Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

PAK beşdarî hilbijartina 7ê Hezîranê nabe, ji bo hilbijartinê hevbendîyan nake 

Meclîsa Partîyê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) di 1 û 2yê adara 2015an de li Dîyarbekirê civîya, hilbijartina 7ê hezîrana 2015an nirxand. Li gor perspektîfên civîna Meclîsê, Meclîsê ev wezîfe da Komîteya Bireveberîyê ya Navendî (KBN). Komîteya Bireveberîyê ya Navendî (KBN) jî di 29.03.2015an de li Stenbolê civîya û di civînê de şiklê dawî da deklerasyona hilbijartinê.

Berî civîna Meclisê,  du mehan li gor biryara KBN (Komîteya Birêveber a Navendî) di nav endamên partîyê de li ser hilbijartinê guftûgoyeka navxweyî hat kirin. Ev guftûgoyên navxweyî  yên bi mebesta destnîşankirina bîr û bawerîyên endaman hatine kirin, nîşaneyeka girîng e ku PAK di cîhana siyasî ya  Kurdistanê de rêxweşkira kultureka nû ya polîtîk e.

Tevî van guftûgoyan û berî civîna Meclisa Partîyê, em bi alîyên din yên siyasî yên Kurdistanê re civîyan. Serokên giştî yên PAK, HAKPAR, PDK-BAKUR, TKDP û KADEPê guftûgo li ser hilbijartinê kirin.

Her weha HDP bi seredaneka resmî ji PAKê xwast ku di hilbijartinê de hevalbendîyê bikin.

Hilbijartin, Parlamento û Hevbendî

A-Mîna pirsgirêkên neteweyî yên li dinyayê, pirsgirêka kurd û Kurdistanê jî bi encamên arîtmetîk yên hilbijartinan çareser nabe. Ev pirsgirêk dawîya dawî wê li ser bingeha hebûna du netewe û du welatan; yan bi lihevkirina her du alîyan, alîyên Kurdistan û Tirkiyeyê, yan jî li gorî radeya gelê Kurdistanê çareser bibe. Çareserîya pirsgirêkê di dana dengan de dîtin, her kesekî wekî takekesek hesibandin, hem bêçareserî ye, hem jî înkara hebûna miletê kurd û Kurdistanê, nedîtina prensîpa wekhevîya neteweyan e.

B-Berî hemûyan Parlamentoya Turkiyeyê, piranîya dezgehên dewleta Tirk li ser bingeha înkara hebûna kurd û Kurdistanê hatine damezirandin. Lîteratura dewletê bi tevahî li gor sîstemeka nijadperest, cudaker û azardanê ava bûye. Mirov dikare di sûnda parlamentarîyê û sûnda karmendîyê, di qanûna partîyên siyasî, Destûra navxweyî ya Parlamentoyê û biryarnameyên huqûq û perwerdeyê de vê yekê pir zelal bibîne.

C-Lê helbet, vê rastîyê ew şans nedaye gelê kurd û Kurdistanê ku van dezgehên dewletê ji binî tune bihesibînin. Ev dezgeh di hemû alîyên jîyanê de hene û lewra jî berê kurdan daye wê rêyê ku hem ji bo guherandina vê ferasetê xebatê bikin, hem jî ger roja wê hat, di van dezgehan de cih bigrin, wan bi kar bînin.

D-Li gor me (PAK), mirov nikare ji mercên objektîf û subjektîf  re çavên xwe bigre, mustewayê pêşketina têkoşîna neteweyî, konjuktura îro, tesîra van dezgehan li ser civatê û potansîyela bikaranîna van dezgehan nebîne. Eger ev dezgeh li ser înkara kurd û Kurdistanê jî hatibin damezirandin, ne siyaseteka rast e ku mirov ji binî înkara wan bike û loma jî beşdarî hilbijartinên parlamentoyê, beşdarî ” parlamento”yê , yan dezgeheka din nebe.

E- Lewra PAK beşdarîya hilbijartin û parlamentoyê jî, boykotê jî , beşdarîya hilbijartinê lê neçûna bo parlamentoyê jî, yan jî wek platformeka xebatê beşdarîya karê parlamentoyê jî li gor merc û rewşê dest nîşan dike. PAK bi vê perspektîfa piralî û berfireh li meseleya hilbijartin û parlamentoyê dinere.

F- Meclîsa Partîyê ya PAKê giring dibîne û dide diyarkirin ku diyaloga di navbera  PAK, PDK-BAKUR, HAKPAR, KADEP, PDKT, PAKURD û Hereketa Azadîyê de, divê ne helwest û têkilîyên bi helbijartinê ve girêdayî be, divê ev diyalog bi awayekî berfireh û mayinde her berdewam be û veguheze tifaq, hevkarî û hevpiştgirîyeke dewamî.

G-PAK dilxwaza hevbendîya li ser perspektîfa netewî ya digel hemû partîyên kurd û Kurdistanê ye. Eger hevbendî pêk neyê jî, em alîgir in ku rêyên dîyalog û hevkarîyê sedî sed vekirî bin. PAK her weha alîgir e ku bi hemû alîyên li dijî şovenîzmê ne, yên azadîxwaz, demokrat û wekhevîxwaz yên li Tirkiyeyê re jî dîyalog, hevbendî û hevkarî hebin.

H-.Ji ber ku PAK partîyeka nuh e wextê têrê nekirîye di wê hêjmara pêwîstî pê heye rêxistinên xwe damezirîne da ku li gor qanûnên hilbijartinê yên Tirkiyeyê bikaribe li ser navê xwe beşdarî hilbijartinê bibe.

I-Ji ber PAK partîyeka nuh e, rewşa me dest nade ku em hemû amadekarîyên organîzekirina hilbijartinê bi cih bînin. PAK nuha xebata xwe ya esasî hûnandina rêxistina PAKê dibîne, grîngîyê dide vê yekê. Lewra jî em rast nabînin ku ne li ser navê xwe, ne bi namzedên serbixwe û ne jî bi hevbendîya digel partîyeka din beşdarî hilbijartinê bibin.

Î-Meclisa PAKê bi hûrgilî  pêşnîyara HDPê ya hevbendîyê nirxand. Berî her tiştî pêwîst e em ji ber vê pêşnîyarê sipasîya HDPê bikin. Meclisa PAKê li ser pêşnîyara HDPê ya ji bo hilbijartinê xalên li jêr dest nîşan kirin:

1-Ev nêzîkî du salan e ku HDP û PKK bi dewletê re bi navê ”pêvajoya çareserîyê” hevdîtinan dikin. Di van du salan de, di vê derbarê de tu hewlên wan yên ji bo hevbendîyekê bi dor û berên Kurdan re nebû ye. Herweha  PAK jî têde HDPê di vî warî de tu agahdarî jî nedaye tu rêxistineka kurdî. HDPê PAK jî têde bêyî ku şêwra xwe digel alîyekî kurdî bike, bêyî ku digel wan biryara hilbijartineka muşterek bide, bi tena serê xwe biryara beşdarbûna hilbijartinê daye, sitratejîya xwe ya hilbijartinê tesbît kirîye.

2-Meclisa PAKê dest nîşan kiriye ku programa HDPê ya ”Tirkîye welatê hevbeş  –muşterek- e , cumhurîyeta demokratîk, neteweya demokratîk, tirkiyeyîbûn”, siyaseta HDPê ya heta nuha meşandîye û 10 ”bendên mizakereyê” yên Ocalan aşkere kirîye û daxwaza PAKê ya bingehîn ji hevdu cuda ye. Lê PAK, bileqsê HDPê hebûna kurd û Kurdistanê, mafê bi awayekî azad xwe îdare kirina li ser axa Kurdistanê, mafê dewletbûnê û statu bidestxistinê diparêze. Li gor PAKê bername û daxwazên HDPê rê li ber çareserîya pirsa kurd û Kurdistanê venakin.

3-Meclisa PAKê bêguman pêşnîyarên mîna hevbendîya hilbijartinê yên demkurt red nake. Lê tecrubeyên ”hevbendî” û ”deklerasyonên hevbeş” yên berî nuha ku tu cara bi cih nehatin, bi siyasetên dijber di pratîkê de hatin red kirin, li ber çavan in. Lewra tecrubeyên berê piştguh kirin û bi tenê ji bo em bêjin ”va ye  me yekitî çêkir”, ji bo soz û qewlên bi tenê di nav rêzên ”deklerasyonan” de dimînin, bi tenê ji bo bidestxistina ”çend parlamenterîyan” îmzekirina ”hevbendîyan” dê zîyanê bide mîsyon û doza me. Doza kurd û Kurdistanê pir û pir pîroztir e ji bazara parlamenterîyê û nabe ku bibe aletekî bazarê. PAK  heta îroj tu carî neketîye nav bazarîyên weha û ji vê û şûnde jî ew ê nekevê, wê wek navê xwe di vê derbarê de jî pak bimîne..

4-Piştî civîna Meclisa PAKê hevbendîyeka hilbijartinê bi navê ”Hevbendîya Hilbijartinê ya Kurdistanî” beyanek ji bo raya giştî hat ragihandin. HDP ne di nav vê hevbendîyê de ye. HDP beşdarî vê ”hevbendîya bi tenê navê wê hevbendî ye” jî nebûye. Alîyên vê ”hevbendî”yê yek jî beşdarî hilbijartinê nabin. HDPê ev ”hevbendî” îmze nekirîye. Ev ’’hevbendî’’ bes wan dor û beran girê dide ku ewên  îmzeya wan tê de heye. Lewra mirov nikare ji bo beşdarên vê hevbendîyê behsa hevbendîya hilbijartinê ya bi HDPê re

J- Meclîsa PAKê di pirsa kurd û Kurdistanê de li gel çareserîya bi rêyên siyasî û demokratîk e. Ji ber vê yekê jî PAK piştgirîya rawestana şer ya di navbera PKK û dewletê de dike. Û dixwaze ev qonaxa bêşer berdewam bike. Lê qenaeta me ew e ku dewlet bi vê siyaset û pratîka xwe ya  ”pêvajoya çareserîyê” heta îro dixwaze çareser kirina pirsa kurd û Kurdistanê di nav demê de texîr bike,  ji bo jinûve xwe amadekirinê demê qazanc bike, gelê me mijûl bike. Pir eşkere ye ku mirov bêyî binav kirina pirsa kurd û Kurdistanê û bêyî ku li gor vê tesbîtê destnîşankirina bernamên demkurt, navincî û demdirêj, nikare behsa ”pêvajoya çareserîyê” bike.

Ji bo yekîtîya neteweyî û demokratîk bernameya daxwazên aktuel

PAK ji bo yekîtîya hêzên netewî û demokratîk bernameya daxwazên aktuel weha dest nîşan dike:

Dewleta Komara Tirkîyeyê di 90 salên dawî ya dîroka xwe de bi siyaseta xwe ya înkar, qirkirin, jicihrakirin (tehcîr) û asîmîlasyonê, rewşa demografîk, civakî û neteweyî ya civata Kurdistanê ji bingeha wê ve gelek texrîb kiriye. Loma jî, ji bo jiholêrakirina encamên van texrîbatan têdikoşe da ku van hedefên rojane yên li jêr binavkirî bên bicîhanîn;

  • Ji bona çareserkirina pirsa kurd û Kurdistanê bi rêya siyasî, demokratîk û wekhevîxwaz, divê hebûna neteweya kurd û hebûna Kurdistanê, hemû mafên bingehîn yên neteweyî, hemû maf û azadîyên giş etnîsîte, dîn û mezheban bên nasîn. Divê ev maf bi Qanûna Bingehîn bên garantî kirin.
  • Divê mafê gelê kurdistanê bê nasîn ku li ser axa xwe bi statuyekê bikaribe bi awayekî azad îdarekirina xwe bi destê xwe birêve bibe.
  • Divê hemû astengên li pêşîya azadîya fikir, bawerî û xwerêkxistinê ji holê bên rakirin û mafê kurdan yê bi navê nasnameya neteweyî û bi navê welatê xwe, xebata siyasî kirinê, bi rêya qanûn û destûrê bên garantîkirin.
  • Li Tirkîyeyê û Kurdistanê divê şertên demokratîk, azad, adil û wekhev bên pêkanîn û ev şert di çarçoveya peyman û lihevhatinên navneteweyî de werin parastin û garantîkirin.
  • Divê zimanê kurdî wek zimanê resmî bê nasîn û dewlet wek erkê dewletê perwerde û hînkarîya bi zimanê kurdî (kurmancî û zazakî) bi cih bike.
  • Divê hemû amadekarîyên qanûnî û destûrî yên pêwîst bên kirin da ku hemû kesên ji ber sedema pirsa kurd û Kurdistanê hatiye girtin yan cezakirin, mecbûrî jîyana penaberîya li derveyî welat bûye, mecbur hatiye hiştin ku şer bike û kesên mexdurbûyî bikaribin bêyî ku bi awayekî ji awayên lêpirsînê re rûbirû bibin, azad vegerin welatê xwe û bi azadî xebata xwe ya siyasî bikin.
  • Divê baraja hilbijartinê ji binî de nemîne û mafê temsîla wekhev bê nasîn.
  • Divê Sonda Parlamenterîyê ji nû ve bê dest nîşan krin: li gor etnîsîte, bîr û bawerîya her parlamenterekî/ê bibe xwedî naverokeka azadîxwaz û demokratîk.
  • Divê hemû astengên qanûnî û pratîk yên li pêş jinan yên ku nahêlin jin bi mercên wekhev beşdarîya jîyana civakî bibin, bên rakirin. Divê programeka ”cudakarîya pozîtîf” ji bo vê yekê bi qanûnan bê garantî kirin.
  • Divê hemû şerhên li ser Biryarnameya Otonomîya Rêveberîyên Deverî ya Awropayê hatine danîn, yekser bên rakirin û ev peyman bi hemû bendên xwe ve bê bi cih anîn. Divê hemû bendên Qanûna Bingehîn yên ku li pêş rêveberîyeka deverî asteng in û nahêlin hemû etnîsîte, dîn û mezheb beşdarî rêveberîyê bibin, bên guhertin.
  • Li Kurdistanê divê hemû rêveberên dewletê û yên şarederîyan ji alîyê gelê Kurdistanê ve bên hilbijartin. Divê bi qanûnî hemû dezgeh û çalakîyên ewlehî, tenduristî, perwerdeyî û kulturî ji alîyê rêveberîyên deverî ve bên îdare kirin. Dahatên milî yên li Kurdistanê, berî her tiştî divê ji bo avakirina Kurdistanê û karûbarên rêveberîya deverî bên bi kar anîn.
  • Li Kurdistanê hemû texrîbatên aborî, civakî, kulturî, ekolojîk, eskerî û siyasî li gel tevahîya encamên xwe, divê ji holê bên rakirin, ji bo tezmînkirina zerarên xelkê ku hatine sirgunkirin bi lez divê programek li ser bingeha cudakarîya pozîtîf were bicihkirin.
  • Divê biryarnameyên li ser hilbijartin, partîyên siyasî, parlamento, perwerde û huqûqê, digel giş bend û têgehên di lîteratura qanûnî de û encamên wan, bên rawestandin. Her tevger û helwêsteka bi vî awayî divê wekî sucekê bê hesibandin û cezayê qanûnî bê dan.
  • Divê hemû sermayeguzarîya eskerî li Kurdistanê bê rawestandin.
  • Divê sîstema ”cerdevanîyê” bê rakirin.
  • Divê hemû awayê sermayeguzarî û tedbîrên ku xwezaya Kurdistanê texrîb dikin, înşaatên bendavan ku mîratên dîrokî di bin avê de dihêlin û tevna ekolojîk xerab dikin yekser bên rawestandin.
  • Divê qanûneka bingehîn ya nuh ku van giş daxwazan giş yên gelê Kurdistan û Tirkiyeyê garantî dikin, bê amade kirin.

Bicihhatina van daxwazan di Qanûna Esasîyê û di  qanûnan de dê bibe destpêka  garantîya çareserîyeka aştîyane û siyasî.

ENCAM Û BIRYAR

PAK ji ber rewşa xwe ya taybet ya li jor hatiye gotin, beşdarî hilbijartina 7ê Hezîranê nabe. PAK ji ber sedemên ku di deklerasyonê de hatîye diyarkirin, bi tu partîyan re hevkarîya hilbijartinê nake.

PAK deng nade partîyên sîstema Komara Tirkîyeyê.

PAK di hilbijartina 7ê hezîrana 2015an de li gor perspektîv û tesbîtên ku di deklerasyona PAKê de hatîye eşkere kirin, wê helwestê bigire. Partî û namzedên ku, bi awayekî eşkere di beyan û bernameyên xwe de Kurdan wek millet û Kurdistanê wek welat nebîne, bi nav neke  û hebûn û mafê statuya wê qebûl neke, cih nede maf û azadîyên demokratîk û neteweyî yên  kurdan, PAK wê di hilbijartinê de piştgirîya wan neke.

30.03.2015.

Meclîsa Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

 

PAK  7 HAZİRAN   2015 SEÇİMLERİNE  KATILMAYACAK,  İTTİFAKLARA  GİRMEYECEKTİR

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê- Kürdistan Özgürlük Partisi)  Parti Meclisi, 01-02 Mart 2015 tarihinde Diyarbakır’da yaptığı toplantıda  7 Haziran 2015  Parlamento  seçimlerini değerlendirdi. Belirlenen perspektif doğrultusunda MYK’ya bir seçim deklerasyonu hazırlama görevi verildi. MYK’nın  29.03.2015 tarihinde İstanbul’da yaptığı toplantıda da deklerasyona son şekli verildi.

Meclis toplantısından önce, yaklaşık 2 aylık bir süre boyunca, MYK’nın almış olduğu karar doğrultusunda bütün parti birimlerinde seçimlerle ilgili bir iç tartışma sürdürüldü . Seçimler konusunda Parti üyelerimizin eğilim ve yaklaşımlarının demokratik kurallar çerçevesinde belirlenmesi amaçlı bu iç tartışmalar, PAK’ın  Kürdistan siyasetinde yeni bir politik kültürün  yol açıcısı olduğunun da önemli  bir göstergesi olmuştur.

PAK, Parti içi tartışmanın yanı sıra,  Parti Meclisi  toplantısından önce, Kuzey Kürdistan’da siyaset yapan en geniş kesimlerle görüşmeler yaptı. PAK, HAKPAR, PDK-BAKUR, TKDP, KADEP Genel  Başkanları    yemekli  bir görüşme gerçekleştirdiler.

Ayrıca HDP , PAK’ı  resmi düzeyde ziyaret ederek, seçim ittifağı  teklifinde bulundu.

Seçimler, Parlamento ve İttifaklar

Parti Meclisimiz, farklı görüşlerin dile getirildiği toplantısında, yapılan değerlendirmeler sonucunda, PAK’ın genel eğilimi olarak seçimler, parlamento ve ittifaklarla ilgili görüşlerini  aşağıdaki ana maddelerde dile getirmeyi karara bağlamıştır.

  1. Dünyadaki benzer ulusal sorunlarda olduğu gibi, Kürt ve Kürdistan sorunu da seçimlerde ortaya çıkacak aritmetik değerlerle  çözülecek bir sorun değildir. Bu sorun nihayetinde iki millet ve iki ülke gerçekliği temelinde,  ya iki tarafın , Kürdistan ve Türkiye tarafının mutabakatıyla ya da Kürdistan halkının iradesi doğrultusunda çözülecektir. Sorunu oy oranlarına endekslemek, herkesi sadece bir birey olarak kabul etmek,  hem çözümsüzlüktür, hem de Kürt milleti ve Kürdistan’ın varlığını,  milletlerin eşitlik prensibini yok saymaktır.
  2. Parlamento başta olmak üzere, Türkiye devletinin bir çok kurum ve kuruluşu Kürt ve Kürdistan gerçekliğinin reddi temelinde oluşturulmuştur. Bir bütün olarak  devlet literatürü  ırkçı ayrımcı , rencide edici bir anlayış ve sistem üzerinde yükselmektedir.
  3. Milletvekilliği ve devlet memurluğu yemini başta olmak üzere seçim ve partiler yasasında, parlamento iç tüzüğünde, eğitim ve hukuk mevzuatında  bunu görmek mümkündür.
  4. Bu gerçeklik,  elbette ki  Kürt ve Kürdistan halkına,  devletin bütün bu kurumlarını toptan redetme , yok sayma şansını vermemiştir. Yaşamın her alanında var olan bu gerçeklik, Kürt milletini, tüm  Kürdistanlıları, hem bu anlayışın değiştirilmesi için mücadele etmeye , hem de yeri geldiğinde sözkonusu kurum ve kuruluşlarda yer almak suretiyle, tabir yerinde ise, mümkün olduğu kadar bu alanlardan yararlanmaya yöneltmiştir.
  5. D) PAK, objektif ve subjektif şartları göz ardı ederek,  ulusal mücadelenin gelişkinlik düzeyini, örgütlülük ve siyasal gücünü,  konjonktörü,  kurum ve platformların kitleler nezdindeki yerini ve onlardan ulusal demokratik mücadelenin çıkarları doğrultusunda yararlanma potansiyelini dikkate almadan,  Kürt ve Kürdistan halkının inkarı üzerinde yükselmiş olsa dahi, toptan reddiyeci  bir yaklaşımla  parlamento seçimlerine , ‘’parlamentoya’’  ya da başka bir kuruma katılmamanın doğru bir siyaset olmadığını belirlemektedir.
  6. E)  Bu  yaklaşımlardan  hareketle PAK,  parlamentoyu ve parlamento seçimlerine katılımı, boykotu, seçimlere katılıp parlamentoya gitmemeyi ya da parlamentoya girmek suretiyle ulusal demokratik mücadelenin bir platformu olarak değerlendirmeyi şartlara göre reddetmeyen   çok boyutlu bir seçim anlayışına sahip olduğunu önemle belirtmektedir.
  7. F) PAK Parti Meclisi, PAK, PDK-BAKUR, HAKPAR, KADEP, PDKT, PAKURD ve Azadi Hareketi arasında başlayan diyalogun seçimlere endeksli olmaksızın sürdürülmesinden ve daha geniş bir kesimi kucaklayacak şekilde kalıcı diyalog, işbirliği ve ittifaklara dönüştürülmesinden yana olduğunu önemle belirlemiştir.
  8.  G) PAK,  siyaset sahnesinde  yer alan tüm Kürt ve Kürdistani partilerle, ulusal perspektif ekseninde ittifaklardan yanadır. İttifak sağlanamıyorsa, diyalog ve işbirliği yollarının mutlaka canlı tutulmasından yanadır. PAK, Türkiyedeki  özgürlükçü, demokrat, adalet ve eşitlik taraftarı şovenizme karşı olan en geniş kesimlerle ittifak, işbirliği ve diyaloglardan yanadır.
  9. H) PAK , yeni bir parti olması nedeniyle, Türkiye’deki seçim yasalarına göre, seçimlere kendi adıyla  katılabilecek yeterlilikte teşkilatlarını oluşturamamıştır. Mevcut süre bu teşkilatları oluşturmaya yetmemiştir.
  10. I) Yeni bir parti olması nedeniyle, PAK’ın mevcut gerçekliği şu aşamada, seçimler gibi daha geniş ve ciddi bir organizasyonu örgütlemeye hazır bir  durumda değildir. PAK kendi örgütlenme çalışmalarına öncelik verecektir.Bu nedenle de, bu aşamada ne kendi adıyla, ne bağımsız adaylarla, ne de bir ittifakla seçimlere katılmayı doğru görmemektedir.

İ) PAK Parti Meclisi , HDP’nin seçim ittifağı teklifini  tüm boyutlarıyla değerlendirmiş,  öncelikle HDP’ye bu tekliften  dolayı  teşekkürlerini  bildirmeyi  gerekli  görmüştür. PAK Meclisi, HDP’nin seçim ittifağı teklifi  ile ilgili olarak şu tesbitlerde bulunmuştur:

1- iki yıla yakın bir süredir  devlet ile ‘’çözüm süreci’’ adı altında görüşmeler gerçekleştiren  HDP ve PKK’nin; bırakalım bu konuda Kürt siyasi güçleriyle herhangi bir ittifak girişimini, şu ana kadar  PAK dahil hiç bir Kürt kesimine bu konuda bilgi bile verilmediğini tesbit etmiştir. Ayrıca, HDP’nin,  PAK dahil  hiç bir Kürt kesimiyle istişarede bulunmadan, onlarla birlikte ortak bir seçim kararı almaya yönelmeden, kendi başına bir seçim kararı aldığını, seçim stratejisini tek başına oluşturduğunu tesbit etmiştir.

2-PAK Meclisi, HDP’nin   ‘’ortak vatan, demokratik cumhuriyet, demokratik ulus, Türkiyelileşme’’  programı ve şu ana kadar izlemiş olduğu siyaset çizgisi  ile  Öcalan’ın  sunmuş olduğu 10 maddelik ‘’müzakere maddeleri’’nin  PAK’ın , Kürdistan’ın ve Kürt milletinin varlığını esas alan, kendi geleceğini özgürce belirleme, devletleşme ve statü elde etme talebiyle uyuşmadığını ve Kürt ve Kürdistan sorununun çözümüne yol açacak bir içeriğe sahip olmadığını tesbit etmiştir.

3- PAK  Meclisi,  seçim ittifağı gibi kısa erimli ittifakları elbette ki  reddetmemektedir. Ama geçmişte imzalanıp  hiçbir  zaman yaşam bulmayan, tersi politikalarla fiiliyatta reddedilen  bir çok ‘’ittifak’’ ve ‘’ortak deklerasyon’’u  gözönünde bulundurarak hareket etmenin daha doğru bir tutum olacağını tespit etmiştir. Bu nedenle PAK,  yaşanmış tecrübelere aldırmadan   ‘’görüntüyü kurtarmak’’  adına,  sadece‘’deklerasyonlar’’da kalacak vaatlerle, salt  ‘’bir kaç  milletvekilliği için  ittifak’’lar   tesis etmeyi   kendi  misyonuna ve talip olduğu davaya  ters ve zarar veren bir yaklaşım olarak görmüştür.  Kürt ve Kürdistan davası bir milletvekilliği pazarlığına alet edilmeyecek kadar yücedir. PAK bugüne kadar hiçbir şekilde bu pazarlıkların içinde olmamıştır , bundan böyle de olmayacaktır ve  adı gibi bu konuda da Pak olmanın onurunu taşıyacaktır.

4-PAK’ın Parti Meclisi toplantısından sonra, kamuoyuna  ‘’Kürdistan seçim ittifakı’’ adıyla açıklanan ‘’itifak’’a  HDP’nin  katılmadığı görülmüştür. HDP  ‘’göstermelik bir Kürdistan seçim  ittifakı’’na bile imza atmamıştır. Bu ‘’ittifak’’  hiç biri seçimlere katılmayan sözü geçen kesimlerin kendi aralarında oluşturdukları ve HDP tarafından imzalanmayan, HDP  açısından hiçbir geçerliliği olmayan bir ‘’ittifak’’tır. Bu anlamda bu kesimler açısından HDP ile bir seçim ittifağından da sözedilemez.

  1. J) PAK Meclisi, Kürt ve Kürdistan sorununun siyasal, demokratik yol ve araçlarla çözümünden yanadır.Bu nedenle de devlet ve PKK arasındaki çatışmasızlığı desteklemektedir. Bu çatışmasızlığın devamından yanadır.  Ama, Türkiye Devleti’nin  ‘’çözüm süreci’’nde bugüne kadar izlemiş olduğu siyaset ve pratik  ile Kürt ve Kürdistan  sorununu  sürüncemeye  bırakma, öteleme,  yeniden yapılanma  için zaman kazanma  amacını taşıdığı kanaatine varmıştır. Kürt ve Kürdistan sorununun tesbiti yapılmadan ve bu temelde kısa, orta ve uzun vadeli çözüm programları belirlenmeden, ‘’çözüm süreci’’nden sözedilemeyeceği açıktır.

 

Ulusal  Demokratik  Birlik   İçin Güncel Talepler Programı

PAK,  ulusal demokratik güçlerin  birliği için güncel talepler programını  aşagıdaki şekilde ifade etmektedir.

Türkiye  devletinin  90 yılı aşkın süre boyunca izlemiş olduğu imha, inkâr, tehcir ve asimilasyon politikalarıyla Kürdistan’ın demografik, sosyal ve ulusal dokusunu derinden tahrip ettiğinden yola çıkarak, yapılan tahribatların telafisi, Kürt ve Kürdistan sorununa çözüm yolunun açılması için aşağıdaki talepler   derhal  yerine getirilmelidir.

  • Kürt ve Kürdistan sorununun siyasal, eşitlikçi, demokratik yol ve yöntemlerle çözülmesi için, Kürt milletinin ve Kürdistan’ın varlığı , temel ulusal hakları ile tüm etnisite, din ve mezheplerin hak ve özgürlükleri tanınmalı  ve bu haklar yasal, anayasal güvenceye kavuşturulmalıdır.
  • Kürdistan halkının kendi toprakları üzerinde kendisini özgürce yönetmesi temelinde bir statüye kavuşturulması hakkı  tanınmalıdır.
  • Düşünce, inanç ve örgütlenme özgürlüğü önündeki tüm engeller kaldırılmalı ve Kürtlerin de kendi ulusal ve ülkesel kimlikleriyle siyaset yapabilmeleri hakkı yasal ve anayasal güvencelere kavuşrulmalıdır.
  • Türkiye ve Kürdistan’da eşit, adil, demokratik ve özgür koşullar yaratılmalı ve bunlar, uluslararası sözleşme ve anlaşmalar çerçevesinde güvence altına alınmalıdır.
  • Devletin bir görevi olarak Kürtçe (Kurmancca ve Zazaca) anadilde eğitim ve öğrenim sağlanmalı, Kürtçe resmi dil olarak tanınmalı ve bu haklar yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulmalıdır.
  • Kürt ve Kürdistan sorunu nedeniyle tutuklanan veya cezaya çarptırılan, yurtdışında mülteci olarak yaşamaya mecbur edilen, savaşmak zorunda bırakılan, mağdur edilen herkesin hiçbir koğuşturmaya maruz kalmadan özgür bir şekilde ülkelerine dönebilmeleri, özgürce siyaset yapabilmeleri için, her türlü yasal ve anayasal düzenlemeler yapılmaladır.
  • Seçim barajı tümden kaldırılarak, eşit temsil hakkı tanınmalıdır.
  • Milletvekilliği Yemini , her milletvekilinin etnisite, düşünce ve inancına saygıyı içerecek şekilde özgürlükçü, demokratik bir içeriğe kavuşturulmalıdır.
  • Kadının siyasal, ekonomik, idari ve toplumsal yaşama eşitlik temelinde katılımı önündeki tüm yasal ve fiili engeller kaldırılmalı ve pozitif ayırımcılık temelinde bir program yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulmalıdır.
  • Avrupa Yerel Yönetimler Özerklik Şartı’na konulmuş tüm çekinceler kaldırılmalı ve bu sözleşme tüm maddeleriyle uygulanmalıdır. Yerel yönetimlerde tüm etnik, dinsel, mezhepsel varlıkların katılımını ve özgürce kendilerini yönetmelerini sağlayacak yerinde yönetim için tüm yasal ve anaysal mevzuat değiştirilmelidir.
  • Kürdistan’daki Kamu yöneticilerinin Kürdistan halkı tarafından seçilmesi, güvenlik, sağlık, eğitim ve kültürel kurum ve faaliyetlerin yerel yönetimlere devredilmesi  sağlanmalı  ve bu yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulmalıdır. Kürdistan’daki  milli gelirlerin  Kürdistan’ın imarında ve yerel yönetimlerinde kullanılmasına öncelik verilmelidir.
  • Kürdistan’da yaratılan ekonomik, sosyal, kültürel, ekolojik, askeri ve siyasal tahribatlar bütün sonuçlarıyla birlikte ortadan kaldırılmalı, tehcire tabi tutulan halkın tüm ziyanlarının tazmin edilmesi için pozitif ayırımcılık temelinde bir program acilen yürürlüğe konmalıdır.
  • Seçimler, partiler, parlamento,eğitim ve hukuk mevzuatı başta olmak üzere, devlet literatüründe yer alan her türden ırkçı ve ayrımcı ifade, kavram ve bunlardan kaynaklanan yaklaşımlara derhal son verilmelidir. Bu türden tutum, davranış, adli karar ve toplumsal eğilimler suç kategorisinde değerlendirilip yasal cezaya tabi suçlar olarak tanımlanmalıdır.
  • Kürdistan’da her türlü askeri yatırıma son verilmelidir.
  • Koruculuk sistemi lağv edilmelidir.
  • Kürdistan’ın doğasını, demoğrafik yapısını bozan, tarihsel mirasını sular altına gömen baraj inşaatlarının ve her türden ekolojik dokuyu tahrib eden yatırımların derhal sonlandırılması sağlanmalıdır.
  • Kürdistan ve Türkiye halklarının bütün bu temel eşitlik, özgürlük, demokrasi, adalet taleplerini  içeren yeni bir anayasa hazırlanmaldır.

Bu taleplerin gerçekleşmesi  ve  yasal ve anayasal güvencelere kavuşturulması, barışçıl  bir siyasal çözümün de başlangıcı ve temel güvenceleri olacaktır.

SONUÇ VE KARAR

PAK yukarıda belirtilen  kendi  öznel  koşulları nedeniyle  7 Haziran 2015 seçimlerine katılmayacak ve  yine bu deklerasyonda belirtilen sebeplerden hareketle  hiç bir parti ile  herhangi bir seçim ittifağı  yapmayacaktır.

PAK , Türkiye Cumhuriyeti sistem partilerine oy vermeyecektir.

PAK  7 Haziran 2015 seçimlerinde  bu  deklerasyonda dile getirmiş olduğu  perspektif ve tesbitlere uygun bir tutum alacaktır. PAK ,  Kürtlerin millet olarak, Kürdistan’ın da ülke olarak adını , varlığını  ve  statü hakkını , Kürtlerin ulusal demokratik hak ve özgürlüklerini açık ve net bir şekilde sahiplenmeyen, bunlara parti ve seçim programlarında yer vermeyen  hiç bir parti ya da adayı  desteklemeyecektir.  30.03.2015

PAK( Partîya  Azadîya  Kurdistanê-Kürdistan Özgürlük Partisi) Meclisi

Nerîna te