Hin numûneyên Komara Tirk ên qirkirin, tunekirin, înkar, qedexe û derewan!

Siddik BOZARSLAN

Dîroka Komara Tirk û Împaratorîya Osmanî, dîroka qetlîam, sirgûn û êş û derdên qewimîne, ku ji wan teda û zulm peyda bûne. Çend numûneyên ku berîya Komara Tirk qewimîne ev in:

Qetlîamên Ermenan ku di salên 1894-1897 û dema Sultan Abdulhemît 1904; Qetlîama Ermenan ya1909 li Adanayê, qirkirina rûman ya 1913-1914, qirkirina Ermen û Suryanîyan ên 1915-1918, qirkirina Pontus-Rûm yên 1921ê û mecbûrîyeta guherîna nufûsê ya 1924an. Bi van qetlîam û sirgûnan yên dawîya sedsala XIX. an nufûsa Îsewîyan ji %30 dakete xwarê bû %2. Yanê di navbera 30 salan da %28ê nufûsa xiristîyanan ji herêmên wan winda bûn. 4) Taner Akçam, 1927 Nüfus sayımında, Yahudiler dahil, gayrimüslim nüfus %2,8’dir. Bkz. Fuat Dündar, Türkiye Nüfus Sayımlarında Azınlıklar, İstanbul: Doz Yayınları, 1999, s. 138)

Heman bûyerên hovîtîyê di dema Komara Tirk da jî berdewam bûn; lê kurd jî ketin nav helqeya qirkirin û sirgûnê. Bûyerên ku tufanan bi xwe ra anîne serê kurdan wek 1920 Koçgirî, 1925 Şêx Seîd, 1927-30 Agrî û 1937-38 Dêrsim, çend ji wan numûneyan in. Sirgûna Ermenan jibo Surîye an Stanbolê ya piştî 1927; 1934 Pogroma Yahûdîyên Trakyayê; 1942 bicîkirina Baca (vergu) Hebûnê; Pogroma Yahûdî, Rum û Ermenan ya 6-7ê îlona 1955; sirgûna Rum ya 1964an; Derbeya Eskerî ya 1980yî û êşkence, kuştin û îdamên wê demê û kuştinên qesas nedîyar (faîl-î meçhûl) ên salên 1990î ku jimareya wan qasî 17.500 kes in.

Ji despêka damezrandina Komara Tirk heta roja îroyîn, li ser qirkirinên hovane timî siyaseta înkar û derewan hatîye bikaranîn û loma dîrokeka derewîn hatîye çêkirin. Bingehê vê sîyaseta qirêj ji alîyê Talat Paşa ve di 1916an da hatîye avêtin. T. Paşa di axiftina xwe ya Kongreya Partiya Îttîhat -Terakkîyê da di 1916an da daye zanîn ku wê demê qirkirina Ermenan hê dom dikir. Em li xwemikurîyê jî li derekê bihêlin; li gora T. Paşa, ew xirîstîyanên ku tufan anîne serê wan, ew berdewamîya dewletên bîyanî ne û ji alîyê wan dewletan ve hatine fîtkirin û ew jî mecbûr mane ku wan qir bikin. Ew dibêje, di dema şer da Ermenan ji paş ve êrîşê eskerê Osmanî kirine û ew jî mecbûr mane ku Ermenan bikujin û sirgûn bikin. Talat Paşa heman tişt di Kongreya Dawîyê ya Îttîhat û Terakkîyê da di 1918an da jî tekrar kirîye û gotîye ku semedê wan bûyeran, xirîstîyan bixwe ne. (Y. H. Bayur,Türk İnkilap Tarihi, c. III, Kısım III, Ankara: Türk Tarih Kurumu,1983, s.44)

Encama pêkanîna vê politika gemarî, jîyan jibo yahudî û xirîstîyanan nehat hiştin û hat wer merhaleyekê ku Xirîstîyan û Yahudî bi ”dilxwazî”ya xwe welat biterkînin û bi vî awayî li gora nufûsa 1927an ku Xirîstîyan û Yahudî %2,8 mabûn, wer bû ku îro hema hema kes ji wan nemaye. Di heqê vê politikayê da M. Kemal di 1923an da jibo esnafên Adanayê weha dibêje:

”Ermenan dagirkirina navendên sen´et pêkanîbûn û xwe wek xwedanê vî welatî dihesibandin. Bê guman neheqî û bêedebîya ji vêya zêdetir tiştek nabe. Tu mafekî Ermenan li vî welatê bibereket tune ye. Welatê me, yê we ye, yê tirkan e. Di dîrokê da ev welat tirk bû, herweha tirk e û dê timî (daîmî) wek tirk bijî… Li vê derê tu mafeke ermen û yên dî tuneye. Van derên bi bereket welatê tirkê xalis e.” (Atatürk´ün Söylev ve Demeçleri, Cilt II, Ankara; Türk Tarih Kurumu,1989, s.130)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir