Neteweya Kurd Xodanê Sê Rênivîsên Dêrîne

Nivîsîn: Derwêş Obeyid

  1. Alfabêya dêrîna Kurdan: Av rênivîse li sala (856 P.Z.) (Piştî Zayîn), ji layê Ibn-Al-Wahşîye, di pertoka binavê ‘’Şewiq Al-Misteham Fî Maarife Rimoz Al-Aqlam’’, da ya hatîye bas kirin. Li gorî vegêrana Ibn-Al-Wahşîye, Kurd xodan pertoka Adamî ya çandinêne. Herweha, xodanên her hefit pertokên pêş lahîya mezinin (Av Hestana Mezin) ko nîgaya (Îlham bexişî) xiwe ya li beheşitê wergirtî. Dîroka vê rênivîsînê vedigere bo serdemê Somerîyan li dewroberê 3000 sal, B.Z. (Berî Zayînê). Têbînî: Masîsoratî û Bînoşad do ji zanayên mezinên çaxên kevinar yên Kurdan bîne, lê heta niha jî me gelek zanyarî li ser wan li berdest da nine. Ibn-Al-Wahşîye ko li pertoka xo da li ser Kurdan diaxive, dibêje, wan herdo zanayan piranîya zanistê xiwe yê bi vê rênivîsê yê nivîsî. Navê rênivîsê negotîye, bes, av rênivîse di serdemên kevinar da bi Rênivîsa Dêrîna Kurdan ya hatîye nasîn. Herweha, hindek ji dîroknas û nivîserên vî serdemî yên Kurdan bi Rênivîsa (Alfabê) Masîsoratî û Bînoşadî binav kirîye. Avejî vedigere ser vê ekê, li berko van zanayan hemî karên xiweyên zanistî û mikanîkî yên bi vê rênivîsê yên nivşîsî. (Têbînî: Ciyawazîyek ya heye li beyina çapa pertoka aslîya Arabî û wergêrana wê ya Inglîzî da, bi taybet aw beşê ke peywest e bi Kurdan ve, diyar nîye ke aya nivîserê pertoka wergêrandîye Ingilîzîyê bi mebesit yan jî bi bêmebesit av heleye ancam daye). Wî, wesa yê hewil day ke wê nîşan bidet ke av rênivîse ya Kurdan nîye, belam, di çapa pertoka aslîya Arabî da berovajî vê bangeşeya nivîserê Inglizî, bi ronî basê vê êkê yê hatîye kirin ke Kurd xodanê vê rênivîsînê ne.
Nivîsîneka pertoka Ibn-Al-Wahşîye ke peyweste bi Kuran ve.
Rênivîsa dêrîna Kurdan.Wênekêş: Conas Graf.

2. Alfabêya Avêstayî: Av alfabêya (325 P.Z.) zayînî pêşveçonên bixove dîtî li serdemê Şaporê Doyê (309-379 P.Z.) paşayê Împiratorîyeta Sasanîyan. Rênivîsa Avêstayî, navê wê ya ji pertoka pîroza Zerdeşitîyan hatîye wergirtin ke zimanê olî û dînî yê Zerdeşitîyan bîye li Kurdistanê û li Perişîya (Îran). Piştî hingî, li serdemê Sasanîyan dibîte rênivîsa fermî ya olî û mîrî ke digotinê zimanê Dîwanê, wate (Yanî) zimanê fermîyê dîn û wolat. Li ber vê êkêjî, çêt bît rênivîsa (Alfabê) Avêstayî (Dîndepêwere) vegerî tev berî 2000 sal B.Z., wate, gelek piştî jiyana Zerdeşit bixiwe.

Rênivîsa Avêstayî (Dîndepêwere)

3. Rênivîsa Êzidîyan: Heriçenide dîroka vê rênivîsê rono û diyar nîye. Bes, hindek dîroknivîs dîroka wê dizivirîninev bo çerixên (Sede) 13 heta 14 yê P.Z., hindekên dîjî vedigerîninev bo çerixên 17 heta 18 yê P.Z.

Rênivîsa Êzidîyan (Yezîdî)

Lêreda, az dixazim zêtir li ser rênivîs û zimanê Avêstayî bipeyvim ke zimanê olî û dînîyê bawerdarêt Zerdeşitîyan bîye, herweha, Rênivîsa Dîndepêwere (Dîndebîre) ke bi wateya pîvanên kar û barên dînî dihêtin. Rênivîsa Avêstayî geleka dewlemend bî, li 53 pîtan pêk hatbîn, 37 ji wan pîtên dengên nebizwên (Dengdar) bîn, herweha 16 pîtên dîjî dengê biziwên (Bêdeng) bîn. Heta ko dengê qaz û qolingan jî pê înabîye derê, çonkî wan dixast sirodên dînî (Ayînî) pê bixînin, li ber hindêş, her dengekê li dev û zar hatbîte derê hêmayek (Nîşanek) bo hatibîye danîn. Av rênivîse gelek bi zehmet û giran bîye, hemî kesekî neşîyaye fêr bibît, piştîhingî, ya hatîye bikar înan bo şirove kirin û ronkirin û wergêrina deqên pertoka pîroza Avêsta ko xelik lê tê nedegehiştin, ke digotinê Zend û Pazend (Tefsîr û Teşrih), li peyva ‘’Peyitî Zayênitî’, ya zimanê Avêstayî ya hatîye wergirtin. Watew û manaya wê dêbîte armanca ronîkirin û şirovekirinê, yanîş bi gorey têgehişitinê. Olo û dînê Zerdeşitîyan bi ser axeka mezin û berfireh da bilav bibî, hetako gehişt bîye Asîyaya naverastê li nizîk Rojhelatê wolatê Sînê û Hindistanê, li alîyê dîjî heta Yonanistanê. Dînê Zerdeşitîyan yêkemîn dînê êkxodayîye (Takperistî) li cîhanê da, we herweha serokanîya hemî dînên vî serdemîşine. Di rastîda, Rênivîsa Dîndepêwereya Avêstayîjî serokanîya wê ya li Rênivîsa Pehilewî hatîye wergirtin  ke dîroka wê dizivrîteve berî 200 sal B.Z., we herweha digotinê ‘’Hamdebîre’’ yanijî ‘’Gişitdebîre’’, Rênivîsa Pehilewî li 22 pîtan pêk dihat, kêm û kortîyên gelek zor têda hebîn, hindek ji dengan do pît bo hatibîne bikarînan. Rênivîseka gelek tond û zehmet û giran bîye, zêtir nîşano û hêmayên deng derbitînê liser bîn, weko wawo (و -W) û wawo û hêl liser, hêma û nîşane li ser (Kesirew û Zeme) hat bîne bikar înan, wekî dî nedihate nivîsandin, gerek bî mirov bi xiwe bi rahînanên çendîn û çend salan xo fêr kirba heta şiyaba pê binivîsît û bixînît. Her wekî di Arabî da Mosî (موسى) dinivîsin, belam bi Mosa (مُوساَ) dihête vexandin. Av rênivîsên me amaje pêday dizivrinev ser rênivîsa Aramî, we herweha binageyê hemî rênivîsên kevinaro û rênivîsên serdemijî vedigerine ser binekoka Rênivîsa Fînîqiyan. Rênivîsa Fînîqîyan li destê rastê bo destê çepê dest bi nivîsînê dikirin. Belam, Rênivîsên Latînî (Roman) û Îngilîzî serokanîya wan li Rênivîsa Fînîqîyan hatîye wergrtin, lê aw, li layê destê çepê bo layê destê rastê dest binivîsînê diken.

2- Rênivîsa Avêstayî (Dîndepêwere)
2- Rênivîsa Pehilewî

Namo Rostemizadeh, xelkê Rojihelatê Kurdistanêye, honermendekê binav û dengo û diyarê Kurde, zêdetirî 35 salan kar û xebatên liser Rênivîsa Avêstayî kirî, bi taybetî jî balkişandin û lêkolîna xiwe yên êxistîye ser Rênivîsa Dîndepêwere. Gorankarîyên mezin û nîkarîyên giring yên liser vê rênivîsê ancam day ji bo ko asankarî bête kirin li dagirtin û bikarînana vê rênivîsê li ser amêro û tekinelojîyayên serdem û haviçerix (Modêrên) da. Vê rênivîsê riho û resenayetîya Kurdîya hey. Herweha, şêwazê nîyê vê rênivîsê zorê tayibeto û bêhawtaye, di haman dem da bi tevahî resenayetîya xiwe ji dest nedaye. Nîkirino û çakisazîyîn mamosta Namo’y li ser vê rênivîsa dêrîn, ji bo zengîn kirina wê çendîn gorankarîyên mezin û giring yên kirî li ser şêwazê nivîsandinê û çewanî bikarînana vê rênivîsînê û şêwazên vê nivîsînê û gorankarîkirin di gorîna hindek pîtan jî da ya ancam day, wênew û şêwazêkê xiweyê taybet û nî yê wergirtî. Li ber vê êkê jî, ev rênivîsîna (Alfabê) mamosta Namo’y çêkirî (Afirandî), navê wê yê kirîye ‘’Rênivîsa Kurdî’’, nek ‘’Rênivîsa Dîndepêwere’’.  

Xişteya Rênivîsa Kurdî’ya Aramî li hember Rênivîsa Kurdî’ya ko Mamosta Namo’y afirandî.

Êk ji taybetmendîyên here giringên vê rênivîsê eve ye; to dişêy li herdo alîyan, hem li layê destê rastê û hem jî li layê destê çepê pê binivîsî. Bes, çonikî piranîya rênivîsên kevinar û dêrîn li layê destê çepê ji bo layê destê rastê yêt pê hatîye nivîsandin. Li ber vê hindê jî, nivîserê vê rênivîsê li ser vê êkê kok (Razî) bîye ko bi heman şêwazên rênivîsên dîyên dêrîn bikar bînît, weko sîstema nivîsandina li layê rastê bo çepê. Êkekadî ji taybetmendiyîyên balkêşên vê rênivîsê eve ye, to dişêy bi sê şêwazên ciyawaz pê binivîsî. 1- Lêkcoda: Pîtên wê takin û lêkcodane û pêkive nahêne nîsandin li demê nivîsandinê û di pêkînan û çêkirina peyivan (Woşe) da. 2- Pêkvenîsandin (Likaw): Li virda, pîtên lêkcoda yêkdigirin (Pêkivedinîsin) herweko şêwazê kirîf (Kêrsiv) bi bêy ko şêwazê pîta bihête gohirîn li demê nivîsîn û çêkirina peyivan da. 3- Kirîf yan bêjîn şikiste (Pêkvenivîsîn û şikandî): Li zimanê Îngilîzî da dibêjinê Kêrsiv (Kersif). Livirda, di nivîsandinê da pît hevido digirin yêk li do hevido, eve bi gişitî bo hindêye ke nivîsîn bi lezî bête nivîsandin li pêşberî (Berovajî) şêwazê nivîsandina lêkcoda. Herweha, di şêwazê nivîsîna kirîf da şêweye gelek pîtanijî dihête gohirîn le demê nivîsîn û çêkirina peyivan da.    

Nimoneyek ji Rênivîsa Kurdî bi her sê şêwazên nivîsandinê: 1-● Lêkcoda, 2- ●●Pêkvenîsandin (Likaw) 3-●●● Kirîf yan bêjîn şikiste (Pêkvenivîsîn û şikandî). Nivîsîn: Mamosta Namo.

Çavkanî:

Pertokên Ibn-Al-Wahişîye

[Serokanîya (Serçawe) pertokê bi zimanê Arabî].

  1. https://archive.org/stream/ancientalphabet00conggoog#page/n93/mode/2up

[Serokanîya (Serçawe) pertokê bi zimanê Înglîzî].

2.https://archive.org/stream/ancientalphabet00conggoog#page/n85/mode/2up

[Hindek zanyarî û helsengandinek li ser pertoka Ibn-Al-Wahişîye, bi taybetî liser wi beşê ke peywendîdare bi kurdan ve].  

[Ji bo zanyarîyên zêtir derbareyê Rênivîsa Avêstayî û Pehilewî serdana vê malperê bike].

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *