Ruhê şehîdên Kurdistanê bûye bayê azadîyê û li asîmanê welatê min difûre

Di  newroza Wanê ya PAKê de di axaftina xwe ya beşê Tirkî de min behsa ‘’ruhekÎ’’ kiribû. Kurdîya wê weha bû:

“Heger îro ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku pêşewa Qazî Mihemed teslîmî  Mele Mistefa Barzanîyê nemir kiribû, ew ruhê ala azadîyê ye.”

Ez dixwazim bi çend gotinên din jî   naveroka vî  ‘’ruhî’’ tije bikim.

Belê,

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku di destê nevîyên Mele Mistefa Barzanîyê nemir de ji Hewlêrê heta Kobanê bi dilekî welatperwerane wek lehîyekê herikîbû , ew ruhê yekgirtina Pêşmerge û şervanên YPGê ye, ruhê yekîtîya neteweyî ye.

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku,  her Kurd û Kurdistanîyek  êşa her Kurd û Kurdistanîyekî êşa xwe, destkevtin û serkeftina her Kurd û Kurdistanîyekî jî ya xwe bibîne ye.

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku bi xwîn û têkoşîna hemû şehîdên Kurdistanê   hûnandîyê; ruhê şehîdên nemir, yên pêşmerge, gerîlla û hemû emekdarên doza Kurdistanê  ye.

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe,  ew jî ew ruhê wê alê ye ku, li ked û emeka 200 salî ya têkoşîna azadîyê xwedî derkeve; dîrokê ji xwe destpê neke, bi xwe jî neqedîn e.Ruhê wê alê ye ku, her dilopeke ked û  xebata doza Kurd û Kurdistanê , dilopa ji ênîya xwe danisilî bihesibîne .

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye  ku bila bêje di nava Kurdan de  kes xwe li ser kesî ferz neke, fikir û siyaset çiqwas jihevdu cuda bin jî, bila tu kes tovên dijminatîyê di nava Kurdan de neçînin, av nedin. Ruhê  wê alê ye  ku divê di destê  me gişa de wek ala ya  azadî, edalet, wekhevî, demokrasî, sebir, hurmet û rêzgirtinê  liba bibe.

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku îro li Kerkûkê, Şingalê, Kobanê , li Amedê, li Wanê, li Mehabadê li her çar alîyê cîhanê jibo azadîya Kurd û Kurdistanê  liba dibe, ruhê azadî û dewletbûnê ye, ruhê amadebûna ji şirîkatiyeke li ser bingehê  wekhevî û azadîyê ava bûye ye.

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku,  xwe ji tevn û kozika teng ya dewletên herêmê rizgar kiriye, ruhê ku  destê dostanîyê  dirêjî cîhanê kirîye.Ruhê ku  li ser navê tu îdeolojî, dîn, mezheb,dewlet an kes û grûban, dijmanatîya cîhanê neke û ew ruhe ku  li cîhanê dijminên me  kêm, dostên  me  zêde bike ye .

 

Îro heger ruhekî ku li ser axa Kurdistanê bigere hebe, ew jî ew ruhê wê alê ye ku bila her Kurd û Kurdistanîyek vê yekê ji xwe re bike prensîba esasî: Heger tifaq mimkun be tifaq, ew ne mimkun be hevkarî, ew ne mimkun be dîyalog, ew ne mimkun be merheba û silav, ew ne mimkun be em çêr û dijûnan nedin hev, şerê  hevdu nekin. 28.03.2015

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *