Rûsîya Tirkîye û kerta Karabaxê!

Kerta Karabaxê, li henber Rojavayê Kurdistan hat bikaranîn!

Di şerê di navbera Ermenîstan û Ezerbeycanê de, li henber Rojavayê Kurdistanê, di navbera Rusîya û Tirkîyê de wek kerta parvekirina qozek li ser axa seranserê Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê hat bikaranîn.

Wek ku em dizanin, Tirkîye bi pîlanek ku, presê li ser Rûsîya çêbike, kerta Karabaxê carek din derxist holê û da destê Ezerbeycanê, ku bikar bîne. Ji bona bikaranîna vê kertê jî, Tirkîyê nêzî 4-5 hezar terorîstên İslamîst ji belafirgehên Edena û Entêb kişandin Ererbeycanê. Ev hewla Tirkîye ku terorîstên îslamîst bikişîne Ezerbeycanê, ji bona seranserê Kafkasya tehdîdek mezin e!

Li gor nûçeyên medya cîhanî, daxuyanîyên Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û teyîtkirina îstîhrata Rûsîya: Tirkan heta niha ji balafirgeha Adana û Entêp, bi sedan terorîstên îslamîst ji bona geşkirina şerê misilman û Îsevîyan birine Ezerbeycanê.

Tirkîye ji bona vî karê biqirêj, îhale daye şîrketek parastina taybet bi navê SADAT. Li Efrîn û Serê Kanîyê li ber derîyê ofîsên vê şîrketê, rojê bi sedan terorîst serî lê didin û xwe qeyd dikin. Her serê terorîstekî mehane sozê di navbera 10.000 û 12.000 Lîrayê tirkan (1150-1400 Dolar) mûçe didin wan.

Li gor daxûyanîya Serokê Servîsa Îstixbarata Derve ya Rûsîyê Sergey Narişkîn jî ev karesatên terorî yên Tirkîye eşkere têt pejirandin.

Sergey Narişkîn dibêje Tirkîye; „komên terorîst yên mîna El Nusra, Tûgayên Hemze, Sultan Mûrad yên li Bakurê Sûriyê ji bo Qerebaxê dikişîne Ezerbeycanê“

Piştî ku ev nûçe li cîhanê belav bûn, Rûsîya li ser pirsgirêka di navbera Ermenî û ezerîyan de bipaşde gav avêt. Li ser pirsa Kurd jî ziman guhert. Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ragihand, ku; „pirsgirêka Kurd dikare ji ber kiryarên Amerîkayê pir bi ciddî biteqe.“(!) Di eslê xwe de ti eleqeya Pirsa Kerebaxê, şerê di navbera Ermenî – Ezerîyan û pirsa Kurd li Sûrîye û Rojhilata Naverast bi hev re tineye. Lê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov bi zimanekî vekirî mesaj da Tirkîyê, ku ew li ser pirsa Kurd bi hev re hevalbendin. Ev jî tekez dike ku, pirsa Kurd û Kurdistanê qozeke û ji bona çareserkirina pirsgirêkên navdewletan têt bikaranîn.

Wek ku em dizanin berî şerê di navbera Ermenî û

Ezerîyan de geş bibe, Rûsîya hinek hêzên Kurd gazî Moskowa kir û li ser çawayî ya çareserkirina pirsa Kurd li Sûrîye û Rojavayê Kurdistanê hevdîtin pêkanî. Di wan rojan de hewak „erênî“ derketibû holê! Tam di wê demê de Tirkîye jî ji bona piştgirîya Ezerîyan, li saha Sûriye û li ser axa dagirkirî a Rojavayê Kurdistanê dest bi berhevkirina şervanên ku kirêbike dikir. Ev, di hinek waran de eşkere dike ku, di navbera Tirkîye û Rûsîya de pirgirêk hene û yek ji van pirsgirêkan jî „pirsgirêka Kurd Li Sûrîye“ ye.

Bi derketina şer re, nûçeyên berhevkirin û birina terorîstên îslamîst û kirêkar ji bona şerê Karabaxê jî perçe perçe derketin. Di heman demê de daxuyanîyên Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron û îstîhrata Rûsîya jî ketin medyayê.

Di heman demê de Tirkîye jî kerta PKK jî avêt ortê û îdia kir ku; „PKK jî li henber Ezerbeycanê bi Ermenîstanê re di şerê Karabaxê de cîh girtîye!“ Helbet li pişt vê îdiaya Tirkîye a li ser PKK, bipiralî armanc hebûn. Hin PKK wek hêzek xurt û navnetewî, lê tehdîtkar dida nîşan, ji hêla din de jî bi „hebûna vê hêzê li Ermenîstanê“ jî Kurd terorîze dikir. Lê binê van nûçeyan vala bû, tenê pergalên piropagandayê geş dikir Tirkîye.

Bi van beyanatan nîyeta Tirkîye a li ser pirsgirêka Kurd û Kurdistanê eşkereye û Tirkîye bi karanîna kerta kişandina terorîstan ji bona şerê Karabaxê; kir ku Rûsîya bipaş de gavê bavêje, an jî daxûnîyên xwe di derbarên kurdan de yên erênî bipaşde bikişîne û li henber kurdan bi tirkan re sîyasetek hevpar bimeşîne.

Di heman demê de ku pir nûçe li ser van mijaran belavdibûn, Wezareta Derve ya Rûsîya li ser karûbarên Sûrîye û hewlên Emerîka bi Kurdan re daxûyanîyek nû û balkêş da. Ev daxûyanî bi carekê de bi kerta şerê Karabaxê û birina terorîstên îslamîst ji bona herêma Kafkasya ve girêdayî bû. Yanî Tirkîye bi kerta şerê Karabaxê li henber Rûsîya, hewlek serkevtî da xwe û Rûsîya ji daxûyanîyên xwe yên li ser kurdan de, bipaş de gav avêt û îlankir ku:

“Amerîkî hewl didin xweseriyek Kurdî bidin hev, ku dê xwediyê fonksiyonên nîv-dewletî be. Em dizanin ku ew hewl didin Tirkan jî razî bikin da ku ew li dij dernekevin.”

Ev daxûyanî, eşkere dike ku Tirkîye û Rûsîya karta li ser şerê Karabaxê li henber Rojavayê Kurdistanê bikar anîn û Rûsîya daxwaza Tirkîye qebûl kir.

Divê Kurd ticarî bawerîyê bi Rûsîya û sîyateta Rûsîya a di derbarê pirsa Kurd e neynin.

08.10.2020

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir