‘Sedemê xetera li ser dimilkî bêdewletbûn e’

Nivîskar û Ferhengnûs Ahmet Kasımoğlu ku demeke dirêj e li ser wêje û peyvsaziya wêjeya dimilkî ya şêwezarê kurdî de xebatan dimeşine, yekem ferhenga xwe ya “Navên Nebatan“ derxist.

Mehmet Emîn KAN

BasNews – 

Nivîskar û Ferhengnûs Ahmet Kasımoğlu ku demeke dirêj e li ser wêje û peyvsaziya wêjeya dimilkî ya şêwezarê kurdî de xebatan dimeşine, yekem ferhenga xwe ya “Navên Nebatan“ derxist. Ahmet Kasımoğlu ku li ser folklor û dîroka kurd jî xebatan dimeşîne, di derbarê xebatên xwe yên wêjeyî û rewşa şêwezarê dimilkî de agahiyên xwe bi BasNûçe’yê re parve kir. Kasımoğlu balê kêşa ser bêderfetiya şêwezarê dimilkî û amaje bi wê yekê kir ku sazî û dezgehên kurdan bi awayekî têr li dimilkî xwedî dernakevin û ev yek xetera li ser dimilkî zêdetir dike.

‘UNESCO’yê xetera li ser dimilkî destnîşan kir

Şêwezarê dimilkî ango zazakî ku di lîsta UNESCO’yê ya ziman û şêwezarên di bin xeteriyê de ye, li gel hin pêşketinên piçûk jî rexşa xwe ya xeternak didomîne. Nivîskar û Ferhengnûs Ahmet Kasımoğlu di derbarê rewşa vî şêwezarî de da zanîn ku di raporta UNESCO’yê 2008’an a ziman û şêwezarên di bin xetera têkçûnê de cih daye şêwezarê dimilkî jî  û da zanîn ku di nirxandina UNESCO ya li ser dimilkî de tê gotin ku ‘Ger pêşî li van xeteran neyê girtin wê dimilkî têk biçe. Kasımoğlu rexneyên tûnd li zimankariya dezgehên fermî yên Tirkiyeyê kir ku ji bo zimanên cuda yên ku li ber têkçûnê ne, têgehên wek ‘Zimanên mirî’ an jî ‘Zimanên li ber mirinê’ bikar tînin û got: “Ez bawer nakim ku di lîteratora zimanê din de têgehên bi vî rengî hebin. Em dikarin bêjin winda dibin an jî ji holê radibin. Lê belê ev xetere hene. UNESCO’yê nirxandiye ku şêwezarê dimilkî niha ji aliyê zarokan ve tê axaftin, lê ger ku çareyek neyê dîtin wê dimilkî nebe zimanê perwerdehiyê. Ji ber ku nifşên niha bi zimanê xwe napeyivin tirsa min ew e ku bi nifşa nû re dimilkî ji holê rabe.”

Sedem bê dewletbûn e”

Kasımoğlu derbarê tunebûna polîtikayên ziman de jî axivî û balkişand ser wê yekê ku heta kurd nebin xwedî dewlet û dezgehên xwe yên çandî ava nekin, ew ê nikaribin ji bo ziman polîtîkayek durust bikin.  Kasimgolu da zanîn ku gelek tişt rê li ber pêlketina kurdî digirin û wiha dom kir: “Pirsgirêka herî mezin bêdewletbûn e. Heta ku em nebin dewlet, dewletên xelkê rê li ber me venakin. Di vê mijarê de bêxemiya civaka me rexşenbîran jî ziyanê mezintir dike. Li aliyekî mirov dema dibêje kurdî çi ye? Ev jî ne zelal e, dema ku mirov behsa zimanê kurdî dike behsa kijan zimanî dikî ew ne diyar e, li gor min zimanê kurdî grubek e, piraniya wan kurmanc in dû re soran tên, dimilkî, hewramî û erdelanî tên, zimanê hemûyan kurdî ye û ew jî xwe kurd dihesibînin.”

“Min yek bi yek ew nebat dîtin û navê wan pirsî”

Nivîskar Ahmet Kasımoğlu di berdewamiya axaftina xwe de qala xebata xwe ya li ser nebatan jî kir û da zanîn ku nêzîkî 15 salan e ew li ser ferhenga nebatan dixebite û wî bi alîkariya akademîsyen û Parlementerê HDP’ê Kadri Yildirim, ew li Zanîngeha Artukluyê  çap kiriye.  Li hêla din Kasımoğlu daxuyand ku wî li Amedê di semîneran de jî li ser navên nabetên kurdî agahî dane û ji bo navlêkirina nebatan li gelek bajarên Kurdistanê geriya ye. Kasımoğlu, li ser pêvajoya amadebûna ferhengê jî got: “Rojekê li Amedê li Odeya Endezyarên Zîraetê min semînerek da û min 2000 nav rêz kirin. Dûre min meraq kir: ‘Gelo kurdan bi pergaleke çawa nav li nebatan kirine?’ Piştre min navên nebatan ên latînî û kurdî pergî hev kir. Min dît ku navên latînî û kurdî pir dişibin hev. Dûre min xebatên xwe ji Govara Wate re şand. Dostên govarê jî hin pêşniyaz li min kirin û ez di vî aliyê de pêş ketim. Ez li gelek deverên Kurdistanê geriyam. Wek nimûne; Çiyaye Garê ku cihekî bi nebatên Kurdîstanê bi nav û deng e. Ez  çûm Amediyê, Bamernê, Barzan, Wan, Bazîd, Cizîrê û gellek deverên din û min nebat bi çavên xwe dîtin û navên wan hîn kir û xebata xwe bi encam kir.”

“Kes li dimilî xwedî dernakeve”

Di berdewamiya axaftina xwe jî de Ahmet Kasımoğlu derbarê xebatên dimilkî jî de anî ziman ku divê saziyên kurmancî alîkariyê bidin dimilkî û wiha berdewam kir: ‘’Ez dikarim bêjim di zimanê gruba kurdi de yê herî paş dimilkî ye. Weke ku hûn jî zanin em dimilî ji zû ve kurmancî hîn dibin, kurmanc yan soran dimilî hîn nabin. Hinek dixwazin hîn bibin lê nikarin hîn bibin. Di fîîlan de nêr û mê ku di dimilî de heye lê di kurmancî û soranî de tune û ji ber vê sedemê hînbûna dimilî hinekî zehmet tê ji wan re. Zimannasê me yên dimilkî jî karê xwe baş nakin. Dema ku diçin konferans û semîneran bi dimilî naaxivin, dibêjin kes bi dimilkî fêm nakê ji vê bonê em bi kurmancî an jî bi tirkî diaxifin û behsa zimanê dimilî dikin ev tiştên pir ecêp û sosret in û tiştên ne rast in. Di rojê ziman de jî dîsa bi dimilkî naaxivin bi hesaba pêşengê me ne, lê hê wan jî baş fêm nekiriye. Ez dixwazim ku saziyên me yên kurmanc alikariya dimilî bikin, ewên wan pêş ketine, li Başûr jî dewleta federal a kurdan heye, li wê derê perwerdehiya kurmancî jî gelek pêş ketiye, televîzyonên kurdan gelek in di vî aliyê de kurmancî gelek pêş ketiye û dimilkî jî paş ve maye. ‘’

“Di nav me de otoasîmilasyon heye”

Her wiha Ahmet Kasımoğlu da zanîn ku li zanîngehên Artuklu, Dêrsim, Çêwlik û Mûşê beşên dimilkî vekirine ku ew tevahiya wan wek saziyên dewletê dihesibîne û wisa dom kir: “Niha di nav wan de hinekan pêş de diçe, hinek paş de dimîne, dibe ku hebe, lê salên bêyî dê hêdî hêdî nêzî hev bibin û  bi hev re bixebitin. Mînak; heta niha Zanîngeha Çêwlikê digot em wan herfên Bedirxan qebûl nakin. Niha civîyan û herfên Bedirxan qebûl kirin. Ne tenê karê Zanîngehan, ev polîtikayên dewletê ne, dixwazin ku dimilkî ji kurmancî dûr bixin, bêjin ne kurdî ye û bi vî awayî gelê me asîmîle bike, dimilî di asîmilasyonê de gelek pêş ve çûne, em dikarin bêjin di nav me de otoasîmîlasyonê dest pê kiriye. Dewlet tiştên wîsa dîxwaze ji xwe, dibejin di serî de cûda bikin wek ku dimilî ne kurdî ye paşê jî wînda bikin.“

Xebatên min li ser diroka me ya nêz in”

Di dawiya axaftina xwe de Ahmet Kasımoğlu li ser xebatê xwe yên din jî hin agahî dan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “ ‘’Xebatên min ên li ser dimilî bi piranî li ser dîroka me ya nêz hene. Derbarê dema Şêx Seîd de min gelek lêkolîn kir di wê demê de tiştekî bala min kişand, ez dixwazim bînim ziman, 46 kes hatin dardakirin, esasê xwe de 48 kesin lê du kes ji wan nehatin dardekirin, yek ji wan 15 salî bû, yê din çerkes bû û Qeymeqamê Çêwligê bû ew demeki dirêj ji dewletê re xizmetê kiribû ji ber wê sedemê ceza dane wan û wan nefî kirin. Aniha di destê me de ji bilî belgeyên dozgeriye tû belgeyek tûne ku em bizanibin ew 46 kes kî bûn. Ez li ser wan dixebitim. Tiştekî ku ez dizanim herkes malbata xwe tenê dizane yên din nizanin. Heta niha min 44 kesan bi cîh kiriye. Li ser Yado xebatên min hene, di dîrokê de, dîroka Yado bixwe dîroka şerê kurdên me yên 1925 şûnde ne. Xebatên min ên li ser çandî hene min gelek gotinên pêşiyan ên dimilkî amade kirine”

http://www.basnews.com/kr/news/2015/10/17/sedeme-xetera-li-ser-dimilki-bedewletbun-e/

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir