranê re di Astena de tîfaq kirin; ev nekokiya mezintir bû.
Piştgiriya Emerîkayê ji PKK/PYDê re di navbeyna wan de pirsgirêkeke gelek cidî û mezin e.
Dema ku Darbeya 15 Tirmehê çêbû, Dewleta Tirk îdia kir ku Emerîka li pişt vê darbeyê ye. Dema ku Fettullah Xoce nedan Tirkiyeyê, ev nerîna li Tirkiyeyê xurttir bû.
Lê Dewleta Tirk Xoce Fettullah her demê wek pirsgirêkekê anîn rojevê û danîn pêş Emerîkayê.
Pirsa Qûdusê nekokî di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de kûrttir kir. Bi taybetî jî dema ku Dewleta Tirk pişta EmerÎkayê bi dostên Emerîkayê di civîna Neteweya Yekbûyî de da erdê, pirsgirêk mezintir bû.
Di navbeyna Emerıka û Dewleta Tirk de Doza Mudurê Banqa Xelkê jî bû pirsgirêkeke mezin.
Emerîka naxwaze ku Dewleta Tirk ji Rûsyayê çek û fuzeyan bigre. Lê bi xwe jî çek û belaviran nade Dewleta Tirk. Ew jî bi serê xwe di şerê Emerıka û Dewleta Tirk de sedemek girîng e.
Mirov dikare van xalan zêde bike.
Lê di encamê de ez dikarim bibêjim ku şer şerê hegemonyayê ye. Dewleta Tirk, daxwazên Emerîkayê pêk nîne. Emerıka jî li dijî Dewleta Tirk xebat dike.

KURD SEDEMA ŞERÊ EMERÎKAYÊ Û DEWLETA TİRK YA STRATEJÎK NÎNE…
Beşek siyasetvanên Kurd xwediyê wê nerînê ne, ku sedema bingehî û stratejîk ya Şerê Emerîkayê û Dewleta Tirk, kurd in û pirsa kurd/Kurdistanê ye.
Ew nerîna şaş û hisî û romantîk e.
Min şaşiya wê nerînê di Telewîzyona Kurdistan24an de jî diyar kir.
Di navbeyna Dewleta Tirk û Emerîkayê de pirsgirêkeke esasî jî pirsa Sûriyeyê ye. Pirsa kurd jî, di nav ev pirsa giştî de pirsek e.
Lê Emerıka jî di vê pirs û mijarê de xwediyê stratejiyeke diyar jî nîne. Rastî ji bona Kurdistanê çi dixwaze nayê zanîn.
Hêza demokratîk ya Suriyeyê û PYDê bi rejîmê re danûstandin dike û dixwazin li hev bikin, Emerîka di vê konseptê de li ku disekine, ne diyar e.
Emerîka rê da ku Dewleta Tirk, Efrînê (Çiyayê Kurd) dagir bike.
Emerîka li Başurê Kurdistanê hatibû merhelaya dewlet avakirinê. Pêşiya dewleta Kurdistanê girt. Piştgiriya dagirkirina Kerkûkê kir.
Loma Emerîka ji bona tu kesî û tu miletî û kurdan ne, ji bona berjewendiya xwe tevdigere.
Bi Dewleta Tirk re ji bona berjewendiya xwe ya giştî û navneteweyî û kuresel di nav şer de ye.

Amed, 17. 08. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *