Salvegera referandûmê, xwefiroşî û binpêkirina kedek hevpar!

Jiyana her mirovekî li gor têkilî û pêwendîyên civatê, taybetîyek bi xwe re çêdike. Çîroka her mirovekî, di nav pêlên jiyanê de wêneyan radixe ber çavan. Çarnan pêlên hêvî û azadîyê hestên mezin bi xwe re geş dike û rê li ber guhertinan vedike. Carnan jî ba û bahoz; lehî û erdhêj an jî bablisokek, weke pêlên xirabîyê demsalan serûbin dike.

Dîrok, çendî car şahidîyê dike ku demsalên xizanî û nezanîyê her tim rê li ber çalakîyên karwanê xwefiroşan vedike. Mejî heş, aqil, ezmûn û mêjûyên dîrokî di nav mij û dûmana berjewendîyên kesayetî û hizbî de pûç dibe. Hestên netewî, daxwaz û hêvîyên dewletbûnê, weke xewnek reş li ber çavên xayinan direqise. Bandora daxwazên dewletbûnê cîh li wan teng dike.

Salek berê weke îro, ez û hevalên xwe bi germaya hestên netewî, bi germaya xewnên hezar salan li ser axa azad, di bin sîya ala Kurdistanê de em beşdarî mîtînga Hewlerê bûn. Em bi hevre him bûn şahid him jî bûn çalakvanê rojên dîrokî. Em weke tekoşerên rîzgarîxwazên netewa Kurdistanê gelek kêfxweşbûn. Salek berê gelê Kurdistan, başûrê Kurdistan ji bo, daxwaz û biryarên xwe yên netewî “ji bo serxwebûna Kurdistanê ” bi dengek berz, bi coşek mezin, bi hêvîyek dîrokî gotin: BELÊ! Bi beşdarbûn û kiryarên xwe pêvajoya referandûmê Pesandin. Pileya dengê belê ku %93an li seranserê Başûrê Kurdistanê deng veda, gelê me helwestên xwe, hêvî û daxwazên dîrokî di pêvajoya referandûmê de dîyar kir. Lê mixabin dagîrker û xulamokên wan ji daxwaz û biryarên gel tirsîyan, ketin nav îtîfaqên îxanetê. Nexweşîya li dijî berjewendîyên netewî, korbûn û bê asoyek xirab bi xwe re anî. Helwestên li dijî dewletbûn û berjewendîyên netewî hestên evîndarîyê di nav wan û dagîrkeran de germ kir.

Di jiyanê de, mirov carcarnan rastî konaxên reş û tarî dibe. Jê re dibêjin: “cîhê gotin qedîya!” Di demên ewha de, tu hevok, tu peyv êşa dilê mirov derman nake. Lewra gotinên bi jehr, helwestên pûç û xayin her tim desthilatdarîya dijmînê gelê Kurd xurttir kirîye. Bi dehan mînak û helwestên cahşîtîyê di dîroka gelê Kurd de cîh girtîye. Xebatên dîroknas û lêkolîneran nîşan daye ku ji salên 1800an vir de, berxwedan, serhildan, bûyer û hewldanên Kurdistanî ji ber sedemên navxoyî têkçûye. Bi taybetî jî di demên pêngavên serketinê de xençerên bi jehr ketine dewrê.

Îro dîsa xwefiroş û xulamokên dagîrkeran di hemû deman de, dixwazin post û kirasên xwe yên gemarî li dilsozên doza Kurdistanê bikin. Di demên berbanga destxistina mafên netewî de xençera bi jehr di destê wan de ye û li pişta tevgera rizgarîxwazên netewa Kurdistan dixin. Weke çêlikên mara her tim bi jehr û bêbextin. Di demên aştî û lihevkirî de jî weke dûpişkê di bêrîka mirov de ne. Mirov nizane wê kengî bi meriv vedin. Ne tên heskirin ne jî tên kedî kirin. Tovê îxanetê weke tovê pirparê li pişt xwe direşînin û dimeşin…

Piştî referandûma serxwebûna Kurdistanê vir de, salek derbas bû. Îtîfaka Xençera 16. Cotmehê (2017) hê jî li pey xewn û xeyalên xwedîyên xwe tevdigerin. Li hemberê wan helwestên xayin, ez pirî caran vedigerim nav kolanên bîranînan. Ew dem û bûyerên di jiyana me de bandorek mezin çêkirîye, tecrube û asoyek rengîn radestî me kirîye ne kêm in? Her bîranînek pirtûkek dewlemend e. Ez bi hevaltîya tîrêjên wan rojan di nav daristana hêvîyan de, hûr hûr dimeşim û ji bo paşerojê kûr kûr difikirim. Gelo me çi dixwest, em gihîştin kîjan konaxê? Çima? Ji bo çi? Sedem çi bûn? Nexweşîya bêkerî û lawazbûnê çima li ser me bandorek xirab çêkir? Pirs li pey pirsê li bersîvan digere !!!

Ez deh salên zarokîyê nahesibînim, lê ez baş dizanim 47 salên jîyana min, ya malbata min, ya gelê min û welatê min di bin ba û bahozên zilma dagîrkeran de dinale, di êşe, birîndar e! Bê doktor û bê derman e. Dagîrker di heman deman de, bi fen û defikan, bi lîstîk û xapînokan, bi piştgirî û alîgerîya xwefiroşan jiyana xwe didomînin. Dijmînê me di bin navê “biratîya olî de, di bin biratîya gelan de” me di xapînin. Pirî caran bi alozî qeyranên pûçkirinê rojev û vîna me, dîl digirin. Ji ber vê yekê, pêwîst e em bi hevre rêgehên nû, pergalên azadîyê bibînin divê em hemû li ser astên berjewendîyên netewî bi asoyek hevpar tevbigerin.

Li bakûrê Kurdistanê di salên 1970 û 1980 an de, bi hezaran welatparêz û azadîxwazên Kurdîstanî, bi hestên şoreşgerî xwestin rê li ber çareserîyê vekin û gelê xwe bi rêxistin bikin, ketin nav hewldanan. Bi dehan rêxistin û partî hatin damezrandin. Stratejî û bernamê wan ji bo Kurdistanek serbixwe, yekgirtî û demokratîk bû. Lê belê ji ber sedemên navxwo û yên derva bi ser neketin û têkçûn. Çendî car partî û rêxistinên hebûn ji bo pêşketin û guhertinek nûjen xwe ceribandin, lê belê encam dîsa têkçûn, perçebûn û bêhêvîtî bû. Di nav refên hemû tevgeran de hinek kesayetên rêvebirîyê weke wezîfedarên belavkirin û perçebûnê tevgerîyan. Gelek jê erkên xwe bi cîh nanîn. Hinek jê bi qasî qewet û zanabûna xwe xwestin tevbigerin, lê belê ji ber xwedî asoyek teng û bêtecrube bûn, li dijî gengeşî û problemên navxwo bîhnteng û ne xwedî karekterek çêkir bûn. Li hemberê belavbûn û perçebûnê rêyek çareserîyê nedîtin û her çûn xwîn hunda kirin.

Sedemên van bûyeran çibûn, çima û ji bo çi bi serneketin? Bi rastî sî sal zêdetire berpirs û kadroyên wan deman bersîva van pirsan nedane û xuyaye naxwazin bidin jî! Sedem çi bûn, em nizanin; lê tiştê em dizanin, ev bêdengî û bibêhelwestî, zirarek mezin dan wan û doza gelê Kurd.

Hinek ji wan aktorên belavbûnê û têkçûnê, îro li ber derîyên hêzên serdest, kirasên li bejna wan nayê li xwe dikin. Rê li ber çareserîyê digirin. Ji bo berjewendîyên xwe, dikarin hemû rêyên xirabîyê bi ceribînin. Ev aktorên hanê niha jî li dijî dewletbûn û serxwebûna Kurdistanê tevdigerin. Hinek jê di bin navê “şewirmendîyê” de, aqilmendîya “pîrebokê û çêlikên wê” dikin, hinek jê, li ser tora ragihandinê bûne aktor û paleyê xirabîyê. Ev aktorên hanê çîroka xwe û ya rêxistina xwe ji bîr kirine. Çawa rêxistinên xwe perçekirin, çewa belav kirin çewa bêhesap û bêmuhasebe bi salan di mala xwe de ketin nav bêdengîyek giran, cîhê pirsêye! Mirov pirî caran ji xwe dipirse: gelo ev paleyên xirabîyê çima piştî pêşketinî û destkeftîyên başûr dest bi êrîşên reşkirinê kirin? Gelo ev jî ne erkek be? Bi piştgirîya kom û kozikên dagîrkeran nakokîyên nav mala Kurdî çima geş dikin? Ma qey nizanin, tu hêz, tû qewet li hemberî vîna gel nikare raweste! Daxwaz û îrada gel weke lehîyên biharê her tim astengî û bendavan ji holê radike!

Di pêvajoya referandûm û di dema îxaneta 16. Cotmehê de, gelê Kurdistanê carek din dît ku “kurmê darê ne ji darê be, dar natewe!” Di pêvajoya referandûmê de kom û kozikên dagîrkeran, bi alîkarîya xwefiroşan, weke endezyarên milê pêncemîn tevgerîyan. Xençera bi jehr li dilê Kurdistanê xistin!..

Niha jî, di bin navê rexnegirîyê de dixwazin helwestên xwe yên li dijî berjewendîyên netewî paqij bikin. Lêborîn û vegera ji şaşîyan, xususîyet û taybetîyek mirovahîyê ye. Ez hêvî dikim ew “canik û camêrên” hanê rojek zûtirîn vegerin ser xeta netewî û ji bo berjewendîyên netewî tevbigerin! Lê dîsa cîhê gotinê ye ku bapîran gotîye: “Kurmê şîrî heta pîrî!” Divê em tu carî van şîretan ji bîr nekin!

Divê baş bêzanîn ku mafê dewletbûn û serxwebûnê, ji bo hemû netewan mafekî rewa û sirûştî ye. Gel li gor dem û qeweta xwe kengî bixwaze, dikare wî mafê xwe bikar bîne. Rêgeha serxwebûn û azadîyê rêyek dûr û dirêje. Konax bi konax, xelek bi xelek bi hevre girêdayî ye. Li gor pêwîstîyên demê alav û pergalên çareserîyê peydekirin jî wezîfa rewşenbîr û rêxistinên netewî ne.

Ji bo hemû rewşenbîr û tevgerên Kurd, erkên herî girîng ew e ku ala gelê Kurdistanê di 25 ê îlonê 2017 an de pesend kir, bi hevra rakin û ber bi konaxek pêş ve bibin. Divê armanca rexne, pêşniyar û alternatîfên me, destkeftin û pêşketîyên nû bin! Ne tengasî, problem û alozîyên nû peyda bikin!..

Ez hêvîdar im ew serkêş û giregirên salên 1980 an rojek zûtirîn ji xewnên îdeolojîk şîyar bibin û zanyarîyên xwe bi nebîyên xwe re par bikin! 25:09:2018 Amed

Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir